Bidawîkirina revînan

Dema ku hûn xwe tenê hîs dikin, hûn radyoyê vêdixînin, Puja* çêdikin, li dû guruyan* digerin, bi kesên din re gotegotan dikin, diçin sînemayê an pêşbaziyan [hesban, erebeyan..], ji ber wê revên ji hemû rengî girîngiyê distînin, çi reva bi rêya vexwarinê be, yan jî reva di derbarê [îbadeta] Xwedê re.

Pirsgirêk revîn e, her çend rêyên me yên revînê yên curbecur hebin jî, hin kes bi revînên xwe yên bi rûmet [ango ew revînên pejrandî ji aliyê civakê] dikarin zirarek mezin ya derûnî bikin, hinên din jî dikarin bi revînên xwe ya dunyayî zirarek sosiyolojî ya mezin bikin. 

Lê ji bo fêmkirina ew tenêtiya ku me îzole dike, divê hemû revînan bi dawî bibin, ne bi rêya kedkariyê [têkoşîna ji bo bidawîkirina revînekê] ne jî bi zorê, lê bi dîtina sextebûna revînê. Wê demê em rasterast bi “ya ku ev e” re rû bi rû ne û pirsgirêka rastîn dest pê dike.

Krishnamurti

* Puja li Hindistanê weke nimêjek ji bo qedirgirtinê û îbadetê.

* Guru d ew kesên ku qaşo şîretan didin xelkê ji bo dermankirina û saxlemkirina rihê wan û duruskirina jiyana wan.

Şîrove û nêrînên we