Fêmkirina “ev e, ya ku ev e”

Pelikek li daristanekê

Bê guman, mirovê ku jiyanê fam dike, ne hewcedarê baweriyan e.

Mirovê ku hez dike, baweriya wî tune ye; hez dike.

Ew yê ku xwedî bawerî ye, mirovê ku ji aliyê êqil ve hatiye daqirtin, ji ber ku aqil her dem li ewlehiyê û parastinê digere, her dem ji metirsiyê dûr dikeve û ji ber vê yekê, raman, bawerî, îdealan derdixîne holê, ku li pişt wan bikaribe xwe biparêze.

Ger hûn niha rasterast derbarê tundiyê gotûbêjê bikin dê çi bibe?

Hûn ê ji bo civakê bibin xeterek; û ji ber ku hiş pêşbîniya metirsiyê dike, ew dibêje, “Ez ê di nav deh salan de bigihêjim îdeala Ne-tundiyê”, ku ew pêvajoyeke bi tevahî xeyalî ye, sexte ye…

Fêmkirina “ya ku ev e” ji afirandin û şopandina îdealan girîngtir e, ji ber ku îdeal derew in û ya ku ev e, ya rast e.

Ji bo têgihiştina “ya ku ev e”, pêdivî bi kapasîteyeke pir mezin û hişmendiyek bilez heye, ku mirov ji pêşhukmî azad be.

Ji ber ku em naxwazin bi (têgeha) “ya ku ev e” rû bi rû bibin û wê fam bikin, em gelek rêyên revê îcad dikin û em navên xweş didin wan, wek îdeal, bawerî, Xwedê.

Tenê gava ku ez tiştê sexte wekî sexte bibînim, hişê min wê çaxê dikare tiştê rast bibîne.

Hişê ku bi derewê re tevlihev be, tu carî nikare rastiyê bibîne. Ji ber vê yekê, divê ez fêm bikim ka di têkiliyên min de, di ramanên min de, di tiştên li dora min de çi derew e, ji ber ku ji bo famkirina rastiyê, divê ku derew were fam kirin.

Bêyî ku sedemên nezaniyê ji holê rabin, ronîbûn nabe; lêgerîna ji bo ronîbûnê dema ku hiş di nezaniyê de tevbigere, bi tevahî pûç û bêwate ye.

Ji ber vê yekê, divê ez dest bi dîtina tiştên sexte di têkiliyên xwe yên bi ramanan re, bi mirovan re, bi tiştan re bikim.

Dema ku hiş tiştên derewîn dibîne, ya rast diyar dibe; hingê ekstasî heye, dilxweşî heye.

Jiddu Krishnamurti

Têbînî: Pelika li jor ku tu dikarî bi gelek gotinan wesif bikî an jî têde ramanan bibînî wek: xweşik, nexweşik, hişk, qujmirî, “Ala Rengîn” an “Kurdistana birîndar”…, lê pelik ew pelika ye. “ev e, ya ku ev e”.

Nivîsên têkildar ji bo fêmkirina “ya ku ev e” :

“Ev e, wiha ye” Evîn dibêje

Xwenasîn

One thought on “Fêmkirina “ev e, ya ku ev e”

Şîrove û nêrînên we