Evîn metirsîdar e

Navenda bajarê Mûnsterê/Almanya

Mirov çawa dikare bê hezkirin bijî?

Tenê em dikarin hebin, û hebûna bê hezkirin kontrol, tevlihevî û êş e; û ev e ya ku hema hema em hemî diafirînin.

Em xwe ji bo hebûnê birêxistin dikin û nakokî wek tişteke neçarî dipejirînin, ji ber ku hebûna me ji bo desthilatdariyê pêwîstiyeke berdewam e. Bi awayê, dema ku em hez dikin, rêxistin cihê xwe heye, cihê xwe yê tam heye; lê bêyî hezkirin, rêxistin dibe kabûsek, tiştek tenê mekanîk û bikêrhatî, wek artêşê; lê ji ber ku civaka nûjen li ser bingeha bikêrhatiyê radibe, hewcedariya me bi artêşan heye û armanc ji hebûna artêşê afirandina şer e.

Di serdemên yê ku lê nav dikin aştîtî de jî, em çiqasî ji aliyê rewşenbîrî ve bikêrtir bin, em ewqas zalim, hov û bêhestiyar dibin. Ji ber vê yekê li cîhanê tevlihevî heye, ji ber ku burokrasî her ku diçe bi hêztir dibe, ji ber ku her ku diçe zêdetir hukûmet dibin totalîter. Em dikevin bin bandora van tiştan û wek tiştekî neçarî dibînin, ji ber ku em bi mêjiyê xwe dijîn ne bi dilê xwe; ji ber vê yekê evîn tune ye.

Evîn hêmana herî xeternak û nediyar e di jiyanê de; û ji ber ku em nediyariyê naxwazin, ji ber ku em naxwazin xwe di xetereyê de hîs bikin, em di qada hişê de dijîn.

Mirovê ku hez dike di metirsiyê de ye û em naxwazin di metirsiyê de bijîn; em dixwazin bikêrhatî bijîn, tenê di nav pergala rêxistinê de bijîn, ji ber ku em difikirin ku rêxistin dê li cîhanê nîzam û aştiyê çêbikin.

Rêxistin tu carî nîzam û aştî çênekirine. Tenê evîn, îradeya baş, dilovanî dikarin di dawiyê de û, ji ber vê jî dikarin aniha, nîzam û aştiyê bînin.

Krishnamurti

Şîrove û nêrînên we