Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Mafê mirovan’ Category

Hêvî Mustafa / Foto: Kovara "La Marea"

Hêvî Mustafa / Foto: Kovara “La Marea”

Kovara “La Marea” ya spanî, ku bi awakî mehane tê weşandin û bêtirî 100 hezar şopînerên wê di toreyên civakî de hene, hevpeyvînek balkêş bi seroka kantona Efrînê Hêvî Mustafa re çêkir. Hevpeyvîn di bin sernivîsa: “Êrîşî me dikin ji ber ku me sîstemek bi çand û olên cûrbecûr avakiriye” li kiyoskên Spanyayê hate belavkirin

Di vê hevpeyvînê de serokwezîra herêma Çiyayê Kurmênc Hêvî Mustafa destnîşankir  ku sîstema Xweseriya Demokratîk alternatîva herî baş e ji bo hemû Sûriyê re, ev sîstem jî metirsiyeke ji rejîmê re ye: “Grûpên din tiştekî ava nakin, tiştan têk dibin. Em ava dikin, me sîstemek avakir ku rêz ji çandan re digre û ji ber wê jî em tehdîda herî mezin ji rejîma Esed re ne”.

Piştî berxwedana Kobanê, cîhan li jina kurd weke jineke şervan di cengê de dinêre, lê ji bilî vê yekê jin di hemû warên civakê de cih digre

Hêvî Mustafa bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê li hemberî êrîşên îslamiyên tundrew di van du salên dawî de û sedema van êrîşan wiha anî zimên: “Ew êrîşî me dikin ji ber ku modêla me napejrînin”. Bi rêya pelikên ev kovara spanî seroka hikûmeta Efrînê bang li civaka navnetewî jî kir ku arîkariya wan bike ji bo têkbirina van grûpên tundrew: “Ji ber ku ew ne tenê metirsiyek ji Rojava re ne lê herwisa ji bo hemû cîhanê re”.

Seroka kantonê girningiya rola jinê di şoreşa Rojava de wiha anî ziman: “Li Rojava jin beşek ji şoreşê ye û di hemû warên jiyanê de cihê xwe girtiye. Piştî berxwedana Kobanê, cîhan li jina kurd weke jineke şervan di cengê de dinêre, lê ji bilî vê yekê jin di hemû warên civakê de cih digre. Wek jin û serokwezîr, ez ji vê sîstemê kêfxweş im, ku têde kotaya jinan di hikûmetên kantonan de ji %40 e. Di pergala me de rola jin pir girîng e, lê bi awakî taybet jin di warê perwerdekirinê de nîşan kir ku ew xwedî roleke çalak e”.

Advertisements

Read Full Post »

Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday

Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday

Roja we bi xêr xwendevanên vî zimanî şîrîn:

Niha ez wek di weşanên berê de bêjim “Bê Şîrove”, belkî hinekan tênegihin ji ber çi ez naxwazim nivîsek derbarê  wêneyek, vîdyoyek an jî hevokekê biweşînim. Sedema vê yekê jî dubarekirina nivîsên ku min derbarê van mijaran kirine,  dibêjim êdî ne hewceye dîsa ez serê xwendevanan bi van mijaran mijûl bikim.  Lê biborin, îro ezê dîsa serê we bi van mijaran biêşînim ji ber ku em nikarin çavê xwe derbarê çewtiyan bigrin, ku em neaxivin û rexne nekin kî wê behsa van şaşiyan bike.

Ji despêka raperîna gel li Sûriyê min behsa manîpûlekirina zarokan kir, di vî warî de hemû hêz û partiyên kurd wekhev in. Hemû zarokan wek lîstokan bi penikan dilivînin, psîkolojî û kesayetiya wan jî  di wê temenê biçûk de diherimînin.

Min berê jî gotibû mijara leşkerkirina zarokan pir xerab e, ji bilî binpêkirina mafên zarokatiyê,  li ser asta navnetewî welatên an rêxstinên ku zarokan di şer de bikartînin navxirab in. Min ev yek berî salekê  ligel berpirsekî payebilind ya PYDê jî gotûbêj kiribû, serfermandariya YPGê got dê êdî kesên jêrtemen di nav refên xwe de nehweîne, lê mixabin hîn em dibîbinin ku yên jêrtemen (bin 18 salî) li Rojava çekan hildigrin.

Tiştên ku berî demekê min şîrove nekirin

– Duyemîn Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Efrînê, ku vê mehê lidarketibû, biryareke radîkal standibû, min biryarên vê konferansê bi kurdî di Ajansa Hawar News de xwendibû, piştre di heman ajansê de min di beşê erebî de xwend, lê ev biryar bi zimanê erebî nehatibû weşandin. Biryar bi kurdî wiha bû: “Konferansa me radigihîne ku wê sîstema perwerdeya neteweya demokratîk li ser felsefeya Rêber APO ava bike; lewre her êrîşeke li ser Rêber APO û felsefeya wî weke ku li ser saziya me tê kirin dipejirîne û li dijî wan êrîşan dikeve nava çalakiyan..”. Deshilata li Rojava xwe bi xwe ji rojnamevanên biyanî re dibêje ku ew sîstema “Demokrasiya Radîkal” dimeşîne, biryara SZK li Efrînê jî fermanên ev “Demokrasiya Radîkal” jî bi cih dike.  Min heya niha ti rêxstinek an jî partiyek li cîhanê nediye ku navê radîkal li ser sîstemên rêvebiriya herêm an welatê xwe xisitiye, ez nizanim zilamên Qendîlê  têgeha “Demokrasiya Radîkal” ji ku anîne, gelo ev felsefeya birêz Ocalan e?

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News

– Sala borî Kobanê şalûlê deşta Sirûcê Baqî Xido bi çalakiyeke balkêş bibîranî, xelkê Cizîrê jî Mihemed Şêxo jibîr nekir. Mixabin li Kurdaxê 25mîn salvegera barkirina bilbilê Çiyayê Kurmênc Cemîl Horo bê çalakî derbas bû. Beriya du salan jî li Helebê li taxa Şêx Meqsûdê Xweseriya “Demokratîk” navendek ya çand û hunerê bi navê Cemîl Horo vekir, lê gorî wêneyên ku derbarî vê navendê hatine weşandin wêneyeke Cemîl Horo tune bû, lê helbet wêneyên Ocalan li wir cih digritin.

Wêneyên Ocalan li Rojava li her derê hene, ev yek jî wêneyên dîktatorên berê Hafêz û kurê wî Beşar Esed tîne bîra me. Li Rojava gelek lêçûn (mesref) ji bo al û wêneyan tê rijandin, xwezî ev lêçûn herin ji bo avakirina dibistanan û kirîna  lêçûnên xwendinê ji bo zarokan. Berî mehekê mamosteyek ji Efrînê ji min re gotibû krîstala odeyekê li dibistana wan şikestî bû û zarok ji serman re zor dikşînin. Mamoste arîkarî ji “hevalan” xwestib lê: “Heval ji me re gotin pere nîn e”. Lê tekez  ji bo wêneyên “serokê gelê kurd” pere herdem hene.

Ji bo kes nebêje ku ez tenê rexne li sîstema Xweseriya “Demokrat” û serfermandariya YPGê dikim, bila haya wan hebe ku ez bi awakî rojane agahiyan derbarê berxwedana YPGê/YPJê di derbarê parastina Rojava de û danasîna doza kurdî  bi zimanê spanî diweşînim. (www.facebook.com/ActualidadKurda)

Sedema sereke ya nivîsa îro jî  ev vîdyoya li jêr ku piştî rizgarkirina Kobanê hate belavkirin, mirov têde dibîne çawa hinek şervanên YPGê sîleh dane zarokekî, yek jê re dibêje: De şorê bike, nêzîkî DAÎŞê bibe. Yê din jî dibêje: Bêje bijî berxwedana YPGê, mixabin şervanekî din jî gellek fîşekan davêje ezmên, helebt “pere tune ne”.

Têbînî: Ji bo xwendina nivîsên min derbarê manîpûlekirin û leşkerkirina zarokan li Kurdistanê li ser vê girêdanê bitikîne. (an di kategoriya Zarok de li nivîsan bigerin).

Read Full Post »

Komeke penaberan di bin çavdêriya polîsa yewnanî

Komeke penaberan di bin çavdêriya polîsa yewnanî

Yewnan, ku weke “Dojeha Penaberan” tê naskirin, yek ji rawsetgehên sereke ji bo penaberên ku ji Afrîqa û Asyayê tên ta ku rêya xwe ber bi welatên zengîn yên Ewropayê bidomînin û bikaribin li wir mafê penaberiyê bixwazin. Yewnan ji bo gellek penaberan re bûye zindaneke ku bi hêsanî mirov nikare jê rizgar bibe, niha jî Êzdiyên Şengalê jî li vî welatî ewropî asê mane.

Li gorî reportajekê ya rojnameya dîjîtal Eldirario.es yekemîn grûpên Êzdiyan ku ji Şengalê aware bûne gihîştin Yewnanê. Rojname radighîne ku ev penaberên ku ji tehdîtên Dewleta Îsalmî reviyane niha di bin metirsiya vegerandina bilez de ne yan jî dê tuşî danûstandina xerab ji aliyê polîsan ve werin.

Nûçegîhana El Diario rewşa  awareyên Şengalê li paytexta Yewnanê wiha vedibêje: “Erdê xaniyê biçûk li Atênayê bi dûşekan ve tijî ye, 20 kesan di nav de jî sê zarok, di 30 metrên çaroşe de li salonekê û odeyeke xewê kom bûne. Nîvê van kesan yên jortemen (18 salî) li cadeyê heya berbangê dimînin, wê çaxê dora wan tê ji bo bikaribin ser doşekan ve xew bikin.”

Ji ber ku ew nikarin derdorê sê an çar hezar Euro, bihaya ku qaçaxcî ji wan dixwazin ji bo ku bighêjin ba merivên xwe li Almanyayê, ev penaber niha neçar in ku li Yewnanê bimînin. Îbrahîmê ji Başîqayê sedema hîştina warê xwe wiha tîne ziman: “Em weke koran ji mirinê reviyan, bê ku em tiştekî bi xwe re rakin. Ne daxwaza mebû ku em werin Ewropayê, lê herêm wê heya gellek salan nearam bimîne, veger jî bêwate ye piştî ku derket holê ku hemû cîranên me dijimin in”.

Ji ber mimaleya xirab ya polîsan Îbrahîm û yên din heya ku ji destên wan tê der ew hewla wê yekê dikin ku li kolanên Atênayê negerin, ji ber tirsa ku rastî gerên polîsan werin û bêne girtin. Rojname radighîne ku heya niha bi kêmanî 12 kurdên Êzdî rastî gerên polîsan hatin û niha di navendên hewandina penaberan de dimînin.

Read Full Post »

Belkiz Baysal  ligel keçeke xwe

Belkiz Baysal ligel keçeke xwe / D.W

Bi armanca danîna ronahiyê  ser mercên xerab û metirsîdar yên ku  karkerên komirgehan têde dijîn li bakurê Kurdistanê  televîzyona almanî Deutsche Welle (DW) berê xwe dabû Şirnexê û raportajekî derbarê xebat û jiyana van karkeran  weşand. Di reporatajê de kamîraya DW serdana kaneke komiran dike û çawaniya xebata deranîna komiran nîşan dike. Karker demjimêr 7ê sibê dest bi xebatê dikin, ew bi rêya werîseke hesinî xwe dixin nav devê bîreke teng  ku dirêjahiya  wê 150 metre  ye heya dighêjin hundirê kanê. Karkerek ku cixarê di dev de û bê  kask (kumê serî) xwe berdide kanê û di çend xulekan de karker dest bi derxistina kumiran dikin.

Digel ku xebatkarên kanên komiran bi mirinên re rûbirû ne lê ti rêyeke li pêş wan nemaye ji bo ku vê xebatê kujer nekin. Burhan Cavlak ku vê kanê birêve dibe li kaskeyekê digere  ji bo ku li pêşiya  kamîrayê  biaxive: “Tirsa me tenê ji wê yekê ye ku muçe û nan li ser me bibirrin. Ti karekî din li vê herêmê li pêş me nîne.”

Komirkaran di mercên sedsaleke berê de kar dikin

Piştî derbasbûna sê mehan bi ser karesata Somayê ku bi sedan karker têde jiyana xwe ji dest dabûn, reportaja DW xuya dike ku hikûmet ti hewldan nekiriye ji bo başkirina mercên xebata komirkaran, rewş li kanên Şirnexê jî neguherî ye.

Rojnamevanê DW radighîne ku karkerên kurd di heman mercên beriya sedsalekê de dixebitin, karker li ber roniya lampeyekê û bi tevirekî di destan de, bê  stûnên hilgirtina dîwaran,  bê deriyên  derketina bilez, bê cîhazên kişifkirina gazê û bê telefonên hawarçûnê kar dikin.

DW bal dikşîne ser xebata şarederê Şirnexê Serhat Kadirhan yê ku  ji bo mafên karkeran têdikoşe û dixwaze jiyan û karên wan biparêze, Kadirhan dibêje: “Mercên ewlehiyê di van kanan de pêk nayên, ev rewş jî jiyana bêtirî 100 mirovan standiye, ji ber wê jî ez  destekê didim daxwaza karkeran ji bo ku bikaribin di hundirê kooperatîvan de xwe kom bikin. Di pêşî de dema ku xebata wan legalîze bibe dikarin di ewlekirina xebata xwe de veberanînê bikin, piştre karker divê bêne ewlekirin.”

Ekîpa DW serdana malbatekê dike ku di dawiya meha Gulanê de du endamên wê ji ber jehrbûna bi gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Yakup Baysal, êşa wendakirina du birayên xwe wisa vedibêje: “Min dît çawa birayên min bê giyan li erdê dirêjkirî bû, yekî li ser yê din bû, ekîpên hawarçûnê tunebûn ji bo derxistina wan.  Ez beziyam û min bang li hevalên din kiribû, birayê min hîn bihna xwe dikşand. Egerek hebû ku bihata xilaskirin, me telefon ambulansekê  kiribû, lê xeyal bike ambulans 5 demjimêran dereng mabû.”, Belkiz Baysal jî, jinebiya karkerê jehrbuyî, bi çavên şil û westyayî wiha didomîne: “Ekîpa hawarçûnê tenê du maskeyên dijî jehrbûnêbi xwe re anîbûn lê herdû jî qetayayî bûn.”

Read Full Post »

Komeke şervanên  jêrtemen li Kantona Cizîrê / Foto: ANHA

Komeke şervanên jêrtemen li Kantona Cizîrê / Foto: ANHA

Ev bûn bêtirî du salan ku şervanên jêrtemen (yên bin 18 salî) di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) de cih digrin, pirraniya van zarokan jî ji malbatên hejar tên ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin û bişînin dibistan. Gellek mixabin jî bi sedan ji van zarokan ji eniyên şer re hatine şandin, hinek birîndar bûn û hinekan jî çavên xwe ta ebed girtin. Mixabin xelkê Rojava li hember diyardeya leşkerkirina zarokan ti dijberî nîşan nedabûnn, bervajiya wê gellekan bi çavekî erênî lê dinihêrîn, li dawiyê ev zarokên bêguneh Rojava ji dagirkirin û wêrankirinê diparêzin.

Bikaranîna zarokan ji bi propogandayê / Facebook

Bikaranîna zarokan ji bo propogandayê / Facebook

Weke tê zanîn leşkerkirina kesên jêrtemen binpêkirinek ji yasaya navnetewî re, rêxistnên mafên mirovan jî herdem li dijî vê diyardeya trajîk têdikoşin. Li gorî oldarê xiristiyan yê efrîqî, xelatgirê Nobela Aşîtiyê, Desmond Tutu jî bikaranîna zarokan di şer de karekî “bêexlaqî” ye, lê li Rojava ev diyardeya metirsîdar hîn didome. Mirov li hember temenê hin zarokên şervan jî matmayî dimîne, li gorî vîdyoyekê ku ji aliyê Hêzên Komele hatiye weşandin, du endamên Cebhet El-ekrad (Eniya Kurdan), yên bi ser YPGê ve ne, Beşar Mustafa (13) û Hennan Yûsif (14), herdû ji Efrînê ne, ku ji aliyê Artêşa Azad dîl hatibûn girtin, di dema lêpirsînê de dibêjin ku wan ji ber hejariyê sîleh hildane.

Di heman vê barayê de wênekêşê meksîkî Narciso Contreras havîna borî li Helebê bû,  wî çend wêneyên şervanên jin yên YPGê kişandibûn, di nav de jî wêneya zarokek derdorê 8-9 salî heye ku mîna fermandarek debanceyê di bin milê xwe de daniye.(li albûma “Syria: Women in The Civil War” binêre, narcisocontreras.photoshelter.com), belavkirina wêneyeke wiha di medya cîhanî de ziyaneke mezin dighîne hêzên YPGê û her wisa bandoreke neyênî li ser karûbarên diplomasî yên PYDê jî dike.

Beşar Mustafa û Henan Yûsif di dema lêpirsînê de

Beşar Mustafa û Henan Yûsif di dema lêpirsînê de / Youtube

Digel ku sîstema hundirîn yê YPGê, bi awakî teorî, leşkerkirina kesên jêrtemen napejrîne, lê di pratîkê de ne wisa ye. Weke ku haya wê ji vê diyardeyê tunebe, Fermandariy Giştî ya YPGê di 14/12/2013an de emr dabû hemû fermandarên navendên leşkerkirinê û batalyonên girêdayî YPGê ku wan kesên temenê yasayî (18 salî) derbas nekiribin di nav refên xwe de nepejrînin, YPGê hişiyar kir yên ku vê fermanê jî bi cih nekin dê rastî  “hesabekî tund” werin. Pitştî mehekê ji derxistina vê fermanê dîsa çend şervanên jêrtemen tevlî şerê Tel Berak û Tel Hemîsê bûn, dayîkên reben dîsa şînî girêdan û bi stûyên xwar wêneyên zarokên pakrewan hildabûn.

Di berxwedana YPGê ya li hemberî îslamiyên tundrew  de van şeş mehên dawî, zarok jî di nav de cih digirtin û jiyana xwe kirine gorî ji bo parastina ax û gelê Rojava. Şervanên jêrtemen yên herî dawî di şerê roja 2yê Tîrmehê de li gundên Zormixarê û Evdokê ( Herêma Kobanê) jiyana xwe ji dest dabûn, berevajî adeta xwe YPGê dîroka rojbûna van 15 pakrewanan diyar nekiriye lê wêne bi xwe jêrtemeniya gellek ji wan eşkere dike.

Derbarê vê mijarê jî di vê hefteyê de nûçeyeke xweş rûdaye, Ajansa Hawarê ragihand ku hikûmeta li Rojava û YPGê bi şandeya rêxistineke nehikûmî ya bi navê Banga Cinêvê re rêkeftinek sebaret qedexekirina tevlîbûna kesên jêrtemen di nav hêzên ewlekariyê de, îmze kirine.  Ev gaveke di rêya rast de ye, hêvî jî ew e ku YPGê xwedî li îmzeya xwe derkeve,  kantonên Rojava  jî divê gellek gavan bavêjin di warê parastina mafên zarokan de.

Nivîseke têkildar:

Zarokên Leşker li Kurdistanê

Read Full Post »

Foto: Kurd Men for Equality

Foto: Kurd Men for Equality

Di 15 Nîsana sala borî de dadgerekî li bajarê Merîwanê ji bo cezakirina zilamekî ji ber tawana “Binpêkirinên malbatî” biryar dabû ku cilê jinan li wî bikin û di nav xelkê de bigerînin. Ji bo bicihanîna vê hukmê polîsa Merîwanê fîstaneke bi rengê sor li wî zilamî kirin û li ser beşê paşîn ji erebeya Toyotayê siwarkirin û di nav kolanên bajêr de gerandibûn.

Ji bo şermezarkirina hukma dadgeha rejîma Îranê grûpeke ji zilamên kurd pelikekê di Facebookê de bi navê “Kurd Men for Equality / Zilamên Kurd ji bo Wekheviyê” vekirin û têde wêneyên xwe bi cilên rengîn yên jinên kurd weşandin. Kampanyaya zilamên kurd di bin slogana “Jinbûn ne şêweyeke ji bo cezakirin yan jî biçûkxistina ti kesî ye” hatiye belavkirin, kampanyaya zilamên kurd û di medya cîhanî de jî deng vedabû. Her wisa ev kampanya bala listîkvan, dengbêj û nivîskara amêrîkî Rosario Dawson jî kişand ser xwe, li gorî nivîsekê ku li ser pelika kampanyayê hatiye weşandin Rosario piştgiriya kampanyayê kiriye. Di hundirê Îranê de jî bandora vê kampanyayê hîşt ku 17 endam ji parlemana Îranê ji wezareta Dadmendiyê re binivisînin ku hukma dadgehê “Biçûkxistinek ji jinan re ye.”

Niha jî rêxistineke ya mafê mirovan bi navê “Women’s Link Worldwide” biryara dadgerê Merîwanê li dijî wî zilamê kurd ji bo xelatekê kiriye namzet, doza bi navê “Fîsatnê Merîwanê” ji bo gilîkirina biryarên nedadmend dijî dozên girêdayî zayendan bûye kandîdata wergirtina xelata rêxistinê yê bi navê “Garrote”.

Teresa Fernández Paredes ku ew parêzerek ji vê rêxistinê ye ji Rûdawê re derbarê xelatên rêxistinê wiha axivî “Salane em du xelatan didin, yek bi navê Mallete ku em didin ji bo xelatkirina ew biryarên dadî ku wekheviyê pêktînin, û yekek din jî bi navê Garrote ku em didin ji bo ew biryarên paşketî û yên li ser bingeha dîskrîmînasyona di navbera zayendan de têne standin. Her wisa xelata gel jî heye, ew jî bi rêya dengdanan xelkê di malpera me de tê diyarkirin. Her kes dikare beşdarî dengdanê bibe, ev dengdan di roja 12 Gulanê de vedibe.”

“Biryara dadgehê dîskrîmînasyoneke li dijî kemîneya kurd de jî”

Derbarê nemzetkirina “Fîsatanê Merîwanê” ji bo wergirtina xelatekê parêzera spanî wiha nêrîna xwe anî zimên “Em dibînin ku biçûkxistina kesekî li pêşiya xelkê bi rêya lixwekirina cilê jinan kiryarekî ya dîskrîmînasyonê ye û li dijî prensîpa wekheviyê di navbera jin û mêran de. Cihê xemkêşiyê ye ku dadger ev biryar bistîne… Biryara dadgehê ne tenê dîskrîmînasyonek li dijî jinan e, her wisa em vê biryarê weke dîskrîmînasyonek li dijî kemîneya kurd de jî dibînin, gelê kurd li Îranê bûye qurban ji çewsandin û dîskrîmînasyonê re.”

Parêzer Teresa Fernández Paredes dibêje ku wan heya niha ti agahî derbarê navê dadger û navê dadgeha ku hukm dabû zilamê kurd bidestnexistine, Teresa hez dike bi rêya Rûdawê bang li wan kesan bike yên agahiyên wan derbarê vê dozê hebin ku ji wan re li ser navnîşana (info@womenslinkworldwide.org) binivisînin.

“Women’s Link Worldwide” rêxistineke navnetewî ya mafê mirova ne, ew ne ji bo qezenckirina aborî tevdigere, lê belê ew ji bo pêkanîna dadmendiyê di warê wekheviya navbera zayendan û her wisa ji bo pêşveçûna mafên jinan li tevahiya cîhanê têdikoşe. Nivîsgehên rêxistinê li Madrîd û Bogota jî hene.

Read Full Post »

Loga femenîn

Hêvron Amkî – Weke her sal 2013an jî ji bo jinên kurd saleke tarî bû, nûçeyên xweşewtandin û xwekuştina jinan, kuştina wan li ser destê hevser an jî endamên malbatên wan li seranserî Kurdistanê bi dawî nebûn. Sala 2014an jî bi çend bûyerên xerab despêkir, piştî sersalê bi rojekê medya ragihand ku keçek 17 salî bi navê (Z.E) li Silêmaniyê xwe xeniqandibû. Di 6ê mehê de jî desdirêjiya kolektîv, wek ya li Hindisitanê çêdibe, li keçikeke 16 salî li Hewlêrê rû dabû. Berî çend rojan jî zaroka dayîk Kader Ertan (14) ya ji Sêrtê, ku di 12 saliya xwe de hatibû zewicandin û di 13 saliya xwe de bû dayîk, di mala xwe de kuştî hate dîtin yan jî “xwe kuşt” li gorî ku malbata hevsera wê ji dozgeriyê re îdîa kiribû.

Li Rojava jî bi ser êşa şer, revandin û embargoya li ser herêmên kurdî jin di hundirê civaka me de rastî kuştin û lêdanê tên. Ji Dêrîkê heya Efrînê jin rastî tundiyê tên.

Deshilat û rêxistinên kurdî li van herêman ti xebateke berçav ji bo kêmkirina rêjeya tundiyê nekirin. Medya gellek haletên tundiyê ragihandin, di Mijdara borî de keçeke 17 salî bi navê Dozîman Xelo li Amûdê ji aliyê kesekî ji malbata xwe ve hate kuştin. Jineke din ji Kobaniyê jî ji ber kotekên hevserê wê bi nexweşiya bêheşiyê ketiye. Li Efrînê çîrokeke trajîk ya jineke 65 salî derket holê, ew jin (X.E)  di yazde saliya xwe de ji aliyê bavê xwe de bo zilamekî 65 salî hatibû firotin ji ber ku bavê wê di lîstika qumarê de zirar kiribû û keça xwe firto ji bo dayîna deyna xwe. Piştî 9 salan zilamê X.E dimre lê birayê wî zilamî destdirêjiya  wê dike û ducanî dike, di ancamê de keçek wê dibe û piştî 7 salan keçika wê jê distînin û wê diqewitînin. X.E vedigere ba malbata xwe, lê malbat wê didin kalekî 90 salî ya ku piştî çend salan dimre û X.E neçar dimîne ku careke din vegere mala bavê xwe. Lê malbat vê carê jî naxwaze wê bihewîne ji ber vê yekê jî X.E niha doz li malbata xwe vekiririye û mafê xwe ji mîrasê dixwaze.

Jinên kurd rastî tundiya derûnî jî tên, ev celeba tundiyê jî li ser jiyana jinan bandoreke xirab dihêle.

Derbarê tundiya derûnî jineke bi navê Jîn* ji Rojava ku niha li herêmê Kurdistanê peneber e çîroka xwe ji min re wisa tîne ziman: “12 sal in ku ez bi pismamê xwe re zewiçî me û sê zarokên me çêbûn, pir caran em digihîştin qonaxa berdanê, lê herdem min digot na, ezê ji bo zarokên xwe li berxwe bidim. Di dema dawî de pirsgirêkên me mezin bûn û nema dikarim bi wî re jiyanê bidomînim.” Ev bûne sê meh in ku jîn ji hevserê xwe cuda bûye lê di heman demê de ji dîtina zarokên xwe mehrûm bûye. Axaftina Jînê bi rêya telefonê tevlî girî dibe û bi dengekî lewaz derdê xwe wisa vedibêje: “Ji ber dûrbûna zarokan ez rojê hezar carî tême kuştin. Ew nikare zarokan xwedî bike, tenê dixwaze min ceza bike.” Jîn ne tenê derdê dûrketina zarokên xwe dikişînê, lê belê civaka kurdî jî derdên wê hîn zêde dike û wê ji ber biryarê berdanê gaznican jê dike: “Dibêjin ger tu ji zarokên xwe hez dikî, vegere ji mêrê xwe re û derdê wî ji bo xatirê zarokên xwe bikşîne. Civaka me tenê loman ji jinan dike, herdem yên şaştiyan dikin em in û divê em hesabê bidin.”

Jina kurd bi ku ve here ji tûndûtûjiya zilamê kurd rizgar nabe. Li Ewropa jî digel hebûna yaseyên parastina mafên jinan salane mirov çîrokên kuştinên jinên kurd di medyayê dixwîne. Li gor malpera almanî “Ehrenmord” ku haletên kuştinên jinan dokumente dike, di sala 2012an de bi kêmanî 8 jinên kurd li almanye ye hatine kuştin.

Bi kurtî sal derbas dibin û ti pêşektineke diyar di rewşa jina kurd de rûnade. Em têne kuştin û kuştina me hîn nebûye xemeke civakî ne jî netewî. Mixabin emê hîn bêne kuştin, emê hîn rastî êşkenceya derûnî û tundiya fîzîk û devkî werin û siyasetvanên me jî wê dîsa di roja 8ê Adarê de ji medyayê re sloganan dubare bikin wek “Jin nîvê civakê ye” û “Jineke azad civakeke azad”.

* Jîn: Nav guhertî ye.

Têbînî: Ev nivîs di hejmara 232an ya rojnameya Rûdawê di meha çileyê de hate weşandin

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: