Di tenêbûnê de bedewiyek mezin heye

Daristanek li Münsterlandê

Nizanim ka te qet xwe bi tenêbûnê xemgîn hîs kiriye yan na; dema ku tu ji nişka ve pê dihese ku tu têkiliya te bi kesî re tune ye – ne pêhesîneke zihnî ye, lê pêhsîneke di rastiyê de (Fakt), dema tu hest bikî ku tu bi tevahî îzole bûyî. 

Hemû şêweyên ramankirin û hestan asteng bûne; tu nikarî berê xwe bidî derekê, ti kes li der û dora te tune ye tu biçî ba wî; Xweda, milyaket, hemû çûne paş ewran û çawa ku ewr ji hev vedibe û winda dibe, ew jî wisa winda bûne; tu bi temamî îzolekirî yî, ji her tiştî veqetî yî – ez ê li vir peyva tenê bi kar neynim.

Peyva tenê wateyek wê ya pir cûda heye, bedewiya wê heye.

Tenêbûn, di vê wateyê de, tiştek bi tevahî cûda ye. Û mirov divê bi tenê be. 

Gava ku mirov xwe ji strûktura civakî ji çavnebarî, hesûdî, ambîsiyon, quretî, destkeftî, deshilat rizgar dike, dema ku tu ji van tiştan azad bibî, tu bi tevahî bi tenê yî. Ev tenêbûn ji tenêtiya îzolebûnê pir cuda ye, di nav wê de bedewiyek mezin heye, hesteke hêzbûnê ya mezin heye.

Krishnamurti

Şîrove û nêrînên we