Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Helbest û Şano’ Category

Sazkirina afîşê: hunermend Hesen Berzencî

         Sazkirina afîşê: hunermend Hesen Berzencî

“Me rojeke xweş li bajarê Essenê derbas kir”, bi van gotinan nivîskar Helîm Yûsiv derbarê çalakiyê radighîne û van agahiyan dide:

“Roj: Yekşem 18.09.2016 / Demjimêr: 14:45 heta 17:00, yê ku roj birêvebir: Hozan Enez bû,

Yên ku helbest xwendin:
Ibrahîm Hisso – Selwa Hesen – Husên Hebeş – Hesen Îrandost

Yên ku çîrok gotin:
Fewaz Ebdî – Lukman Silêman – Helîm Yûsiv

Yên ku stiran gotin:
Mistefa Dadar – Imad Kakilo – Zubêr Salih

Ji bilî wê, imzekirina pirtûkan û hevdîtina bi dost û heval û hezkiriyên wêje û hunera kurdî re bû”.

Çend têbîniyên min derbarê vê çalakiyê:

  • Çalakî 45 xulekan dereng bû, ev jî bû sedema aciziya hin kesan, ji ber wê  şîreta min ji bo kesên ku dixwazin herin çalakiyên kurdî pirtûkek an jî rojnamyek bi xwe re bînin ta ku wextê xwe di bendemayîna despêkirina çalakiyê de wenda nekin.
  • Li paş masyea xwendinê du afîşên biçûk li ser dîwêr hatibû danîn, bawer dikim ne zor bû ku afîşeke mezin bihata çêkirin  an jî hevokeke li ser kertonekê  bihata nivîsadin û li pêşiya masê hatiba danîn ji bo dansîna çalakiyê.
  • Birêvebir Hozan Enez pêşkêşkirina piraniya beşdaran bi zimanê erebî dikir, min ji xwe pirs kir: Ji bo kê û ji bo çi ew bi erebî pêşkêş dike?, min got belkî mêvanên ereb hebin, lê bi texmîna min ew kurtejiyana beşdarên çalakiyê çawa jê re hatibû xwend, gelekan jî kurtejiyana xwe bi zimanê erebî amade kiribûn.
  • Ez pir kêfxweş bûm ku  helbestvaneke jin di vê çalakiyê de cih girtibû, lê xwezî bêhtir bana, mixabin di nav kesên amade de jî tenê sê jin hebûn, ev jî nîşanek ji nîşanên netewên paşdemayî ye.
  • Helbestvan Selwe Hesen, dema dixwest helbetsek zêde bêje li Helîm Yûsiv nihêrî û  rêdan jê xwest ji bo xwendina helbesteke din ta ku ji demê çalakiyê pir wextê nestîne, digel ku Helîm bi barê organîzekirin vê çalakiyê rabibû lê helbestvan diviyabû ji birêvebirê çalakiyê bipirsiya eger ew dikare helbestek zêde bixwîne.

Baş e, ez tevlî Helîm Yûsiv dibim ku çalakî rojek xweş bû, di nêrîna min de jî beşê herî xweş dema du hunermend ji Rojhilat û Rojava bi hev re, bi awakî spontan, perçeyeke mûzîkî pêşkêşkirin, strana ku bi dengê hunermend Mustafa Dadar û buziqa hunermend  Zubêr Salih hatibû pêşkêşkirin çavên gelek kesên amade, ji ber melodî û navaroka wê ya trajîk, şil kiribû.

Pir mixabin medya kurdî di vê çalakiyê de amade nebû, wê bîranînek û arşîvek xweş bimaba ji bo nifşên nû yên ku dixwazin bêtir derbarê berhemên helbestvan, çîroknas û hunermendên kurd bizanibin.

Advertisements

Read Full Post »

This slideshow requires JavaScript.

Ev bû demeke dirêj e ku dixwazim vê gotarê binivisînim lê kêliyeke aram bi dest min nediket. Nivîsa min derbarê beşdarbûna min di şanoyeke spanî bi navê “Xanima Bebangê” ya şanonûserê spanî Alejando Casona.

Di rojekê de ji sibata 2012an derhênerekê şanoyê telefonî min kir û li min pêşniyar kir ku ez tevlî provayên lîstika navborî ku ew derhêneriya wê dikir. Bê ku ez du caran pê biramim min bersiveke erênî da wî. Sedema nedudiliya min jî, ne tenê ji ber ku ez ji şanoyê hez dikim, her wisa ez li bendê tiştekê bûm ku ez pê mijûl bim, ku min ji ekrana kompûterê û nemaze ji nûçeyên tevliheviya li Sûriyê bidûr xîne. Her wisa min ew listikê berê xwendibû û navaroka bi dilê min bû.

Rola ku derhêner dabû min jî roleke sereke bû, berê li Helebê min di du lîstikan de cih girtibû, lê di wan rolan de diviyabû çend hevokên dirêj û kin ezber bikra. Lê li vir rewş cuda bû, wek li Çiyayê Kurmnêc tê gotin “mesele qert e”. Li vir divê cilên xwe biguherînim û di dîmenên curbecur de beşdar bim, di hin dîmenan de divê ez pelikan ezber bikim û bi ser de jî bi zimanê Cervantes.

Min û derhênerê lîstikê Sacramanto berê di xebateke dîrokî de bi hevre xebitîn. Vêca ew derfetên min ji bo listîkvaniyê baş dizane. Berî ez beşdarî provan bibim ez çend caran pê re rûniştim û me bi hev re diyaloga ku divê ez ezber bikim bi hevre xwend. Provayên lîstikê jî berî hatina min bi du mehan despêkiribû, wê çaxê xortek spanî rola “Martín” standibû, lê ew xort ku di heman demê de serokê komeleya şanoyê bû bi awakî rêkûpêk nedihat provoyan. Sacramento jî wî hişiyar kiribû, ku wê li şûna wî lîstikvanekî din bîne û wisa bû, ez hatim û bûm Martín, zilamê malê û siwarê herî baş li çiyayên herêma ku lîstik têde çêdibe.

Di provaya yekê de hin lîstikvan baweriya xwe bi wê yekê nekirin ku ezê bikarim ji heq vê rolê derkevim, lê baweriya derhêner bi min mezin bû. Piştî sê mehan ji provayan me lîstikê li şanoya navendî ya bajarê Ciudad Realê pêşkêş kir, piştre me li gundekî ji parêzgeha Ciudad Realê jî pêşkêş kir. Bavê min jî di pêşkêkirina yekemîn de amade bû, min rabûna wî ser piyan tev lêxistina çepikan û şabûna wî  li dawiya pêşkêkirina lîstikê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Ezê di van xêzan de bi kurtî behsa rola xwe bikim, di mala ku lisîkvan lê dijîn li gundekî li bakurê Spanyayê çar sal in ku şîn û qehr jî bi wan re dijî. Xesûya Martín, du zarokên wê yên biçûk û bavpîrê wan, xizmetkara malê û Martín di malekê de dijîn. Dayîk herdem behsa mirina keça wê Angélica , jina Martín, di ava çemê de dike, tirsa wê dihêle ku zarokan neşîne dibistanê ji ber ku ji bo ku herin dibistanê divê ser pirê çemê re derbas bibin. Lê ya rast Angélica ne mirî bû, wê piştî daweta xwe bi sê rojan ligel zilamekî reviyabû. Di wê rojê de Martín dabû pey şopa wan, tifing jî li ser milê wî bû, lê ew ji ber ku ji Angélica hez dikir wê hîşt ku bi aşîtî here. Piştî vê bûyerê bi çar salan Martín keçeke di ava çemê de dibîne û tîna malê, piştre dilê vê keçê ku navê wê Adela ye dikeve Martín, Martîn jî heyranê Adela dibe. Li dawiyê Angélica tê malê ji bo ku cihê berê şûnve bidesxîne, lê li wir “Xanima Berbangê” li bendê wê dimîne û wê qanî dike ku êdî cihê xwe li wê malê nemaye. Jina Berbangê ku bi xwe giyanbir e (îzraîl ), wê dibe heya çem û piştre listîk bi ragiahndia gundiyan ku wan laşê Angélica di ava çem de dîtin bi dawî dibe.

Nivîseke têklidar:

Ezmûna min di şano û sînamayê de

Read Full Post »

Read Full Post »

Read Full Post »

Nivîskar û helbestvan Zeynel Abadîn  Han dîsa helbestekî xweş pêşkêşî me dike, navê helbesta nû “Tu, kela dilê min û bajarê sosinan – 1”. Li ber dengê birêz Zeynel em dikarin çend wêne ji xwezaya welêt û çend bajarên bakurê Kurdistanê bibînin nemzae Mêrîdn û kela wê, her wisa em dikarin melodiya straneke gelêrî  ku helbestvan bi xwe  têde li tembûrê  dixe û bi hevlkartiya kemana  Ûmît Akkaya.

Nûçeyên têkildar:

Read Full Post »

Hêvî bû ku vegerim gund

Çandinîyê bikim

Nîr û halet

Cot û cobar

Şixre û gêre

Melhêb û diraxe

Ceh û genim

Nok û nîsk

Şolûk û kizin

Li ber bayê başûr ba bikim

Ka û heba cuda bikim

Hêvî bû ku

Vegerim gund û

Tevnê bi hûnim

Rês û hepo

Gûloka birêsim

lîva û hirî

Mahfûr û merş

Bi wêneyên xwezayî

Bineqişînim

Hêvî bû ku

Vegerim gund û

Bibim şivan

Bilûr û gopal

Tûr û kûlav

Birik pez vehewînim

Li mêrgên Şerefdînê

Kûlîlk û beybûn

Nefel û nêrgiz

Li bin belekên berfê

Ber tava hîva

Şevîna şevê

Li serê şikêr kê rûnêm û

Ji felekê re bilorînim

Strana Evdalê Zeynê û

Helbesta bilûra min

Ji pênûsa mîr ê hêja bixwînim

Ber banga sibê

Li hêvya bêrîvana bimîn im

Bi miqam ê bêrîvanê

Gûjîn ji bilûrê bînim

Û pez bidim bêrî

Berxû mîha bi ser hev de bi kalîn im

Û berxên mîjo bimijî im

Hêvî bû kû

Vegerim gûnd û

Destê dayika jar maç bikim

Ji

Zimanê wê

Ji

Dev û lêvên wê

Çîroka çûka pepûk bibhîsim

Her hêvî bû ku

Vegerim gund

Konekî li ser çardeh stûna vegirim

Li havînga Araratê

Û çarsa kon

Bi gûl û gûlbîn da bixemlînim

Kûlavê hirî raxim

Çar hawîr dor balgîha dînim

Nanê sêlê

Nîvîşkê meşkê

Mastê elbê

Penîrê sîrkê û

Zerikek ava sar

Temene kî zêrîn ji felekê bidiz im

Her xwezî bû ku

Vegerim gund

Li binê dara kavnar rûnêm û

Li civaka dilsoz bihisînim

Mijara cuda

Buhayê berxa

Kavira

Mîha

Berana

Bizina

Gîska

Tiştîra

Hevûrya

Qera û

Buhayê nêrya

Hîn bibim

Hêvî bû û xwezîbû ku

Vegerim gund

Read Full Post »

Helbestvanê kurd Ezîz Xemcivîn ku li Dubaî bi roj dixebite û bi şev jî dinivîse, gazincên xwe yên ji ber nevexwendina mîhrîcanan anî zimên û got: “Ev festîvalên ku çêdibin, bi navgînî û dostaniyê vexwendin dibin. Ango çend nivîskar hatine destnîşankirin û di heman festîvalan de bi piranî ew têne vexwendin.  Ew ciwanmêr dostên xwe yê nêzîk vedixwînin.”

ezizxemcivin2Dikarî behsa çîroka xwe ya helbestê bikî, te di çend saliya xwe de dest bi helbestê kir?

Helbest, bê plan û bê destûr di temenekî piçûk de li ber deriyê hizrê rawestiya û bi hêza kelecanê dîkilê dil tikand.  Sala 1982’an tiliyên min û pênûsê hevaltî û hevpeymanek bi hev re danîn. Wê hingê sîpe bûm, min dixwest kurdîtiya xwe bi çi awayî be bînim ziman. Carina em çend heval li hev dirûniştin, gengeşe divebûn, her yek ji me dixwest, xwe ji yê din zanatir derxe. Ew sîpetiya ha, ramanên netewî, konevanî û civakî di serê me da hatin çandin. Roj bi roj bi me re mezin bûn. Ji piçûkaniyê de min ji stranên kurdî hez dikir. Bi tîpên erebî li ber tomarê(teyîb) dirûniştim û min gelek dinivîsandin. Rojekê mamê min ji zankoya Helebê hatibû bal me, ji min pirsî “gelo tu bi tîpên latînî dizanî binivîsînî?” Min got na! yekser ji min re ew li ser pirpelga min nivîsandin û şirove jî ji min re kirin, ev sala 1980’î bû û ew destpêka çîroka nivîsandina min bû.

Çi bû sedem ku tu dest bi helbestê bikî, kî bandor li te kir?

Helbest ji hest e, çi mirovê heye bi derûdora xwe bandor dibe. Dema ku piçûk bûm digel bavê xwe digeriyam. Pê re li civatên zilaman dirûniştim. Di salên 70-80’an de gelek bûyerên nexweş bi ser miletê kurd de derbas bûn. Têkçûn, kuştin, derbiderbûn, qirkirin û çekên kîmya jî hebûn. Lê her carê ku tiştek çêdibû, bi rewşa milet û dilêşiya wî dilê min dikeliya. Min li hêsirên bavê xwe dinerî, dema destmalka xwe ji bêrîka xwe derdixist û rondikên xwe paqij dikirin. Ji ber wê jî teqez dikim ku ew hêsir ji pênûsa min re mîna xîmavê (xumav) bûne. Niha jî bi xêra wê kelecanê dinivîsînim.

ezizxemcivin3Ev 10 sal in tu li Dubaî yî, ji bo çi te dev ji Binxetê berda û çûyî Dubaî?

Binxet, ev roj welatekî zuha ye. Kar û xebat lê nîn e, jiyaneke aloz bi ser milet de hatiye. Ne baran dibare û ne jî desthilat tiştekî dikare ji belengaziya xelkê re bike. Ji bo xweşkirina rewşa xwe ya aborî ez hatime Dubaî.  Çimkî li vî welatî kar pir e. Karê min li vir di beşa avdana baxçeyan a elektronî ango ne ya bi dest. (Control panel)

Kesên ku tu ji bo wan dixebitî ango xwediyê kar, dizanin tu helbestvanekî kurd î yan na?

Karê min bi şaredariyê re ye, hin dizanin ku dinivisînim û carina pirtûkên min jî dîtine.
Taybetî li kar her dema ku valahiyek bi min re hebe, pertûkekê derdixim û dixwînim. Û xwendin li nav piraniya kesên ku li vir in ne normal e. Sê milyon û nîv xelkên biyanî li vir kar dikin.

ezizxemcivinLi hemberî te nêzikahiyeke çawa nîşan didin, ji te re hurmetdar in an na?

Ev kes piranî efganî, hindî û pakistanî ne. Carekê yekî pakistanî bala xwe da pirtûka min û ji min re got: Heval Quranê bixwîne!(Ew li bal wan Quranê tenê dinasin) Hema min yekser pirtûka xwe girt û min jê re got were ez ê sê pirsan ji Quranê ji te bipirsim û tu jî bîst pirsan ji min bike.

Malbata te li Binxetê ye, tu li wir î. Ev yek bandoreke çawa li ser jiyana te dike?

Wek min diyar kir, rewş li vir jî ne ewqasî baş e. Ne her kes dikare malbata xwe digel xwe bîne. Ez li vir im malbata min li Binxetê ye, her pênc heyvan diçim. Bandora vê yekê li ser jiyana min pir heye. Her dem ez di xurbeta her mafê xwe de weke mirov û bêpar ji wan mafên xuristî dijîm.
Ev bi xwe jî di nivîsên min de jî diyar e.

ezizxemcivin4Li Dubaî pirtûkên bi kurdî hene, hûn çawa peyda dikin?

Pirtûkên kurdî li Dubaî nîn in. Ez hinekan di hatina xwe ya ji welat bi xwe re tînim, dixwînim û di vegerê de dibim û hinekî din tînim. Ez pirtûkên xwe ji hevalên li Ewropa, li bakur û başûrê Kurdistanê re dişînim û ew jî yên xwe ji min re dişînin.

Yanî her tim dixwînî?

Ez ji pirtûkan hîç dûr neketime û nikarim dûr bikevim. Lê xwendina min di internet de jî baş e.

Li Dubaî hejmara kurdan çend e?

Li Dubaî nêzî 2 hezar kurd hene.

Kurdên li Dubaî hemû karker in an kurdên karsaz jî hene?

Piraniya kurdên ku li vir dijîn karker in, hin mamosteyên dibistanan in, endazyar û karsaz jî hene.

Têkilî û danûstandina kurdan li wir çawa ye?

Ev der welatê kar e, ew valahî nîn e ku dan û standin hebin. Kurdên ku li Newrozê amade dibin hevûdu dibînin.

Hûn li wir Cejna Newrozê çawa pîroz dikin?

Newroz cejna me ya netewî ye. Her sal wek li her derê ku kurd wê pîroz dikin, li vir jî tê pîrozkirin. Lê ne mîna li welat e, li vir em salonekê kirê dikin, berê destûrdayînê li şaredariyê çêdikin. Ev welat hemû miletên ku lê dijîn revendên wan dikarin bi zimanê xwe biaxivin û şahiyê xwe jî bikin. Belam ne ji derveyî zagona dewletê be. Şahiya Newrozê, wek min got li derve nabe, divê di salonê (hol) de be. Em hunermendekî/e kurd carinan bêtir jî vexwendî cejna xwe dikin. Gelek hunermendên navdar hatine Dubaî û Newroz bi me re vejandine wek nimûne Şivan Perwer, Gulistan, Ciwan Haco, Nasirê Rezazî, Merziya, Şeyda, Necmeddîn Xulamî, Azad Feqe, Hozan Derwêş, Dilniya Qeredaxî, Canê, Abdulqehar Zaxoyî, Hacî, Sebah Zaxoyî, Kmîran û Sefqan hwd.

Ji xeynî te kurdên ku li Dubaî dinivîsin hene?

Kurdên nivîskar li nav revenda me kêm in, yên bi zimanê kurdî dinivîsînin ez tenê me, lê yên ku bi zimanê erebî dinivîsînin deh nivîskar hene.Têkiliya min û hindekan ji wan heye. Revenda me bi çalakiyên balkêş rabûye, yek jê sala 2005’an (Hevdîtina rewşenbîrî kurdî/erebî ya yekem li Dubaî). Nivîskarên kurd ji başûrê Kurdistanê jî ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê bi serokatiya birêz Hesen Silêvanî amade bibûn. Ji revenda erebî filistînî, sûrî û misrî hem jî ji Dubaî (Mîrgehên Erebî) hebûn. Me şeveke taybet ji bo helbestxwendina erebî / kurdî bi amadebûna gelek helbestvanan li dar xist. Ji çalakiyên din jî revenda me nivîskar û helbestvan vexwendî Dubaî kirine û semîner li ser berhem an çalakiyên xwe pêşkêş kirine.

Li  Bakur gelek mîhrîcan çêdibin, lê em we qet nabînin. Gelo gazî we nakin, an hûn nayên?

Ev pirseke girîng e da ez ji xwendevanan re rave bikim. Keko ev festîvalên ku çêdibin, bi navgînî û dostaniyê vexwendin dibin. Ango çend nivîskar hatine destnîşankirin û di heman festîvalan de bi piranî ew têne vexwendin. Tiştekî din jî dixwazim bala we bikêşînim ser, ew jî ev nivîskarên ku têne vexwendin, vexwendinên heman parçeyê welat jî di riya wan re ye. Dîsa ew ciwanmêr dostên xwe yên nêzîk vedixwînin. Wek nimûne li Rojavayê Kurdistanê di hemû festîvalan de nivîskar Konê Reş hatiye binavkirin. Festîval nîn in ku ew lê ne amade ye, gelo nivîskar di Rojava de ji Konê Reş pê ve nîn in.

Divê tim eynî kes nebe…

Ez ne li dijî kesekî me, lê bi sedan helbestvan, nivîskar hene û ji ber ku ne dostên berpirsên van festîvalan in, nayêne vexwendin. Di festîvalên ku îsal li Bakur çêbûn, mixabin van kesan dîsa vexwendin kiribû destê Konê Reş, ji bo zanînê du helbestvanên jin hatibûn vexwendin her yekê ji wan çar helbestên wan tune ne. Ne tenê wilo jî ew helbestvan heta niha bi zimanê erebî dinivîsin. Hîç xwendevanekî kurd bi navê wan di wêjeya kurdî de nexwendine. Û dibe bi kurdî jî nizanin binivîsînin. Bi her hal ev min weke nimûne anî ziman, tev ku ez ne li welat im û ev vexwendin ji bo min bandor nake û naxwazim di riya kesan de bême vexwendin, eger pênûsa min ne hêja be ji xwe bila ez neyême vexwendin, hîç dilteng nabim. Lê belê gelek nivîskarên kurd ji mîhrîcanên girîng hatine dûrxistin bi seba gendelî û naskirin û dostaniyê. Wek helbestvan gelekî kêfxweş dibim ku ez di çalakiyan de beşdar bibim, lê heta ku ev berpirs neynika wan a vexwendinê ne li ser berhem û xebata nivîskaran be, ez dibêjim ez û gelekên wek min wê dûrî vexwendinan bin.

Weke kesekî li Dubaî rewşa weşanxaneyên kurd ên li Bakur û Başûr çawa dinirxînî? Pirtûkên te li ku têne çapkirin?

Rewşa weşanxaneya kurdî jî ne kêmî ya festîvalan e. Gelekî sosret nemînin, miletê kurd her ew e, tu çi berhemê ji weşanxaneyên me kurdan re bişînî, eger dîwana Ehmedê Xanî be, eger tu ne dostê wan bî ew hîç ji te re çap nakin. Ezmûneya min bi hin weşanxaneyan re heye. Bawer bike eger ku ez nameyên wan li vir biweşînim mirov ji bersiv û behaneyên wan şerm dike. Wek nimûne yek ji van weşanxaneyan ku projeyekî çapkirina dîwanên helbestvanên jin dê çap bike. Kes ji me li dijî jinan nîn e, berevajî em herdem û di her helwestê de li kêleka jina kurd rawestiyan e.

Ma çapkirina dîwanên jinan xelet e?

Gelo di wêjeyê de jin û mêr çi cudahî di navbera wan de heye? Gava helbestvanek bi dehan salan xebata wî heye û bi dehan pirtûk, dîwan, vekolîn û gotarên wî hene, bi bahaneya ku deh-panzdeh helbestên helbestvaneke jin hene ew ê dîwanekê ji wê jinê re çap bikin û ew qas xebata wî mêrî bila têk biçe? Bi rastî ev yek ji sosretan e, gelo li nav kîjan miletî ev mijar heye? Bila bi nerînekê li wî nivîskarî ku hemû xwêdan û xwîna laşê xwe xistiye rajeya evî zimanî de bi evê arzaniyê lê nenerin.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Berî ez bêm vî welatî min dixwest maleke (xanî) min a taybet hebe. Ez û komputer û pirtûkên xwe di odeyeke cuda de bin. Hêj ez bi cih nebûme, lê ode çêbûye. Niha jî xewneke min e ku ez hemû pirtûkên xwe çapkirî li ber serê xwe bibînim.

Ger rojek derfetên te yên aborî çêbibe, dixwazî çi bikî?

Çiqas derfet çêbibin, ji nivîsandinê pê ve di tiştekî din de naramim. Ez û pênûsê ji piçûkaniyê de heval in û heta bi roja dawî jî em dê her wisa bimînin.

Li Bakur û Başûr li gorî te di helbestê de kî zêde serkeftî ye?

Asta helbesta kurdî bi giştî baş e, lê hin pênûsên hêja hene, li her çar parçeyên Kurdistanê helbesta çak û ya lawaz heye. Lê şensê hinekan di ragihandinê de nîn e, lê nayê wê wateyê ku ew helbestvan lawaz in.

PORTRE / EZÎZ XEMCIVÎN

Di 1965’an de li bajarê Heseka Binxetê hate dinyayê. Xemcivîn ku Peymangeha Elektrîkê qedandiye, ji sala 1982’an de bi kurdî dinivîse. Yekemîn helbesta wî di sala 1985’an de,  di kovara Gelawêj de hate çapkirin. Yekemî pirtûka wî di sala 1990’î de çap bû. Helbest, stran, gotar, pexşan û rexneyan dinivîse. Xemcivîn ku di 1994’an de zewicî, bavê 3 keç û kurekî ye. Berhemên wî ku heta niha hatine çapkirin ev in; “A B’ya kurdî”, “Zindana Piçûk (dîwan)”,.
“Pejal (dîwan)” û “Jiyana Mele Ehmedê Palo li Beyrûtê (werger)”. Li ber destê Xemcivîn 8 dosyayên ku hêj nehatine çapkirin hene.

Maşallah Dekak / AKnews

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: