Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Îran’ Category

Kardo Bokanî: “Kurd 40 mîlyon kes in û em ji Tirk, Ereb û Farisan ne kêmtir in çi mafên wan hebe divê eynî maf ya mebin jî”

Rûdaw/Z.A – Revenda Kurd a li Îrlanda beramberê welatên din li Ewropayê xwedî hejmarekî kêm e, pirraniya penaberên Kurd li Îrlanda ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne. Tê texmînkirin ku hejmara wan derdorê 2000 kes bin, digel vê yekê xwendekarên Kurd li Îrlandayê xebatekî balkêş ji bo pirsgirêka kurdî kirine.

Kardo Bokanî (29 salî) yek ji çalaktirîn xwendekarên Kurd li Îrlanda ye, ew li bajarê Bokanê ya Rojhilata Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 2005ê de hatiye Îrlanda û li wir mafê penaberiyê wergirtiye, niha dokotorayê di felsfeya siyasî de dixwîne, herwiha wek endamekî PJAKê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) karê siyasî dike.

Bokanî derbarê revenda kurdî û xebata wê ji Rûdawê re got: “Li Îrlanda hejmara Kurdan pirr kêm e, digel vê tiştî jî me pirr çalakî li ser asta gelêrî û diplomasî kirin ta ku em gel û siyasetvanên Îrlandî bi êş û trajediya Kurdan bidin nasîn.” Bokanî wek endamê PJAKê ligel endamên rêxistina CHAKê (Navenda Helebce ya li dijî Tevkujî û Enfalkirina Kurdan) çalakiyan lidardixin û tekez dike li ser girîngiya xebata ragehandinê li kolanan. “Em berê xwe didin îrlandiyan, em li navenda bajêr maseyên ragehandinê datînin ji bo şîrovekirina pirsa kurdî û komkujiyên ku li dijî Kurdan hatine kirin, em pelikên ragehandinê çap dikin û di nav xelkê de belav dikin”.

Ji bo hilweşandina peymana Lozanê greva birçîbûnê

Bokanî û hevalên xwe di tîrmeha sala borî de çalakiya greva birçîbûnê ya vekirî li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa li Dublînê lidarxistibûn ji bo hilweşandina rêkeftina Lozanê yan jî bo nivîsandina peymaneke nû ku mafê Kurdan ji bo çarenûsiyê binase li gorî yaseyên navnetewî. Bokanî got, “Di roja heştê de perpirsiyarên parlamanê ji me re gotin ku wê ji bo şikandina peymanê tevbigerin. Di roja dehan de jî serokê PJAKê Hacî Ehmedî ji me xwestibû ku em çalakiya xwe bidawî bînin ji ber ku çalakiya me êdî gihîştibû armanca xwe, ew cara yekemîn bû di mêjûya Kurdan de ku çalakiyeke wisa li dijî Peymana Lozanê çêdibe. Divê em bi hemû awayî li dijî vê peymanê têbikoşin, Kurd 40 mîlyon kes in û em ji Tirk, Ereb û Farisan ne kêmtir in çi mafên wan hebe divê eynî maf ya mebin jî”.

Wêneyek ji beşdarbûna Kardo di Konferansê de / Foto: Tamil Net

Sûd ji ezmûna aştiyê li Îralanda Bakur tê girtin

Di 24 û 25ê Gulanê de konferanseke navnetewî derbarê cografyaya siyasî ya şer û aştiyê li Kolombiya, Kurdistan, Srî Lanka û Îrlanda Bakur li Zanîngeha Trinity College li Dublînê hatibû lidarxistin. Grûba Piştgiriya Kurdistanê li Îrlanda yek ji organîzevanên vê konsferansê bû.  Mebest ji lidarxistina vê konferansê ew bû ku sûd ji ezmûna aştiyê li Îralanda Bakur bê girtin. Bokanî derbarê vê çalakiyê dibêje: “Ev cara yekemîn bû ku em beşdarî konferanseke navnetewî li Trinity College dibin, konferans li ser asteteke akademîk û siyasî hatibû lidarxistin. 250 kes beşdar bûn di nav wan de jî wezîrê karûbarên derve yê Îrlandayê, parlamanterên Îrlandî û Ewropî,  balyozê Kolombiya yê li Îrlanda û Brîtanyayê amade bûn, herwiha nûnerên FARC, PilingênTamîl û PKKê beşdarî konferanê bûn.”

Di nebûna demokrasiyê de balansa hêzê

Yek ji encamên vê konferansê ku dema behsa aştiyê dibe divê mafê raperînê ji bo gelên bindest re jî bê naskirin, ew mafên ku di dîbaceya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya 1948ê de hatine nivîsandin. Bokanî jî dirame ku divê Kurd jî xwedî hêz bin ta ku bikaribin danûstandinê bo aştiyê bikin “Kurd aştîxwaz in ji 1993ê û virde tevgera azadîxwaz ya Kurd çendîn car agirbest ragehandibû lê dijmin herdem êrîşî Kurdan dikir. Di nebûna demokrasiyê de divê tu di warê hêzê de balansekî li aliyê dijber çêbikî, dema te ev hevsengiya hêzê ava kir wê çaxê jî aştî çêdibe”.

“Pirraniya Kurdên Ewropayê penaber in

Bokanî hez dike bi rêya Rûdawê ku Kurd bizanibin ku ew ji bo her perçeyekê Kurdistanê çalakî çêkirine, ev jî wek erkê her Kurdekî li diyasporayê dibîne, “Bila ji bîra me neçe ku pirraniya Kurdên Ewropayê penaber in û ji ber çewsandina gelê Kurd em mafê penaberiyê werdigrin û alkarî jî distînin. Divê em êşa gelê xwe ji bîr nekin, digel ku barê xwendekariyê li ser milê min pirr giran e lê ez ê herdem têbikoşim ji bo azadiya hemû perçeyên Kurdistanê”.

Li jêr yek ji çalakiyên revenda Kurdî li Dublînê ji bo şermezarkirina kuştina siyasetvanê Kurd Mişel Temo.

Advertisements

Read Full Post »

Ji bo agahiyên berfereh li ser vê girêdanê bitikîne:

Li Madrîdê Kurd û Faris Newroz bi hev re pîroz kirin

Read Full Post »

Photo Nadji

Piştî du sal û nîv salan ji çêkirina  hevpeyvînekê li gel sînamevanê Kurd Behman Qubadî, rojnamevana spanî Catalina Gómez Ángel biryar da ku vê hevpeyvînê di kovara Arcadia a elektronî biweşîne, hevpeyvîn ji bo rojnameya El Periódico de Cataluña hatibû çêkirin lê rojname hevpeyvîn neweşand. Ji ber balkêşbûna vê hevpeyvînê nemzae  ji bo naskirina tiştê ku di hundirê sînameya Îranî de rû dide me hevpeyvîn veguheste Kurdî.

Ji bo çi hûn ji Îranê diçin?

Ev bûn du an jî  sê salan ku ez bi vê tiştî difkirim, lê êdî nema dikarim kar bikim di bin yasayên vê sîstemê de. Kontrolên vê hikûmetê  her tişt dijwartir bûye. Ji ber van kontrolên mezin û ji ber kêmbûna derfetên aborî ku dikevin destên me  di vî welatî de êdî naxwazim berdewam bikim di çêkirina xebatên biçûk de. Min dît ku divê ez bar bikim, lê ev nayê wateya ku ta ebed  ezê ji Îranê dûr bikevim. Ezê salane carekê an jî du caran vegerim ji bo dîtina malbata xwe, lê ezê venegerim bo çêkirina fîlman, qe nebe di vê demê de. Ez bawer im ku rewş wê rojekê  bê guhertin, wê çagê ezê vegerim ta ku ez ji vir bixwebitim ji ber ku ez Îranî me, kurdekî îranî me.

Hûn heya niha di mijarên girêdayî Kurdistana Îranî de xebitîn. Hûn ê dev ji van mijaran berdin?

Na, bervajiya vê yekê ezê ji derveyî Îranê hîn çalaktir bim. Ez hizir dikim  ku xebat ji Amêrîka û Îraqê wê azadiyeke mezin bide min bo çêkirina fîlman, ezê li aliyê din ji sînoran fîlman bikşînim.

Gelo fîmên we gelek caran hatibûn qedexekirin?

Pirsgirêk li Îranê ku sînamevan gelek caran li benda qedexekirinê namînin, em xwe bi xwe qedexe dikin. Ji ber gelek sedeman em wisa dikin, wek nimûne, ji bo bidesxistina destûra pêşandana fîlmê di hundirê welêt de, an jî ji ber tirsa ku me nehêlin ku em fîlmekî dîtir çêbikin. Hinek ji fîlmên min bi awakî ecêb diqedin, yek dikare pirs bike ji bo çi bi vî şêweyî diqede û ne  bi şêwyekî din. Li Îranê fîlm gelek caran bi şadî  bi dawî dibin, destûr ji me re nîne ku em tiştên tarî nîşan bikin, wek mînak, kesekî xwe bikuje. Min  bi xwe sansûr danî li ser fîlma “Nîvê Heyvê” bi hêviya ku ew li Îranê bête nîşanadan. Li hemberî sîstemê ez teslîm bûm, digel vê tiştî min tiştekî bi dest nexistibû. Ez niha poşmam bûm e. Gelek caran ji xwe dipirsim “Bo çi min wisa kiribû?”

Anku hûn ê  fîlmekî bê destûr bikşînin û piştre hûnê ji welat herin.

Êdî ne xema min e ku ez destûr bigrim yan jî na bo çêkirina fîlma xwe ya nû. Berê ji sedî 50 ji fîlmên min yê min bû, ji sedî 50 yên din jî diçûn li ser lêçûnên ku min dida ji bo wergirtina destekirina sîstemê  ji bo çêkirina fîlman.  Ji vir û wêda  ji % 100 ji fîlman wê yê min be, bêyî ku ev  bê wateya hebûna pirsgirêkan ligel kesekî, ne jî wateya ku tirsa min  ji encamên vê biryarê hebe.

Lê gorî ez têgihîştim ev fîlm ne li Kurdistanê dê li Tehranê bê kişandin. Bo çi?

Li Îranê her tişt di bin kontrolê de ye, şêweya herî hêsan bo kontrolkirinê nehîştina ku herêmên marjînal çalak bin. Dibêjin ku xema yekîtiya netewî dixwin lê ew nabêjin “Bahman Qubadî cenabê we divê  fîlmekî li Kurdistanê çêbike”, girinigiyê didin Tehranê ji ber ku ji perçebûna Îranê  ditirisin. Lê ew pêwistiyê nadin pirsa hindiknetewan ev tişt jî nerazîbûna van hindeknetewan  peyda dike. Her wisa ev tişt dihêle ku kesayetiyên cîhana çandî yên herêmên Îranê bên Tehranê û dev ji xebata di herêmên xwe de berdin.

Ew êdî  naxazin ku ez fîlman li Kurdistanê yan jî bi Kurdî çêkim. Çawa dixwazin yekîtiya Îranê biparêzin gava cudahiya danûstandinê dixin navbera Kurd û Farisan, di navbera Belûşî û Tehraniyan de. Ezê vî fîlmî li Tehranê çêkim ji ber ku ez hest dikim ku ew naxwazin li Kurdistanê bê çêkirin, cihê ku ew zêde me kontrol dikin. Her wiha tiştên ku pêdiviyê min pê heye ji bo fîlmê ezê li Teharên  bibînim.

Bo çi nahêlin ku  tu “Nîvê Heyvê” nîşan bidî?

Ew min bi cudaxwaziyê tawanbar kirin û ku ez li serxwebûna Kurdistanê digerim, lê tekane tişt ku ezê lê nagerim ev e, ev tekane tişt ku pê bawer nakim, qe nebe di vê demê de. Belkî ez bi vê tiştî biramim eger rewşa Kurdan roj ji rojê xerbatir bibe. Lê ez qet  vê boçûyînê destek nakim eger fersend bidin hemû kêmnetewan û bi wekhevî  bi me re danûstandinê bikin. Hîç ez piştgiriya serxwebûna herêmekî nakim heyanî herêma herî biçûk di Îranê de.

“Nîvê Heyvê” ji çîrokên rastîn hatiye çêkirin lê ev xelk ne amadeya ta ku rastiya vî welatî bîbîne, an jî naxwaze bibîne.  Ew gotin ku eger ez dixwazim fîlm bê pêşandan divê ez 12 xulek ji fîlmê jê bikim. Ta ku ez ji wan re xuya bikim ku ez ne cudaxwaz im min 12 xulk jê kirin. Min fîlm bi awakî taybet çêkir bi mebesta ku fîlm neyê qedexekirin, lê ez niha poşmam bûme ji  ber neçêkirina fîlmê li ser kêfa xwe. Baş dizanim ku tiştekî xerab di fîlmê min de tunebû, lê dizanim ku pirsgirêka nehîştina nîşandana fîlmê ew e  ku jinek stranek dixwîne, û digel ku ew stran olî ye. Belam ew nabêjin ku problem ev e û min bi cudaxwaziyê tawanbar dikin, û ez ne wisa me.

Çawa we destûrên çêkirina fîlmên berê  bi dest xistibû?

Ji bo fîlma yekemîn bi rêya rûkeniyê. Herdem rûyê min li ken bû (di vê kêlîkê de  rûyê xwe li ken dike û destê xwe dide ser dilê xwe  ta ku nîşan bide  çawa ew li hemberî wezîfedaran tevdigeriya). Ew qet nedizanî ku ezê fîlm li Kurdistanê bikşînim, ne jî zanîbûn ku fîlm wê bi Kurdî be.

Û çi bû piştî wê?

Tiştekî negotin, zemanekî ne xerab bû. Van fîlman di dema hikûmeta serok Muhemed Xatemî bûn, yê ku di navbera 1997 û 2005 di desthilatê de bû. Her wisa destûr dan min ji bo nîşandan fîlmê di du salayan de. Fîlmên serbixwe tenê destûra nîşandanê di du salayan de. Wek nimûne “Kusî dikarin bifirin” di du  salayan de hatibû nîşanadan, di heman demê de  fîlmekî din ku destekirina  hikûmetê standibû, fîlmekî pir  xerab, di 36 salayan de dihate nîşandan. Piştî heftyekê jî salayeke din dan wî fîlmî û  salayeke tenê  ji min re hîştin.

Tiştekî ji we re nehîştin, ne jî piştgiriya we kirin.

Qet piştgirî nedane min. Wek mînakek, kêlîkek tenê nedan min ta ku ez reklama fîlmên xwe di televîzyonê de bikim. Fîlmên min jî di televîzyona Îranî de naweşînin.

Panorama gelek reş e ji  bo derhênerên serbixwe weke min. Em hemû sihir çêdikin. Ji tunebûnê em fîlman çêdikin. Ji  sedî 90 ji hêza me li ser wergirtina destûran diçe. Di roja kişandina fîlmekî de li şûna ku ez bi cihê danîna kamîrayê û kişandina dîmenan bifkirin ez xema cihê kişandina fîlmê dikşînim ta  polîs li derdorê me tune bin.

Wekî din kontrol di çi warî de  heye?

Ji bo çêkirina fîlmekî divê mirov ji fîltera hikûmetê a yekemîn derbas bibe, anku wergirtin destûra çêkirina fîlmê an jî na û piştre, dema produksiyon amade be, destûrekî din dide ji bo nîşandan wê. Gelek  caran mirov ji fîltera yekîmin derbas dibe lê ji ya duyemîn derbas nabe.

Her wisa ji bo peydakirina ekîpên xebatkarên fîlmê pêdivî bi destûra hikûmetê heye, her wiha ji bo bidesxistina fînansekirina bankan dîsa destûr gereke. Wek mînakekê niha nawêrin peryan bidin min eger min destûra çêkirina fîlmê nestiandibe, ji ber ku wê pêrgî zordestiyê bên. Her wiha kesên ku alîkarî di fîlmê de dikin, wek mînak ekîpa makyajê ditirse ku alî min bike eger moin destûr ji Wezarta Çandê wernegrirtbe. Her wiha beşekî mezin ji Rojname û kovaran ji hêla hikûmetê kontrolkirî ne û naxwazin têkevin di nav pirsgirêkan de.

Kî piştgiriyê distîne?

Fîltera hikûmetê pir tarî ye. Hikûmet tenê piştgiriya hindek derhêneran dike, gelek caran jî ev destekkirin girêdayî mijara fîlmê dibe, ya ku divê li gorî sloganên ku hikûmet dixwaze destek bike  biçe.

Fîlmê ku piştgiriya hikûmetê distînin fînansekirineke mezin werdigrin, we mînak ji yek heya pênc mîlyon dolar distînin, fîlmên din yên derhênerên serbixwe yên ku destûra kişandina fîlmê werdigrin tenê  ji 300.000 heya 500.000 hezar distînin. Ji ber wê gelek derhêner ji tirsa newergirtina destûra hikûmetê biryara çêkirina fîlmên ku bi dilê hikûmetê be distînin.

Gelo hikûmetê çi got dema we dest bi wergirtina serkeftina navnetewî kiribû?

Li Îranê du grupên cuda ji derhêneran heye. Yên ku piştgiriya hinkûmetê dstînin û yên ku nastînin. Rengê fîlmên ku ez çêdikim ne destek dikin ne jî tê dişînin bo festîvalan. Herdem ez bûm yê ku her tişt dilivand ji bo şandina fîlmên xwe bo festîvalan, ew ti destek nedan min heyanî bo şandina fîlmê bi rêya balafirgehan. Hemû fîlm min bi rêya bawilên xwe derxistin, û ew ji vê tiştî heznakin. Bo nimûneyekê dema min Nîvê Heyvê çêkiribû, ji min re gotin ku ez ti agahî nedim rojnameyan û min wisa kiribû, belam rojname  di dawî de

agahdar bû ji ber belavbûna ku fîlm bi dest xistibû di derveyî Îranê de. Li aliyê din jî rengekî din ji fîlman heye, pir xerab û bêwate, ku ew dişînin bo festîvalên pir xerab, van fîlman dengekî mezin di rojnameyên îranî de distînin.

Ev xelkê ku van kontrolan dikin ku derhênerên weke min desv ji vê welatî berdin  ta ku rê li pêşiya derhênerên nêzîk hikumetê hîn vebe.

Gelo bandora vê yekê li ser kalîteya sînameya Îranî wê çawa be?

Ji derve de mirov dirame ku ew di rewşekî baş de ye, herdem fîlmên derhênerên Îranî di festîvalên mezin yên sînamyê de li cîhanê cih digrin.

Pirsgirêk ku van kontrolan hîştin ku sînameya îranî  pir dubarekirî be. Hemû fîlm bi heman şêwe têne çêkirin, mijarên wan jî dişibihin hev. Niha jî rewş hîn xerabtir e. Divê ji sibê heya hêvarê tenê em li duv vî xelkî bigerin ji bo wergirtina destûrê.

Hin wezîfedar hewl didin ku xebata xwe baş çê bikin lê ew destgirêdayî ne. Ez bawer im ku  li Îranê nirxa me weke hunerçêker nas nakin.

Gelo wê rojekê ev rewş bê guhertin?

Heya ku ev kontrol hene rewş wê baştir nebe.

Read Full Post »

Rûdaw / Z.A – Hunermend Hamed Nikpay  di sala 1977 li Îranê ji dayîk bûye û di 7 saliya xwe de dest bi stranbêjiyê kiribû û di 9 saliya xwe de dest avêtibû ser tar û sîtarê.

Di  20 saliya xwe de  li ser ûd, erbane û tanbûrê  jî dixtist. Ji nav xebatên wî du mijarên balkêş hene yek bi navê “Ji Cordoba ta Kurdistan” ye ya din bi navê “Xwediyê vê Xakê” ya ku bi mebesta destekirina “Raperîna Kesk”  li Îranê çêkiriye.

Hamid  Nikpay ji Rûdawê axivî û sedema hilbijartina  navê “Ji Cordoba Ta Kurdistan” ji xebata xwe re eşkere kir, Nikpay got: Min mûzîka vê stranê li ser mûzîka Kurdî ya Tembûra û mûzîka Flamênco çêkir. Min xwest ez cihekî ji van herdu mûzîkan re veqetînim, ji ber wê ji mûzîka tembûrê re min Kurdistan wek war hilbijart û ji bo mûzîka Flamênco re min bajarê Cordoba li Spanya veqetand.

Hunermend Nikpay ji sala 2005an  li bajarê Palo Alto li eyleta Kalifornya DYAyê dimîne, li wir jî dema xwe di fêrkirin, nivîsandin û tomarkirina mûzîkê derbas dike.

Read Full Post »

Hêvron bi xwendina pirtûkê mijûl e

“Not without my daughter ” ku bi kurdî tê wateya “Na, bê keça min” anjî mirov dikare wiha wergerîne “Bê keça xwe naçim”.

Ev bûn çend hefte Hêvron vê pirtûkê, bi versiyona almanî “Nicht ohne meine Tochter”, di dema vala de dixwîne. Hêvron herku çend pelikan biqedîne dibêje: “Çiqas gunê ye!!!”, û ji min re dibêje çi bi serê xwediya pirtûkê tê li Îrana Ayatullahan.

Ta ku ez tevahiya çîroka Betty Mahmoody ku çîroka xwe di vê pirûkê de nivîsandiye binasim. Min berê xwe da tora înternetê û min hinek agahî li ser vê pirtûkê xwend û min fîlma ku ji vê çîrokê hatibû çêkirin temaşe kir.

Bi kurtî ji we re çîroka vê pirtûkê an jî vê fîlmê bêjim:

Çîrok di sala 1984 li bakurê Amêrîka despê dike, bîzîşkê farsî Moody (Mahmoody) jina xwe Betty îqna dike ku tevî keça xwe Mahtob yê şeş salî biçin serdana Îranê. Lê ji ber ku Betty ji vê rêwîtiyê bi guman e, Moody jê re li ser Qurana pîroz son dixwe ku ewê vegerin Amêrîka. Lê dema ew digihînin Tehranê, ew jê re bêlî dike ku ew ji kar hatibû avêtin û êdî nema vedigre bakurê Amêrîka.

Betty li dijî biryara hevjînê xwe derdikeve, lê Moody lêdixîne û bê pere û pasaport dihêle. Betty li wê welatî gelek êş û azar dikşîne ji ber wê ew bi hemû hêza xwe hewla derketina xwe ji Îranê dike, lê yasaya Îranê alî wê nake, ji ber ku eger destûr ji zilamê xwe nestîne nikare ji welat derkeve, mafê wê heye ku ji zilamê xwe veqete lê mafê wê tuneye ku Mahtobê bi xwe re bihêle û xwedî bike.

Ji bo bikaribe ji malê derkeve Betty zilamê xwe îqna dike ta ku dersên olî werbigre, lê ew dev ji plana reva xwe ji Îranê tevî keça Mahtoob bernade. Rojekê dema li cihekî digere ji bo telefonî malbata xwe bike, zilamekî bi navê Husên nas dike, ew jî alîkariya jinên rojavayî dike yên ku dixwazin ji Îranê birevin.

Husên ji Betty re du rêyên revandinê dibîne, yek bi rêya kendava farsî yê din bi rêya sînorên navbera rojhilata Kurdistana û bakurê Kurdistanê. Lê piştre derdikeve holê ku reva wê bi rêya kendava farsî re gelek metirsîdar e ji ber pirbûna kontrolan.

Rojekê dema zilamê wê ji nişka ve diçe nexweşxaneyê, Betty û keça xwe ji malê direvin û bi alîkariya Husên ji Tehranê derdikevin û berê xwe didin Kurdistanê. Betty û Mahtob, bi rêya alîkariya Kurdan, bi selametî sînor derbas dikin û xwe ji wê dojehê rizgar dikin. Dayîk û keça xwe di 9ê sibata 1986an de vedigerin DYAyê.

Read Full Post »

Rûdaw / Zinar Ala – Li gorî nûçeya Govara “Foreign Policy” ya hejmara Tîrmeh û Tebaxê, bi kêmanî 40 dîktator li cîhanê hene û nêzîkî 1,9 mîlyon mirov di bin zordariya wan de dijîn.

Foreign Policy di nûçeya xwe “The Worst of the Worst” (anku xirabên xiraban) lîsteyeke bi navê 23 dîktatorên herî xerab di cîhanê de weşandiye û piraniya van dîktatoran welatên Afrîka û Asya xistine bin deshilatiya xwe. Lîste ji aliyê George B.N. Ayittey, serokê  Weqfa Afrîkaya Azad (Free Africa Foundation)  ku navenda wê li Washingtonê ye, hatiye amadekirin. Dîktator li ser bingeha kalîteyên wan ên xirab, îxaneta çandî û xerabiya aborî hatine rêzkirin.

“Foreign Policy” derbarê Ehmedînejad nivîsandiye: Mirovekî provokatîv e, serhişk e û xayînê felsefeya azadiyê ya şoreşa Îslamî ye. Ehmedînejad bernama atomî li dijî îradeya yasaya navnetewî û welatên Rojava domand. Ew berpirsiyarê neheqiyên bêhejmar e di van pênc salên xwe yên li ser deshilatê. Guneha wî ya herî xerab jî zordariya li dijî xwepêşandêran bû, ku piştî hilbijartina serokatiyê di Tîrmeha 2009’an de pêk hatin.

Derbarê serokê Suriyê Beşar El-Esed de, ku di lîsteyê de rêza 12 digre, Foreign Policy wiha dinivsîne: Hakimekî zalim e, xwe mezin dibîne, dixwaze lingên xwe têxe solên bavê xwe (lê ew pir mezin in ji bo wî). Bi milyaran pere di pirsgirêkên derveyî de wenda kirine, weke li Îraqê û Lubnanê. Aparata (cîhaza) wî ya ewlekariyê tekez dike ku gel ti gazincan nake.

Lîsteya serokê herî zalim li gorî “Foreign Policy” ev e:

1. Serokê  Korya Bakur Kim Jong Il (16 sal li ser desthilatê ye).

2. Serokê Zimbaboyê Robert Mugabe (30 sal).

3. Serokê  Burmayê Than Shwe (18 sal).

4. Serokê  Sudanê Omer Hessan El-Beşir  (21 sal).

5. Serokê Turkmenistanê Gurbanguly Berdimuhamedov (5 sal).

6. Serokê Erîtrêya Isaias Afwerki (17 sal).

7. Serokê Ûzbekistanê Îslam Karimov (20 sal).

8. Serokê Îranê Mihmed Ehmedînejad (5 sal).

9. Serokê Etyopya Meles Zenawi (19 sal).

10. Serokê Çînê Hu Jintao  (7 sal).

11. Serokê Lîbya Muammar El-Qeddafî (41 sal).

12. Serokê Suriyê Beşar El-Esed (10).

13. Serokê Çadê Idrîss Deby (20 sal).

14. Serokê Gînya Ekuatorial Teodoro Obiang Nguema Mbasogo (31).

15.  Serokê Misrê Hosnî Mubarak  (29 sal).

16.  Serokê Gmabya Yahya Jammeh de (16).

17. Serokê Venezuela Hugo Chávez (11 sal).

18.  Serokê Burkina Faso Blaise Compaoré (23 sal).

19.  Serokê Ûganda Yoweri Museveni  (24 sal).

20.  Serokê Rûwanda Paul Kagame  (10 sal).

21.  Serokê Kûba Raúl Castro (2 sal).

22.  Serokê Belarûs Aleksandr Lukashenko (16 sal).

23. Serokê Kamerûn Paul Biya (28 sal).

Read Full Post »

Derhênerê navdar û xelagirê gelek xelatên navnetwî Behman Qubadî biryar da ku fîlma xwe ya bi navê “Kes behsa pisîkên Îranê Farsî” li ser înternetê biweşîne ji ber qedexekirina fîlmê li Îranê.

Mebesta Qubadî ji daliqandina fîlma xwe li ser înternetên ku ji aliyê gelê Îranê bête temaşekirin. Ev fîlma ku behsa dijwarbûna çêkirina mûzîkê li Îranê.

Behman Qubadî di civîneke çapemenî de got ku ji % 90 ji hunera çêkirî li Îranê bi dizî tê çêkirin” Gobadî diyar kir ku “Îran ne welateke tund tê naskirin, Lê belê ew welatek ji çand, xelk û ji aştîtiyê hezdike”.

Qubadî ji rojnamevann re got: “Berê dema min peyva fîlm bi lêv dikin min bi hişyarî axaftina xwe dikir. Jina min û sînarîsta fîlmê Roxana, bo pênc mehan di zindanê de mabû, êdî ji vê tiştekî xirabtir nîne”.

Tê zanîn ku fîlma Qubadî “Kes behsa pisîkên Îranê  nake” xelata taybet di festîvala Cannes de stand û beşdarî festîvala fîlman ya San Sebastian bûbû, wê îro biekeve salayên sînameyê li Spanya.

Hûn dikarin di lînka  jêr  de hemû fîlma Qubadî temaşe bikin:

http://vimeo.com/8354475

Avesta / Zinar Ala

Çavkanî: Elmundo.es

Foto: Samir Hussein/Getty Images Europe

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: