Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Mûzîka Spanî’ Category

No tengo lugar
Y no tengo paisaje
Yo menos tengo patria

Cihê min tune ye
Û dîmenek li pêşiya min nîne
Welatê min jî tune ye

Con mis dedos hago el fuego
Con mi corazón te canto
Las cuerdas de mi corazón lloran

Bi pêçiyên xwe agir dadidim
Bi dilê xwe ji te re distrêm
Têlên dilên min digrîn

Nací en Álamo
Nací en Álamo
No tengo lugar
Y no tengo paisaje
Yo menos tengo patria

Ez li spîndarê bûme
Ez li spîndarê bûme
Cihê min tune ye
Û dîmenek li pêşiya min nîne
Welatê min jî tune ye

Con mis dedos hago el fuego
Con mi corazón te canto
Las cuerdas de mi corazón lloran

Bi pêçiyên xwe agir dadidim
Bi dilê xwe ji te re distrêm
Têlên dilên min digrîn

Nací en Álamo
Nací en Álamo
No tengo lugar
Y no tengo paisaje
Yo menos tengo patria

Ez li spîndarê bûme
Ez li spînsarê bûme
Cihê min tune ye
Û dîmenek li pêşiya min nîne
Welatê min jî tune ye

Yasmin Levy (agahî di wîkîpedya kurdî de)

 

Advertisements

Read Full Post »

Ala Kurdistanê li ser balkona Şaredariya Donostia / Donostia.org

Rûdaw / Z.A – Bi boneya Newrozê Ala Kurdistanê li şarederiya bajarê San Sebastianê hate hildan.

Newroza îsal li Spanyayê li Madrîdê û li du bajarên Welatê Baskê hate pîroz kirin, di roja 21ê adarê Şarederiya bajarê San Sebastianê (bi baskî Donostia) bi boneya cejna Newrozê ala Kurdistanê li ser balkona şaredariyê danîbû û çar kesan ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin ji bo pîrozkirina cejnê li salona şarederiyê. Şareder Juan Karlos Izagirre bi gotinên “Newroz pîroz be û hûn bi xêr hatin Donostia” pêşwaziya Rehîm Qadirî (Rojhilat), Abdulsatar Abêd (Başûr),  Rehmî Batûr (Bakur) û hevkarê Rûdawê li Spanyayê (Rojava) kirin û ji wan xwest ku rewşa kurdan li wan perçeyan jê re şîrove bikin.

Her wisa herdu rojnamevanên pispor di pirsa kurdî de Manuel Martorell y Urtzi Urrutikoetxea di vê civînê de amade bûn. Televîzyon jî û rojnameyênbaskî  curbecûr derbarê naskirina rewşa kurdan hevpeyvîn ligel çalakvanên Kurd çêkirin, di dema hêvarê de jî panelekê li salona çalakiyan ya pirtûxanyea bajêr li ser rojeva pirsa kurdî hate lidarxistin.

Newroza Bilbao / Roque

Baskî jî Newrozê bi kêfxweşî pîroz kirin

 Di roja 22ê adarê de meydana  kevnar ya bajarê Bilbaoê bû cihê pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Kurd û Baskiyan ve hatibû organîzekirin.  Şahî di saet 9ê hêvarê de bi mûzîk û dansa tradisyonal ya baskan despê kir, piştre Kurdan di dema vêxistina  agir de strana nemir Aram Tîgran “Newroz e Newroz e”  xwendin.  Ji bo pîrozkirina vê şahiyê ji Almanya  dengbêj Sîpan Havîn û sazbend Ahmed hatibûn vexwendin, bêhtirî 100 kesî ji Kurd û Baskan li ser deng û awazên wan govendên cûrbecûr girtin û Newrozê bi çoşeke mezin  pîroz kirin. Her wisa  di vê şahiyê de nûnerê partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Brîtanyayê  Akif Rizgar Wan amade bû,  Wan di vê serdana xwe ji Welatê Bask re ligel çend parlementerên baskê civiyabû ji bo gotûbêjkirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê. Digel barîna baranê dîlan heya dawiya şevê ranewestî , baskî  jî herdem diketin dîlanê û fêrî bazdanê dibûn.

Balyozê spanî ji bo Kurdan kêfxweşî û ji Kurdistanê re çareseriyê daxwaz kir

Di 23ê adarê Navenda Persepolîs ya îranî li Madrîdê û bi hevkariya  Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  li Spanyayê  şahiya Newrozê lidarxistin.

Govenda grûpa bazdana kurdî / Rûdaw

Ji ber reklama îsal ku di çapamendiya spanî de derbarê Newrozê baş hatibûn belavkirina cihê şahiyê bi xelkê tijî bûbû.  Di vê şahiyê de hunermendên farsî û  spanî di bin navê “Isfahán-Granada Ensemble” bi stran, mûzîk û bazdana Flamenco  cemawerê şanoyê kêfxweş kirin.

Newroz Madrid 020

Danserê Flamenco û grûpa Isfahán-Granada Ensemble / Rûdaw

Hunermend Karwan Ehmed ku ev cara dûyemîn e beşdarî Newroza Madrîdê dibe ji Rûdawê re got ku îsal  grûpa wî ya mûzîkê bi navê “Sham Ensemble” beşdarî cejnê dibe û her wisa  grûpa bazdanê ya bi navê grûpa Govenda Kurdî  û wiha domand “Me îsal xwest ku em hemû  deng û rengên mûzîkê yên her sê parêzgehên herêma Kurdistanê pêşkêşî xelkê Spanyayê bikin”. Bi gîştî 25 mûzîkvan û dîlanger hilkişîn ser dika şanoya dibistana Calasancio ji bo pêşkêkirina hunera xwe.

Ala Kurdistanê di destê balyozê spanî de ye / Rûdaw

Di vê şahiyê de jî balyozê Spanya li Îraqê José Turpin jî amade bû, dema me xwe weke hevakrê Rûdawê pêşkêş wî kir, Turpîn sorprez û kêfxweş bû, wî got “Rûdaw!, em li pêşiya rojnameyeke ciddî ne”, derbarê pîrozkirina vê cejnê Turpîn wiha ji Rûdawê re axivî “ Ev cara sêyemîn ku nûnertiya herêma Kurdistanê Newrozê li Madrîdê pîroz dike, ev jî tê wateya ku şûna Kurdistanê hêdî hêdî li Spanayayê  berferh dibe, ji Madrîdê ez hezdikim bi boneya Newrozê ji bo hemû hevalên kurd re silvan bişînim û daxwazek min heye ku newroza îsal ji bo kurdan kêfxweşiyê û ji bo  Kurdistanê çareseriyek bi xwe re bîne”.

Read Full Post »

Şeva çû hunermendê kurd ê navdar Seîd Yûsif li Xaneya Opera ya Sûrî ku navenda wê li Şamê ye dawî li “Hevdîtina Tembûrê” anî.

Seid-YusifBi beşdariya 13 jenyarên ku li tembûr, buziq û bagleme dixin, 3 aheng rojên 10 -11 û 13a cotmehê katjimêr 20:00ê êvarê li dar xistin.

Roja 10ê cotmehê, ahenga destpêkê, bi jenyar û muzîkjen, Samêr Îbo, Alan Yûsif, Raman Osman, Daûd Xelîl, Muemer Adnawî û Zeîm Kendeş hate vekirin.

Roja 11ê cotmehê, muzîkjenên beşdar, Arêf Elûş, Arî Serhan, Hisên Brahîm, Ayas Nihêlî, Mêvan Yûnês û Ehmed Dalî awazên xwe pêşkêş kirin.

Roja 13ê cotmehê, ahenga dawiyê, muzîkjen û jenyarê navdar Seîd Yûsif bi sazên xwe cemawerê beşdar serxweş û mest kir.

AKnews di her sê konsêrtan de hazir bû û dîtinên çend kesên beşdar derbara vê hevdîtinê de bir:

* Nejwa Qittêş, 22 salî, xwendekara zanîngehê ye di konsêrta yekê de beşdar bû, ji AKnewsê re wiha got, “Hinek jenyarên ku me guhdariya wan kir, di qalibê kevin de man û her di wê çerxê de geriyan, lê hinên din wek Samêr ji tûra folklor derket û tekez kir ku bi buziqê awazên cîhanî jî tên jenandin.”

* Şiyar Cuma, 26 salî, xwendekar e û yek ji hezkerên amûra tembûrê ye, wiha got, “Di konsêrtên berê de her du jenyaran; Alan Yûsif û Raman Osman bala min kişandin, reqsa tiliyên wan li ser darê Buziqê awazine gelek xweş honandin.”

Tembur-(7)* Mihemed Rifet Ebidletîf, 41 salî, nivîskar û helbestvan e, surprîza konsêrtan bidîtna wî, “Her du jenyaran Arêf Elûş û Ehmed Dalî bi jenîna tembûrê ya bi hev re mîkseke xweş û taybetmend pêşkêş kirin û karîbûn bi dabeşkirina sazûman tabloyeke rengîn ji dengê tembûrê nîşan bidin.”

* Ehmed Ramêz, 35 salî, karmend e, wiha dîtina xwe derbirî, “Ez her sê konsêrtan hazir bûm ji ber dengê van amûrên jêdar bi min gelek xweş e û ez nikarim çi rexneyan bêjim ji ber ez bi hemûyan serxweş bûm û bi taybet îro (duh) bi awazên hunermendê mezin Seîd Yûsif.”

* Înas el-Ezim, derbarê amûra tembûrê de wiha hestên xwe derkirin, “Tembûr amûreke têkildarî kelepûra hemû navçeyê ye û her wiha ew bi xwe jî amûreke dîrokî ye, lewma di ahenga îro de dengekî gelek nazik û zelal xwe avêt guhên me.”

* Jiyan Hemo, 24 salî xwendekarekî kurd li zanîngeha Şamê ye, derbarê ahengê de wiha got, “Cara yekem e ku ez dibînim di cihekî fermî de cihê me kurdan jî heye û em muzîk û kelepûra xwe di gel muzîka din li vî welatî wek tabloyeke mozaîkê dibînin, ev yek bi dilê min zaf xweş e.”

Tembur-(2)Hêjayî gotinê ye ku zorbeya jenyaran kurd bûn û beşek ji parçe muzîka hatî pêşkêşkirin ji folklorê kurdî bû, û ji ber her sê amûr tembûr, buziq û bagleme zêdetir di nav kurdan de belavbûyî ne, hejmareke mezin ji beşdarên her sê konsêrtan kurd bûn.

Îdrîs Murad birêveberê projeya “Hevdîtina Tembûrê” ji rojnamegeriyê re wiha got, “Her sê amûrên muzîkê tembûr, buziq û bagleme çîroka gelan hewal didin, û bi rêya wan destan, sembol û çîrokên evînê ji nifşekî bo yeke din hatine veguhastin.

Murad wiha domand, “Her sê amûran karîbûn dîrok û zimanê gelan biparêzin nemaze li Cizîra Sûriyê ku bi ziman û çandên cuda zengîn e.”

Hunermendê kurd ê navdar Seîd Yûsif konsêrta şeva çû şên kir û nêzî saet û nîvekê bê rawestan li ser meqamên wek, nehawen, hîcaz, hîcazkurd, çarga û ecem hem awazên kurdî û hem jî yên erebî û gelek awazên stranên navdar pêşkêş kirin.

Tembur-(3)Tê zanîn ku sala par jî muzîkjenê Kurd yên navdar Seîd Yûsif li Xaneya Opera ya sûrî konsêrtek li dar xistin, û ew aheng rastî gelek pesin û hezkirinê hat û hola Opera heta devî tijî bû.

Seîd Yûsif gelek xelatên navdewletî wergirtine, her wiha rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekgirtî, hîn di salên heftêyî de jê re digel jenyarê ûdê yê iraqî yê navdar Mûnîr Beşîr, sêlikeke zêrîn tomar kirine.

Her wiha Seîd Yûsif zêdebarî stranbêjî, gelek awaz ji bo stranbêjên kurd (Şivan û Gulistan Perwer û Şêrîn), ereb (Semîre Tewfîq), tirk (Elîşan) û yê frensî (Johnny Opères) çêkirine û her wiha muzîkvanê navdêr ê ereb, kurê hunermenda mezin Feyrûz, Ziyad Rehbanî, 10 parçe ji muzîka wî bi dabeşkirineke orkestralî jenandine.

Hunermendê kurd ê navdar Seîd Yûsif jidayîkbûna sala 1947ê ye û ji bajarê Qamişlo ye, ku mezintirîn bajarê kurdê Sûriyê ye û li bakur-rojhilatê Sûriyê ye.

kn AKnews

Read Full Post »

Read Full Post »

Inesta serkeftinê dide Spanya (Foto: Rueters)

Di dawiya sala 2005 ji Suriyê derketim û hatim Spanyayê, min hemû wexta xwe di herêma Castilla La Mancha derbas kir (ya ku weke herêma Don Kîxotê tê nas kirin), digel ku ez li bajarê Ciudad Readijiyam lê min bi dehan bajar û gundê vê herêmê dîtine.  Folklor û adetên xelkê vê herêmê  nas dikim, ez fêrî çêkirina xwarina wan jî bûme. Di gelek nivîsên xwe de  bi zimanê spanî ez xwe weke Manchego (ji herêma La Mancha) didim naskirin. Belkî jiyandina pênc salan demeke kin be ta ku mirov bibe yek ji xelkên herêmekê. Lê di van pênc salan de piraniya wextê min li wan deran derbas dibû û ligel xelkê wê herêmê. Di gel ku niha ji wan dûr bim jî lê  têkiliyên min ligel herêmê herdem hene.

Min berê di du nivîsên xwe  de (1 2) eşkere kiribû ku ez bi cîhana fûtbulê re mijul nabim lê duh min 20 xulekên dawîn ji maçê dîtin,  dema tîma  Holandî nêzîkî  sêdarikên spanî dibûn, tirs diket  dilê min, heya ku kurê herêma min (La Mancha) Iniesta gol avêt û dilê min hênik kir.

Digel ku min ji kesekî re negotibû ku ez piştgiriya tîma Spanya dikim, belam îro gelek nameyên pîrozkirinê ji min re hatin.

Gelo eger rojekê Kurdistan û Spanya bigêhjin fînalê ezê, di dilê xwe de, serkeftinê  ji tîma kiîjan welatî re bixwazim?

Niha jî ez we ligel vê vîdyoyê dihêlim, vîdyo bi dizî hatibû kişandin di rojbûna hevalekî li Ciudad Realê.

Read Full Post »

Julio Iglesias

AVESTA – Stranbêjê herî navdar li cîhanê her demekê sirrên xwe ji cemawerê xwe re eşkere dike, di konserta xwe ya dawî li Bolîviya got ku ew Viagra bikar tîne û berî mehekê…

di konsertkê li paytexta Îsraîlê got ku ew Cihû ye ji navikê heya serî.

Hunermendê Spanî, di konserta xwe ya dawî  li Bolîvyayê, ji cemawerê xwe re got ku ew Viagra bi kar tîne ji ber ku pêdiviya wî pê heye.

Julio Iglesias di navbera stranên xwe de got: “Berê kirina seksê merqaekî min bû berî ku ez stranan bêjim, niha eger ez seksê bikim êdî nema dikarim stranan bêjim”.

Di îlona bihorî de dema konsertekî xwe li Tel avîvê dida, dîsa navbera stranekê û stranekê, sirrekî xwe eşkere kiribû, ew got ku ew Cihû ye ji navikê heya serî.

Tê zanîn ku dayîka Julio Iglecias Cihû bû, Julio tenê ew hevok got lê wateya hevoka xwe şîrove nekir. Lê  hevoka wisa hate famkirin: ku ew ji navikê û ber jêr ve ne Cihû ye ji ber ku ew nehatibû sunnetkirin.

Avesta / Zinar

Çavkanî: Elmundo.es

Strana “Baila Morena” (Bazde Esmerê)


Read Full Post »

Şîrîn Ebadî

Avesta / Spanya – Dadgera navdar û Xeletgira Nobelê Şîrîn Ebadî êrîşên leşkerî li ser Îranê red dike ji ber ku “guhertin divê ku ji aliyê gelê Îranê pêk were”.

Xeletgira Nobelê û çalaka mafê mirovan Şîrîn Ebadî ji bo lidarxistana panelekê serdana girava “Palma De Mallorca” kiribu.

Piştî guhdarkirina şîret û temiyên hevalan ji bo mayîna wê li Ewropayê ji ber rewşa “metirsîdar” û tevlihev ku li Îranê rû daye, Şîrîn Ebadî biryara da ku ewê li kîşwera (parezemîna) kevnar bimîne heya ku aramî vedigere cadeyên Tehranê.

Xebatkara bêhampa ya mafê mirovan Şîrîn Ebadî ji rojnameya “DIARIO de MALLORCA”  re diyar kiribu ku ew li dijê êrîşên eskerî ên  hêzên derveyî li ser welatê xwe û  heçî guhertin divê ku ji aliyê  gelê Îranê pêk were.

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: Parstimes.com

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: