Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Wergerandin’ Category

Azad Berzencî

Ev çend sal in û hejmareke mezin ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd berê xwe dane wergerandinê, nemaze piştî pirbûna dezgehên wergerê û daxwaza xwendevanan ji nivîsên cîha

Ev çend sal in û hejmareke mezin ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd berê xwe dane wergerandinê, nemaze piştî pirbûna dezgehên wergerê û daxwaza xwendevanan ji nivîsên cîhanî re.

Piraniya kesên ku bi karê wergerê radibin tekez dikin ku wergerandin ne hêsan e, û li kesên ku wergera korkî û nerêk ji zimanên curecur bo zimanê Kurdî dikin û bi şêweyekî neprofesyonal kar dikin, rexneyan dikin.

Pêdiviya Nifşê Kurd yê nû bi berhemên wergerandî de heye, çunku nifşên berê ji bilî zimanê xwe yê zikmakî ti zimanên dî nizanîbûn, lê nifşê nû ketiye bin bandora guhartinên siyasî yê serdema em tê de.

Wergêr Azad Berzencî gelek nivîsên ramanî, çîrok, roman û şano ji zimanên biyanî bo Kurdî wergerandine, dibêje, “Ajaweyeke mezin di nava berhemên wergerandî di pertokxaneyên Kurdistanê de heye, nemaze ew pertokên ku li derveyî dezgehên çapkirinê tên werger û çapkirin, û li hin cihên ku navê pertokxane, navend yan çapxane li xwe kirine.”

Berzencî diyar dike, “Wergerandin ne tenê zanîna bi du zimanan e, lê belê divê wergêr bi mijara ku werdigerîne zana be, û karibe wê tê bigihe.”

Derbarê wergêran de Berzencî dibêje, “Kesê ku bê binaseya rewşenbîrî û zanyarî be, dê nikaribe bibe wergêrekî pispor, tevî ku bi zimanan zanibe çunku di asta yekem de divê pênasîna warê mijara wergerê li ba wî hebe, lewma lêzanîna rewşenbîrî ya fireh tiştê herî girîng e, bo serkeftina wergêr.”

Bekir şiwanî

Ji aliyekî dî ve wergêrê navdar Bekir Şiwanî yê wergera romanan ji Tirkî bo Kurdî dike got, “Rêbazeke zelel bo karê wergerê ba me nîne, çunku pêvajoya wergerê li Kurdistanê di asta yekem de li ser arazû û daxwaza kesane radibe, ti rêbaz û sîstemên zanistî yên taybet bi wergerandinê nînin, lewma wergerandin li paş maye.”

Paşmayîna wergerandinê Şiwanî vedigerîne dezgeh û jêderên wergerandinê û dibêje, “Bi rastî sedema paşmayîna wergerandinê ne tenê wergêr e, lê belê nebûna dezgehên fermî yên şareza bi wergerandinê jî ku karibin vî karî rêk bixin sedemeke girîng e.”

Abdullah Tahir Berzencî xwediyê Anatolojiya Helbesta Kurdî û hindek mijarên wergerandî yên din ji Kurdî bo Erebî û ji Farisî û Erebî bo Kurdî dibêje, “Sedema paşmayîna wergerandinê venagere wergêr tenê lê belê qelsiya daxwazê jî, vêca eger karek hate wergerandin ji Kurdî yan bo Kurdî xwendevan divê pê bizanibe, lewma di dezgehên çapkirinê de komîteyek bo vê yekê divê hebe.”

Nebûna rêbazekê bo çavdêrî û rêxistina akadîmî û cemawerî hişt ku pir nivîs û pertok bê serastkirin derbas bibin û bigihin çapxaneyan û bêne belav kirin, helbet bêyî ku ti kes yan deste hebe ta wan şîrove bike û şaşiyên tê de aşkire bike.

Şoreş Ciwanroy rêveberê Mala Wergerandinê yek ji dezgehên ku wergerê dikin got, “Niha du cureyên wergerandinê li Herêma Kurdistanê hene, ya yekem jê şilezaw û nerêk e, rojane hindek pertok werdigerînin û çap dikin, helbet bê rêpîvan û standart û serastkirin, û hejmara spartinê dadixin ser pertokan, û ya duyem, karê wan tê çavdêrkirin, ku ew jî dezgehên wergerandinê yên di karê xwe de pispor in.”

Li bazar û zanîngehan xwendevan li jêderên wergerandî digerin û dikirin, Akar Elî xwendekarê zanîngeha Selehdînê dibêje, “Bidestxistina jêderên zanistî yên pêwîst ji bo me tiştekî girîng e, ew jêderên li ser hemû warên çandî û zanistî.”

Derbarê başbûn û qualitiya wergerê û zimanên jêder yên jê hatine wergerandin Elî dibêje, “Xwendekar dikare bêje ka wergerandin baş e yan na, lê ka werger çiqas wekeyek e bi jêdera resen re em nizanin, ev ne erkê me ye, lê belê yê dezgehên çap û belavkirinê ye.”

AKnews

Advertisements

Read Full Post »

Foto: Anders Wiklund/SCANPIX

Wergira xelata Mîrê Swêdê – Carl Gustaf ê XVIan, ya sala 2008an ji bo baştirîn şîrket a ku ji alî kesek bi eslê xwe biyanî ve tê birêvebirin – Remziye Inanç di bernameya Bergeh de dibe mêvana rojnamevan Cemal Batun.

Remziye Inanç xwediya şîrketa – Järva ya tercumanî û wergerê ye ku di ji zêdeyî 200 zimanan de, bi zêdeyê 2000 tercuman û wergeran servîsê dide dezgeh, şîrket, rêxistin ên fermî û şexsî yên Swêdê.

Di bernameyê de Inanç ku bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, li ser zehmetiyên, berxwedanên salan e ku di xebata danîna şirketa mezin – Järva Tolk de kişandine bersîva pirsên Batun dide. Herweha ji bo serkeftina di şîrketdanînê pêşniyarên xwe dike û amaderiya xwe ya alîkariyê bi taybetî ji bo jinên Kurd jî diyar dike.

Bernameya bi Remziye Inanç re, roja yekşemiyê (05 Nîsan), belav dibe.

Bernameya Bergeh a bi rêvebiriya rojnamevan Cemal Batun, her roja yekşemiyan saet 19 : 30 ên Bakurê Kurdistanê di ASOsat TV de tê weşandin.

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se



Read Full Post »

%d bloggers like this: