“Naîş Balamo/Nací en Alamo” strana sînornenas ya gelê Roman

Bi eslê xwe straneke ji foklora Romanan (Li Kurdistanê gelek binavkirinên vê gelî hene weke qereçî), ev stran cara yekê bi yewnanî ye bi navê Naîş Balamo belav bûye, stran ji bo fîlma Vengo ji bo spanî hate adaptekirin (guncandin), û piştre bi rêya stranbêja Sêfardî Yasmin Levy li dunyayê pir navdar bû bi gelek zimanên din hate strandin. Ev strana ku Eleni Vitali xwendiye … Continue reading “Naîş Balamo/Nací en Alamo” strana sînornenas ya gelê Roman

“Şivan Perwer em fêrî vê stranê kirin”

Rûdaw / Z.A – Koma brazîlî Mawaca di nav mûzîka gelek grûpên li cîhanê dikole û stranên wan bi şewyeke nû vedibêje. “Mawaca”, ku bi zimanê hausa ya bakurê Nîcêryayê tê wateya dengbêj, ji heft dengbêjin jin ku bi bêhtirî deh zimanan stranan dibêjin û ji grûpeke mûzîsiyenan pêk tê, mûzîsiyen li alavên mûzîkê weke okrdiyonên, bilûrê, saksafon, çêllo, gîtar, derbûke dixin. Sala borî Mawaca … Continue reading “Şivan Perwer em fêrî vê stranê kirin”

Strana “Ax ey xelkê xaka min” ya hunermenda portugalî Marîza

Hunermenda Portugal  ya herî navdar bi xwendina stranên Fado*  Marîza  dema  vê stranê “Oh Gente da minha terra” li konserkê li Lisboa (paytexa Portugalê)  dixwîne çend hêstir  ji çavên xwe  dibarîne. Fado*:  Peyva  ku mûzîka Portugalî pê tê naskirin wek mûzîka Flamêko li ba Spaniyan, dengbêj kêlîkên herî bi êş di jiyanê de  bi rêya strandina Fado tînin ziman. Continue reading Strana “Ax ey xelkê xaka min” ya hunermenda portugalî Marîza

Schito:“Divê em bihêlin ku hemû alavên ragehandinê li ser Kurdistanê biaxivin”

Hevpeyvîn ligel Hunermendê Îtalî Tony Schito Tony Schito hunermendek e Îtalyî ye ku  deng û mûzîka xwe xistiye  xizmeta Azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest.  Schito herdem di konserên xwe di hundir û derveyî îtalya li ser kurdan strarn dixwendin. Ew bi taybetî sê stran ji bo piştgiriya doza gelê Kurd çêkirine “Free Kurdistan”, “Heval” û “Figilio del Kurdistan” ku têde trajediya gelê Kurd aniye zimên. Hunermendê Îtalî wiha xwe da … Continue reading Schito:“Divê em bihêlin ku hemû alavên ragehandinê li ser Kurdistanê biaxivin”

Aynur ji bo mafê dengbêjiyê distre (Vîdyo)

Rûdaw / Zinar Ala – Hunermend Aynur Dogan yek ji 12 hunermendên jin ên ku  ji bo  projeya nû ya komposîtorê Spanî Javier Limón hatibûn hilbijartin, projeya bi navê “Mujeres de Agua” ku bi Kurdî tê wateya  Jinên ji Avê dengbêjin jin li Îranê  bi bîr tîne, dengbêjin ku hatine bêdengkirin  û rastî zordariya rejîmê tên. Ji bilî dengbêja Kurd Aynur 11 dengbêjin navdar jî … Continue reading Aynur ji bo mafê dengbêjiyê distre (Vîdyo)

Şakîra bi “Kopîkirinê” tê tawanbarkirin (Vîdyo)

Stranbêjê  Domînîkanî Wilfredo Vargas Staranbêja Kolombî Şakîra bi kopîkirina pereçeyekê ji strana wî  “El negro no puede” ango  “Yê reşik  nikare”  tawanabar kir ji bo bikaranîna wê di sirûda Mundiyala 2010 li Afrîkayê. Strana Wilfredo Vargas ku ji aliyê grûpeke  “Chicas del can”, di perçeyekî xwe de, dişibihe  strana “Waka Waka” ya Şakîra ya ku di youtubê de rekord şikand û zêdeyî 136 mîlyon car hatiye … Continue reading Şakîra bi “Kopîkirinê” tê tawanbarkirin (Vîdyo)

Hunermenda Ermenî Lîna Şemamiyan dê straneke Kurdî bixwîne (Vîdyo)

Hunermenda  Surî ya esil Ermenî  Lîna Şemamiyan di axaftineke xwe de ji malpera Syria News re diyar kiribû ku ewê straneke  Kurdî  di albûma xwe ya nû de bixwîne. Stranbêja dengxweş Lîna Şememiyan ya ku bi  xweşbûna dengê xwe li Suriyê navdar e, dê strana “Ya Dilho” ya  ji folklora herêma Cezîrê  bistre. Lîna Şemamiyan got ku dê di albûma xwe ya nû a ku … Continue reading Hunermenda Ermenî Lîna Şemamiyan dê straneke Kurdî bixwîne (Vîdyo)

Straneke Îtalî ji bo zar û zêçên Kurdistanê (Vîdyo)

AVESTA – Hunermendê Îtalî Tony Schito di strana xwe de ligel kurê Kurdistanê diaxive. TONY SCHITO – FIGLIO DEL KURDISTAN Kurê Kurdistanê, wê bê bîra te ew rojê ku me li şevê dinêhêrî, şev jî bi ser me de dimir. Kurê Kurdistanê ji çavê te de yên westiyayî wê rûkeniyek  biafire, ezmanê te kok (hîç) zindankirî nabe, êdî kes nikare te ji holê rake. Kurê Kurdistanê  Kurê … Continue reading Straneke Îtalî ji bo zar û zêçên Kurdistanê (Vîdyo)