Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Danîmark’ Category

Advertisements

Read Full Post »

Alan ji Kurdan tv re diaxive

Alan Hasso  di sala 1991 li Kobenhagêne ji dayik bûye, lê koka wî ji çiyayê Kurmênc  ji gundê Şiyê (Efrîn). Navê bavê wî  Ciwan e û diya wî jî Roşan e.

Alan di roja 25 pûşpera (hezîran) 2010an de xwandina dibistana amadeyî bi serî kiribû û bi boneya derçûna wî û hevalên wî şahiyeke taybet hatibû çêkirin.

Ew dixwaze di pêşerojê de dermansazî yan jî  rojnamegerî bixwîne, lê ya herî pêwîst di nirîna wî de ku ev xwendin di xizemeta gelê xwe de be.

Digel ku Alan bi hezaran km ji axa Kurdistanê dûr e, lê girêdana wî bi wê axê gelekî  xurt e, ku rojekê ji vê dinê bar bike Alan diwaze di wê axê de jî bê veşartin.

Daxwaza Alan ew e ku hemû ciwanên Kurd di xwendina xwe de serkeftî bin û ji bo Kurd Kurdistanê xebat bikin.

Rewşan dibêje ku ew pir kêfxweş bûye bi serkeftina kurikê xwe Alan, xwendin pir tiştekî baş û girîng e ji bo pêşeroja keç û xortên Kurd. Foto: Kurdan tv

– Ev vîdyo şahiya derçûna Alan û hevalên wî  nîşan dide, vîdyo ji aliyê Kurdan tv hatiye çêkirin.

Kamîra: Kamran Brahîm û Mîran Efrînî.

Read Full Post »

Foto: Helbestvan Axîn Welat li şeva PENABER (Kopenhagen) /KurdanTV

Di meha nîsanê de  helbestvana kurd Axîn Welat beşdarî şeva “P E N A B E R  – Wêje û Sirgûnî”  li bajarê Kopenhagen bû. Her wiha di programa şevê de gelek wêjevan û helbestavan hebûn:

Firat Cewerî, Nors Dorthe, Alan Pary, Jan Pêl Xorto, Niels Hav û Adil Erdem.

Hûn dikarin  vîdyoya jêrîn de xwendina Axîn ji helbetan re  temaşe bikin, her wiha di dawiya vîdyo de Axîn derbarê vê şevê û li ser rewşa zimanê kurdî li Suriyê nêrîna xwe dide.

Axîn Welat Kî ye?

– Axîn di sala 1970 de li Çiyayê Kurmênc gundê Kefercenê (Serêkaniyê) ji dayik bûye.

– Beşê wêjeya  erebî, li zanîngeha Helebê xwendiye.

– -Bi erebî û kurdî helbestan dinivisîne, û ji bo gelek şev û festivalê helbestê hatiye vexwendin, hem li welat û hem jî li sirgûniyê.

Berhehemên wê: “Helbestina bê ziman”, “Bayê Bakur” û di vê demê dawî de dîwaneke xwe bi navê “Noş” ji weşanên avesta derketiye.

https://zinarala.wordpress.com/

Read Full Post »

AVESTA – Dîrektorî ROJtv ji bo rojnameya danmarkî ‘Politiken’ re axifî û tewana têkiliya ROJ tv bi PKKê re red kir.
roj

Dîrektorê ROJtv Yilmaz Imdat ji rojnameya ‘Politiken’ re diyar kiribu ku têkiliya wan bi PKKê nîne, lê gava mirov behsa kurd û siyasetê bike, wê bi awakî automatîk were tewanbarkirin.

Rojname dinvisîne ku polîsa danmarkî lêkolîneke nû li dijî ROJ tv çêdike û li îsbatan digre  ta ku bikaribe bi awakî fermî kanalê tewanbar bike.

Îmdat ji ‘Politiken’ re gotibu: “Em li Dînamrka dijîn, ne li Tirkiyê. Zor bedaxawa ku me bi van tiştan girêdidin, tenê em dixwazin nûçeyan biweşînin”.

Amadekirin: Zinar Ala

Çavkanî: Terra.es

Foto: Karlos Zurutuza

Read Full Post »

Merkel û Erdogan

AVESTA – Duh Serokwezîra Almanya Angela Merkel namezetiya serokwezîrê Danîmark Anders Fogh Rasmussen ta ku bibe sekreterê nû ya OTANÊ bi xurtî destek kiribu…

Duh Serokwezîra alman diyar kiribu ku Anders Fogh Rasmussen  kandîdatê herî îdeal e ji bo pozîsiyona sekreterê gîştî ya OTANê ( Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê).

Her wiha Merkel tekez kiribû ku ewê, heya ji destên wê tê der, hewil bide wan kesên ku li dijî namzetiya serokwezîrê Danîmark derdikevin îqna bike.

Îro sekreterê aktuel yê OTANê Jaap de Hoop Scheffer diyar kiribu ku Anders Fogh Rasmussen  wê di meha tîrmehê de bibe sekreterê gîştî ya OTANê.

Tê zanîn ku Enqerê namzetiya  Rasmussen  protesto kiribu, ji ber neqedexekirina serokwezîrê Danîmarkê ji karîkatûrên ku li ser hezretî Muhemmed hatibûn weşandin, her wiha ji ber neqedexekirina  weşana  ezmanî ya Roj tv ya ku di çavên desthilata tirkî de weke wargehekî PKKê  tê dîtin.

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: Getty Images

Read Full Post »

%d bloggers like this: