“Naîş Balamo/Nací en Alamo” strana sînornenas ya gelê Roman

Bi eslê xwe straneke ji foklora Romanan (Li Kurdistanê gelek binavkirinên vê gelî hene weke qereçî), ev stran cara yekê bi yewnanî ye bi navê Naîş Balamo belav bûye, stran ji bo fîlma Vengo ji bo spanî hate adaptekirin (guncandin), û piştre bi rêya stranbêja Sêfardî Yasmin Levy li dunyayê pir navdar bû bi gelek zimanên din hate strandin. Ev strana ku Eleni Vitali xwendiye … Continue reading “Naîş Balamo/Nací en Alamo” strana sînornenas ya gelê Roman

ANNE WITH AN E

Originally posted on Xebroşkbêj:
Bextewarî têgiheke tevlihev e. Di dil û hişê mirovan de pênase û taybetiyên jev cuda dihewîne. Fikir û xeyalên ser bextewariyê bi qasî ceribandina jiyên bi ya têgihiştinê jî şikil digire û him ceribandin him jî têgihiştina mirov li bin bandora pêdiviyê mezin dibe yan jî piçûk û xav dimîne. Lê dîsa jî kesek nikare ji nav bextewariyan hinin… Continue reading ANNE WITH AN E

Fîlma Protokola Mîlanê

Fîlm di herêma sînorî de naverba Rojava û Başûr de hatiye kişandin. Li kampa Xankê ya penaberan despê dike û li balafirgeha almanî Köln-Bonnê bi dawî dibe. Fîlm pirzimanî ye: kurdî , almanî, înglzî û, tirkî û erebî ye. Dirêjahiya fîlmê 106 xulekan e. Li Başûr bizîşka alman Martîna ku di kampeke penaberan kar dike ji aliyê grûpeke çekdaran ve tê revandin û wê tînin … Continue reading Fîlma Protokola Mîlanê

Fîlma Fermandar Aryan/Comandante Arian

Derhêner Alba Sotorra fîlma xwe diyarî giyana şervana înglîzî ya YPJê Anna Campbell ya ku di 15 adara 2018an de ji ber êrîşa fîrokeyên artêşa tirk bi ser Efrînê ve jiyana xwe ji dest dabû, her wisa ji bo hemû jinên ku ji bo guhertinê têdikoşin. Dirêjahiya fîlmê 80 xulek in, dîmenên fîlmê di navbera 2015 û 2018 de hatine kişandin û ji aliyê televîzyona spanî, … Continue reading Fîlma Fermandar Aryan/Comandante Arian

Fîlma Sîka Çiyayê Kurmênc

Derhêner û wênekêş Azad Evdikê ji bajarê Serekaniyê ye, wî berî êrişa Tirkiyê ya bi ser Efrînê ve bi çend rojan , xwe gihandibû navenda bajêr. Azad ligel karwana hunermendan ji rojhilata Firatê hatibû Efrînê ji bo lidarxistina hefteyke ji çalakiyên çandî ji bo bilindkirina morala gelê Çiyayê Kurmênc. Helbet ji ber nêzîkbûna bombeyên artêşa tirk û grûpên îslamî ji bajêr, ew çalakî nehatin lidarxistin. … Continue reading Fîlma Sîka Çiyayê Kurmênc

Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

1) Ji fîlma “#DagirkeriyaTirk“, dokumentarek derbarê dagirkeriya #Tirkiyê ji Efrînê re û reva xelkê ji #ÇiyayêKurmênc. (Adara 2018an) #Pirs: Tu pêşeroja #Efrînê çawa dibînî û jiyana te wê çawa be li vir? #Bersiva zilamekî kurd: Bi xwedê pêşeroj nenas e…, ev xelk hemû li vir dorpêçbûye. #Dewletê derî jî di pêşiya me de girtin, dewlet em bi tenê hîştin…, mala min li #Helebê heye, ez li vir çi dikim? Qet nebe heta çareyekê … Continue reading Vîdyo: Fîlma “Dagirkeriya Tirk” li Efrînê

Fîlma “Klamek ji bo Beko”

  Klamek ji bo Beko yek ji fîlmên herî pêşîn ên kurdî ye. Mijara fîlmê li ser rêwîtiya dirêj ya lehengê fîlmê, Beko ye. Beko li birayê xwe yê ku nexwest xizmeta leşkerî bike û ji gund reviyabû digere. Lehengê fîlmê berê xwe dide Rojava û ji wir diçe sînorên navbera bakur û başûrê Kurdistanê. Beko li wir rewşa kurdên başûr ji nêz ve dişopîne, … Continue reading Fîlma “Klamek ji bo Beko”

“Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

Arian Efrîn fermandareke YPJê ye, ji Çiyayê Kurmênc e û li Efrînê mezin bûye, di ciwaniya xwe tevlî refên gerîlayên kurd bû ye. Ji ber çi? Ji ber ku di 12/13 saliya xwe de Aryan bû bînera (şahida) kuştineke hovane di derheqê keçeke kurd rûdabû. Keçike 12 salî ji aliyê çend mêran ve hate binzorkrin (îxtîsab), ji ber vê kiriyarê keçek bû dûcanî. Merivên keçikê … Continue reading “Comandante Arian” fîlmekî derbarê têkoşîna jineke efrînî ji bo azadiyê

“Were Dengê Min” du xelatên navnetewî werdigre

Z.A – Fîlma kurdî ya bi navê “Were Dengê Min” ku ji aliyê derhêner Huseyin Karabey hatiye kişandin roja şemiya borî du xelat li Festîvala Navnetewî ya Sînamayê a bajarê Mar del Plata li Arjantînê wergirtin. “Were Dengê Min” xelatên baştirîn fîlm hem ji aliyê juriya festîvalê û hem jî aliyê gel wergirtin, qezenkirina xelata bi navê “Astora Zêrîn” ya ku ji bo fîlmê herî baş … Continue reading “Were Dengê Min” du xelatên navnetewî werdigre

“Helebce, Jiyana Piştî Mirinê” li Spanyayê hate nîşandan

Hefteya borî roja 14ê adarê bi boneya 26mîn salvegera komkujiya Helebceyê çalakiyek li Navenda Dîrokan ya bajarê Zaragozayê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de xebata dokumenterî yê bi navê “Helebce, Jiyana Piştî Mirinê” hate nîşandan, ev jî yekemîn xebata dokumenterî ku derbarê vê komkujiyê li Spanyayê tê çêkirin. Dokumenter ji aliyê rojnamevanên televîzyona Aragonê Julián Flordelís û Eduardo Úbeda hatibû amadekirin. Her wisa nûnerê hikûmeta … Continue reading “Helebce, Jiyana Piştî Mirinê” li Spanyayê hate nîşandan