Xewna xwe pêk anî: Kamyonajotin li Ewropayê

Min ev nûçe berî 7 salan nivîsîbû, wê çaxê ez di warê rojnamegeriya kurdî de gelek çalak bûm, bûyerên balkêş li ku bûn ez derdiketim nêçîriya wan. Hinek ji wan nûçeya belkî ne ewqas balkêş bûn lê min hewl dida ez balkêşiya van nûçeyan nîşan bidim û çîrokên kurdên serkeftî li diyasporayê belav bikim. Reşîd li Spanyayê cîranê min bû , roja hatibû vî welatî … Continue reading Xewna xwe pêk anî: Kamyonajotin li Ewropayê

ANNE WITH AN E

Originally posted on Xebroşkbêj:
Bextewarî têgiheke tevlihev e. Di dil û hişê mirovan de pênase û taybetiyên jev cuda dihewîne. Fikir û xeyalên ser bextewariyê bi qasî ceribandina jiyên bi ya têgihiştinê jî şikil digire û him ceribandin him jî têgihiştina mirov li bin bandora pêdiviyê mezin dibe yan jî piçûk û xav dimîne. Lê dîsa jî kesek nikare ji nav bextewariyan hinin… Continue reading ANNE WITH AN E

Foto – “Pieds nus sous la lune” / “Pêxas di bin heyvê de” ya Aram Karim

Duh piştî ku min hevpeyvîna wênekêş û hunermend Aram Kerîm “Kurdistanê nêzî Madrîdê dike” di medyaya civakî de weşandibû.  Kekê Aram Kerîm ji Fransayê bi min re axivî û spasiya min kir ser weşandina hevpevînê û xebata min bi gîştî di warê ragihandinê de. Wênekêşê hêja û jêhatî xebata xwe niha li Ewropa didomîne, yek ji xebatên wî yên çapkirî bi navê “Pieds nus sous … Continue reading Foto – “Pieds nus sous la lune” / “Pêxas di bin heyvê de” ya Aram Karim

Dengbêjî – Çîroka strana “Gede Lo”

Gede xortekî ji  ji Qersê ya girêdayî herêma Serhedê ye, li Qersê ji xortan re dibêjin Gede (lawik , kurik). Gede koç dikir û di koça xwe de di gundê Budaxê de derbasbûye, Gede li wir keçek pir bedew hebûye, navê wê jî Xanim bû. Xanimê dibîne dilê wî yekser dikeve Xanimê, dilê Xanimê jî dikeve wî. Xanim jî qîza mala Budaxê ye. Gundê Budaxê … Continue reading Dengbêjî – Çîroka strana “Gede Lo”

Fîlma Protokola Mîlanê

Fîlm di herêma sînorî de naverba Rojava û Başûr de hatiye kişandin. Li kampa Xankê ya penaberan despê dike û li balafirgeha almanî Köln-Bonnê bi dawî dibe. Fîlm pirzimanî ye: kurdî , almanî, înglzî û, tirkî û erebî ye. Dirêjahiya fîlmê 106 xulekan e. Li Başûr bizîşka alman Martîna ku di kampeke penaberan kar dike ji aliyê grûpeke çekdaran ve tê revandin û wê tînin … Continue reading Fîlma Protokola Mîlanê

Fîlma Fermandar Aryan/Comandante Arian

Derhêner Alba Sotorra fîlma xwe diyarî giyana şervana înglîzî ya YPJê Anna Campbell ya ku di 15 adara 2018an de ji ber êrîşa fîrokeyên artêşa tirk bi ser Efrînê ve jiyana xwe ji dest dabû, her wisa ji bo hemû jinên ku ji bo guhertinê têdikoşin. Dirêjahiya fîlmê 80 xulek in, dîmenên fîlmê di navbera 2015 û 2018 de hatine kişandin û ji aliyê televîzyona spanî, … Continue reading Fîlma Fermandar Aryan/Comandante Arian

Fîlma Sîka Çiyayê Kurmênc

Derhêner û wênekêş Azad Evdikê ji bajarê Serekaniyê ye, wî berî êrişa Tirkiyê ya bi ser Efrînê ve bi çend rojan , xwe gihandibû navenda bajêr. Azad ligel karwana hunermendan ji rojhilata Firatê hatibû Efrînê ji bo lidarxistina hefteyke ji çalakiyên çandî ji bo bilindkirina morala gelê Çiyayê Kurmênc. Helbet ji ber nêzîkbûna bombeyên artêşa tirk û grûpên îslamî ji bajêr, ew çalakî nehatin lidarxistin. … Continue reading Fîlma Sîka Çiyayê Kurmênc

Vîdyo: Bo çi bexşandina pereyên hûr ji bo ala Kurdistanê?

Di rojekê de berî du salan ez li kêleka Katêdrala Kölnê dimeşiyam, çavê min li komeke kesan ket ku li derdorê alên hinek netewên dinyayê civiyabûn. Min got ka ez herim binêrim Ala Kurdistanê çiqas pere wergirtine, ji ber ku berê vê jî min vîdyoyek dîtibû ku gelek pereyên hûr ji bo ala kurdî hatibûn bexşandin. – Çavên min despêkê li navê #Kurdistanê neket, tenê … Continue reading Vîdyo: Bo çi bexşandina pereyên hûr ji bo ala Kurdistanê?

Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

1) Ji fîlma “#DagirkeriyaTirk“, dokumentarek derbarê dagirkeriya #Tirkiyê ji Efrînê re û reva xelkê ji #ÇiyayêKurmênc. (Adara 2018an) #Pirs: Tu pêşeroja #Efrînê çawa dibînî û jiyana te wê çawa be li vir? #Bersiva zilamekî kurd: Bi xwedê pêşeroj nenas e…, ev xelk hemû li vir dorpêçbûye. #Dewletê derî jî di pêşiya me de girtin, dewlet em bi tenê hîştin…, mala min li #Helebê heye, ez li vir çi dikim? Qet nebe heta çareyekê … Continue reading Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

Kurmanciya Ermenistanê

Originally posted on Название сайта:
Têngîz Siyabendî NASANDINA DEVOKÊ Û DEVERÊ BI KURTÎ Êzdiyên ku niha li Ermenistanê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe… Continue reading Kurmanciya Ermenistanê