Reaksiyona te çi ye dema tu van tiştan dibînî?

Ev wêne berî 13 salan li Hewlêrê bû hate kişandin

Dema tu li wan jinên belengaz temaşe dikî ku barekî giran dibin bazarê, an jî li zarokên gund dinihêrî, yên ku di nav heriyê de dilîzin bêyî ku bikaribin bi tiştekî din re bilîzin, ew zarokên ku ew perwerdehiya ku tu distînî nikarin werbigrin, ku ew ne xaniyek guncaw ku tê de bijîn, ne paqijî, ne cil têra wan dike û ne jî xwarineke guncaw li ba wan heye, gava ku hûn li tu tiştan hemû temaşe dikî, berteka te çi ye?

Pir girîng e ku tu bi xwe kifş bikî ka reaksiyona te çi ye. Ez ê ji te re bibêjim ka ya min çi bû.

Cihê guncaw ya van zarokan ji bo razanê tune ye; dêûbav rojê tevde mijûl in, dema wa ji bo heyama bihinvedanê nîn e; zarok qet nizanin ku ew hezkirî çawa ye, lênêrîn çi ye, ango haya dêban ji wan hebe; dêûbav qet nizanin bi wan re rûnin û ji wan re çîrokên li ser bedewiya erd û ezmanan vebêjin.

Gelo çi cureyeke vê civakê ye? Ku van şert û mercan têde rûdane?

Civakek ku tê de mirovên pir dewlemend ên ku her tişt li ser rûye erdê bixwazin dikarin bidest bixin, û di heman demê de kur û keç hene ku tiştekî wan tune ye. 

Bêmalek di bin sûra bajarê Girona li Katalunya/Spanya

 Ev çi civak e? Û çawa ev civak rû daye?

Hûn dikarin şoreşan çêbikin, şêwaza vê civakê bişkînin, lê di şikestinê vê şêwazê de yeke nû çêdibe, ku dîsa heman tişt e lê bi rengekî din e: Berpirsên siyasî, bi malên xwe yên taybet, îmtiyaz, cil û berg û hwd. Ev yek piştî hemû şoreşan çêbûye, fransî, rûsî, çînî.

Gelo pêkan e ku civakek ku ev hemû gendelî û bêbextî têde tune bin ava bibe? 

Ew tenê dikare were afirandin, dema ku ez û tu, wekî kesan, ji kolektîfê qut bibin, ji ambîsiyonê azad bibin û ku em bizanibin wateya evînê çi ye. Ev bû, bi lezbûn, tevahiya reaksiyona min.

Şîrove û nêrînên we