Heta tu xwe nas nekî hemû zanîna te bêkêr e

Tabloyek ji pêşangeha “Tazîbûn” li bajarê Mûnsterê/Almanya

Civak, çanda ku em tê de dijîn, daxwaz dike ku xwendekar berê xwe bidin kar û ewlehiya fîzîk. Ev bûye zexta domdar a hemû civakan, pêşî karîyere (xwendin, kar), û her tiştê din paşê. Ango pêşî girngî ji bo pere, piştre ji bo şêweyên tevlihev ên jiyana me ya rojane. Em hewl didin ku vê pêvajoyê paşve vegerînin, ji ber ku mirov nikare tenê bi pereyan kêfxweş bibe. Dema ku dirav di jiyanê de dibe faktora serdest, di çalakiyên me yên rojane de bêhevsengiyek çêdibe.

Ez dixwazim ku perwerdekar vê yekê pir cidî fêm bikin û wateya wê ya tevahî bibînin. Ger perwerdekar girîngiya vê yekê fêm bike û di jiyana xwe de cihê wê yê rast dabe, wê demê dikare alîkarî bide xwendekarê ku ji hêla dêûbav û civakê ve tê neçarkirin ku ji karîyera bike tiştê herî girîng.

Li welatên pêşketî hema hema her kes xwende ye, lê vê yekê mirov neguherandiye. Mirov wek berê bêbext maye, ji ber ku jiyana wî tijî jan û xem e. Perwerde aşîtî, aramî û kêfxweşî ji xelkê re neaniye. Tiştek di wê de kêm e; Ew tenê perwerdehiya di wan mijarên ku bi hundurê we re qet ne girêdayî ye. 

Perwerdekar dikarin doktor, endezyar, mamosteyan biafirînin, lê ew ji we re nabin alîkar ku hûn bêtir hişyar bin. Kesê baş agahdarkirî bi tevahî bêhiş e ji ber ku ew bawer dike ku dizane, ev astengiya wî ye. Ez nabêjim mirov mihendis an bijîjk be tiştekî xelet e, lê heta ku tu xwe nas nekî, hemû zanîna te bêkêr e.

Herwisa rastiya ku piraniya perwerdehiya me bidestxistina zanînê ye, her ku diçe me mekanîkî dike. Hişên me di rêya kanalên teng tevdigerin, wekhev e ger ew zanyariyên ku em bidest dixin zanistî, felsefî, olî, karsazî, an teknolojîk bin. 

Awayên jiyana me, hem li hundur û hem jî li derveyî malê, û pisporiya me ya di kariyerek taybet de, hişê me her ku diçe teng, sînordar û netemam dike. Ev hemû dibe sedema jiyaneke mekanîk, standardîzekirineke derûnî û wiha jî hêdî hêdî Dewlet, heta dewletek demokratîk, ferman dide ku em çi bibin. Ev yek ji bo azadiya mirovan bûye xeterek, ji ber ku ew daxwaza pêkanîna kesane tiştê ku pevçûn û êşên bêdawî tîne.

Jiddu Krishnamurti

Di nivîseke xwe de ji bo dibsitanan Krishnamurti wiha zêde dike: …wiha jî hêdî hêdî Dewlet, heta dewletek demokratîk, ferman dide ku em çi bibin. Bi awayekî xwezayî, piraniya mirovên xwedî refleksiyon vê yekê fêm dikin, lê mixabin xuya dike ku ev yek qebûl dikin û pê re dijîn. Ji ber vê yekê ji bo azadiyê bûye metirsî. Azadî mijarek pir tevlihev e, û ji bo têgihîştina tevliheviya wê geşbûna hiş girîng e.

Şîrove û nêrînên we