Medîtasyon yek ji hunerên herî mezin e di jiyanê de, belkî jî ya herî mezin e û ne mumkine e ku meriv wê ji kesî fêr bibe; ev bedewiya wê ji vê yekê pêk tê.
Teknîka wê tune ye û ji ber vê yekê jî desthilatdariya wê tune ye. [Desthiladariya kesek an rêxistinek ku bêje ez dikarim wê teknînkê fêrî te bikim].
Gava kesek fêr dibe xwe nas bike, xwe bibîne, li awayê meşa xwe, xwarin, axaftin, gotegot, nefret/nehezkirin, çavnebariya xwe temaşe bike; ger hûn bala xwe bidin her tiştê ku di hundurê we de diqewime bêyî hilbijartin [hilbijarina mijarekî ji bo fikirandinê, ango tenê çavêdêriya wan tiştan bikin, bi wan re nekevin gotûbêjê], ew beşek ji meditasiyonê ye.
Ji ber vê yekê, dema ku meriv bi otobusê digere, dema ku di nav daristanên tije ronî û sîwan de dimeşe, dema ku guhdarî strandina çûkan dike an li rûyê hevjîn an jî li rûyê zarokê xwe dinêre, medîtasyon dikare çêbibe.
Jiddu Krishnamurti
Têbînî: Tiştên ku herdem navera du kovanan […] dinivisînim ne ya Krishnamurti ne, ew tiştê ku ez ji hevokan fam dikim.