Şakîra bi “Kopîkirinê” tê tawanbarkirin (Vîdyo)

Stranbêjê  Domînîkanî Wilfredo Vargas Staranbêja Kolombî Şakîra bi kopîkirina pereçeyekê ji strana wî  “El negro no puede” ango  “Yê reşik  nikare”  tawanabar kir ji bo bikaranîna wê di sirûda Mundiyala 2010 li Afrîkayê. Strana Wilfredo Vargas ku ji aliyê grûpeke  “Chicas del can”, di perçeyekî xwe de, dişibihe  strana “Waka Waka” ya Şakîra ya ku di youtubê de rekord şikand û zêdeyî 136 mîlyon car hatiye … Continue reading Şakîra bi “Kopîkirinê” tê tawanbarkirin (Vîdyo)

Hevpeyvîn ligel Helbestvan Husên Hebeş

Zinar Ala: Kek Husên tu sala bihorî beşdarî festîvala navnetwî ya helbestê li Medellin (Kolombiya) bûyî, îsal jî ji 14 heya roja 21ê sibatê tu beşdarî festîvala navnetewî ya helbestê li bajarê Granada (Nikaragua) bûyî. Ji kerema xwe tu dikarî hinekî behsa vê beşdarbûna dawî bikî? Husên Hebeş: Piştî demeke dirêj ji firandinê, ji balefirgehekê ta yeke din ez û helbestvanê îraqî Fadhil Al-Azzawî li … Continue reading Hevpeyvîn ligel Helbestvan Husên Hebeş

“Ger kursiyekî qezenc bikim, ezê xwe tazî bikim”

Avesta – Parêzer û siyasetvana Kolombî Fernanda Valencia soz dabû hilbijêran eger kursiyekê di parlamanê de bi dest bixe wê xwe tazî bike. Fernanda Valencia ya 42 salî û berê posta  cîgerwezîra tûrîzmê girtibû, dixwaza bi vê “reklamê” bala hilbijêran bikîşîne ser xwe. Ew ji rojnameya El Mundo re gotibû: “Ne pere, ne jî tecrubeya min hene, ji bo ez kampanyekê çêbikim, min ligel dost … Continue reading “Ger kursiyekî qezenc bikim, ezê xwe tazî bikim”

“Shakira bi kurdî distrê!”

AVESTA – Ev sernnûçe ya malpereke kurdî ye, goya malpera nûçe, çand û hunerê. Ji dema dîtina sernûçeyê me zanîbû ku ev sernûçe ne rast e, lê me got ka hele em binêrin çawa Şakîra bi kurdî distre. Vaye nûçeya malpera Diyarname: Sernûçe: Shakira bi kurdî distrê! Kurtenûçeyê: Hunermenda navdar Shakira bi kurdî distrê û direqise. Vaye ew klîb:… Berferhiya “nûçeyê”: Helbet Shakiraya navdar hê … Continue reading “Shakira bi kurdî distrê!”

Hevpeyvîna Helîm Yûsif bi Husên Hebeş re

Hisên Hebeş, helbestvanekî Kurd e, ji rojavayê Kurdistanê ye. Sala 1970 î li gundê Şiyê, herêma Efrînê ji dayik bûye. Ev çend salin ku li Almanyayê dijî. Hetan niha çar pirtûkên wî yên helbestan bi erebî derketine, herwiha gelek helbestên wî yên bi zimanî Kurdî hatine weşandin. Hinek ji helbestên wî wergerîne zimanê Farisî, Spanî, Almanî û Îngilîzî. Di destpêka Tîrmeha 2009 an de beşdarî … Continue reading Hevpeyvîna Helîm Yûsif bi Husên Hebeş re

Husên Hebeş li Festîvala Netewî ya Helbestê (Vîdyo)

Helbesta Husên Hebeş bi çepikên hezkiriyên helbestê tê pêşwazîkirin. Di vê vîdyoyê de helbestvan Husên Hebeş  û her wiha gellek helbestvan bi gellek zimanan helbestên xwe dixwînin. Ev vîdyo di roja dawî ji festîvalê hatibu kişandin, têde perçeyên biçûk ji helbestên helbestvanên beşdar hatine weşandin. Di deqeya 9.28 de ji vîdyo, Husên Hebeş vê perçê ji helbesta xwe dixwîne: Çi xema mine Çi xema mine eger ez bimirim an … Continue reading Husên Hebeş li Festîvala Netewî ya Helbestê (Vîdyo)

Ingrid Betancourt azadiya xwe distîne

Kolombiya- Siyasetmedara Kolombî-fransî û Berendama serokatiya Kolombiya ya berê Ingrid Betancourt yê ku di sala 2002 an ji aliyê gerîlayên FARCê (Hêzên çekdarî û şoreşgerî yên Kolombiyayê) hatibû revandin duh serbest hate berdan. Betancourt ji rojnamevanan re got: “ez ê bo azadiya êsîrên ku hîn di destê FARC de mane bixebitim û ez ê piştgiriyê ji serokê Fransayê Nikolay Sarkozy bixwazim ji bo ez armanca … Continue reading Ingrid Betancourt azadiya xwe distîne

Mirina seroka FARCê “Tirofijo”

Kolombiya- Îro Tevgera FARCê “Hêzên çekdarî û şoreşgerî yên Kolombiyayê” wefata serokê rexistina FARC ê îlan kirin, ew bi navê “tirofijo” tê naskirin û gûr daxuyaniya FARCê di 26 ê miha adarê bi celteya dil jiyana xwe ji dest da. Tê zanîn ku rêxistina FARCê bi deh salan şerê cekdarî li dijî hikumeta kolmbiya yê dimeşîne, her wisa Amerîka û Ewropa FARC  weke organîzasîonek terrorîst … Continue reading Mirina seroka FARCê “Tirofijo”