Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Fransa’ Category

fidanleylasakine

Piştî gengeşiya ku di medya baskî û spanî de hatibû gotûbêjkirin ji ber destêwerdana balyoza Tirkiyê li Madrîdê di karûbarên Parlemena Baskê de ji bo ku piştgiriya Kurdan neke, dîsa di medya Spanî de mijar ji nû ve hate gengeşekirin. Ew jî ji ber ku însiyatîva ku ji aliyê Grûpa EH Bildu hatibû pêşkêşkirin ji aliyê Parlemanê hate pesendkirin. Di rûniştina Komisiyona Karûbarên Ewropî û Çalakiyên Derveyî ya aprlemenê di hefteya borî de û piştî  lihevkirinek navbera herdû hêzên sereke di Parlemenê de PNV (Partiya Netewperest ya Baskî)  û Grûpa Eh Bildu yê ku li gorî medyaya spanî bi nêzîkatiya xwe ji rêxistina ETAyê (Welatê Bask û Azadî)  tê naskirin Parlemana Bask li dawiyê kuştina her sê çalakvanên PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li Parîsê şermezar kir. Her wiha Parlemen biryar da ku wê konsolxaneya Tirkiyê li bajarê Bilbao (paytexta aborî ya Welatê Bask) agahdar bike bi piştgiriya xwe ji bo pêvajoya danûstandinê di navbera Hikûmeta Tirkiyê û nûnerên Kurdan, li gorî teksta parlemenê “Divê ku ev pêvajo bi naskirina rastiya netewî ya Kurdistanê bi dawî bibe”

Her wisa biryara parlemenê piştgiriyê  dide Kurdan, nemaze ew heval û xizmên ew jinên kuştî û bang li nûnerên gelê Kurd kir “Ta ku li rêyên diyalog û danûstamdinê bigerin ji bo ku çareseriyekê bibînin, çareseriyek dadmend, aştiyane û demokratîk ji bo bidawîkirina êşa ku gelên Tirkiyê û Kurdistanê di gellek salan de kişandine”. Li dawiyê jî Parlemen ji Encûmena Ewropî daxwaz kir ku xwe têxe nav pirsgirêka netewî ya Kurdistanê û çareseriyeke aştiyane ji pirsgirêkê re bibîne, her wisa ji bo ku Tirkiyê bibe beşekî ji Yekîtiya Ewropayê divê rêzgirtina mafên mirovan û çavderêiya li ser mafên siyasî û çandî yên gelê kurd weke şertên girîng bin.

Di biryara Parlemena Baskê de ya derbarê şermezarkirina her sê çalakvanên Kurd rojnameya El Mundo bal kişandibû ser polemîka wergerandina peyva ‘gaitzetsi’ ku  bi zimanê baskî (euskera) wateyên wê yên curbecur hene di nav wan de jî şermezarkirin e, lê ev lêker weke “redkirin” di versiyona spanî de hatiye wergerandin.

Parlementera PNVê María Eugenia Arrizabalaga ji El Mundo re axivî û bal kişand li ser “erêniya lihevkirina partiya wan ligel Eh Bildu di pesendkirina pêşniyarê  bi zimanê baskî  ji bo ku pêrgî polemîkan neyên di derbarê bikarnîna ev peyva rastgir”. Arrizabalaga tekez kir  li ser wateya peyvê  ya ji bo şermezarkirinê digel ku wergera spanî ji peyvê re weke “redkirin” hate qebûlkirin lê  mebesta wan ji bikaranîna lêkera “gaitzetsi” şermezarkirin bû.

Li aliyê din jî parlementerên partiyên opozîsiyonê berê rexneyên xwe dan Koalisyona deshilatdar li Welatê Bask (ku ji PNV û Grûpa EH Bildu pêk tê) û wan  bi “dûrûtiya” tawanbar kirin û jê daxwaz kirin ku “berî her tiştî êrîşên ETAyê ya li dijî siyasetvanan Welatê Bask hatibûn kirin şermezar bikin”.

Tê zanîn ku di dawiya sala borî de grûpa baskî ya bi navê Amaiur li Parlemena Spanyayê  bo cara yekemîn pirsa kurdî xistibû rojeva Parlemena spanî û daxwaz  ji Parlemenê kiribû ku serî li Tirkiyê bide ji bo rêzgirtina mafên mirovan nemaze mafên girêdayî bi doza netewa Kurd, lê di encama dengdanê de tenê partiya Çepê Yekirtî (IU) destek dabû pêşniyara

Amaiurê. Li aliyê din partiya Gel (PP) ku partiya deshiladar li Spanyayê li dijî pêşniyarê derket, partiyên dijbere yên serke wek Partiyê Karkeran a Sosiyalîst (PSOE) û partiya deshilatdar li Katalunya (CIU) beşdarî dengdanê nebûn.

Advertisements

Read Full Post »

Wêneyek ji ziyareta Melek Can Ne'metî

Li gorî agahiyên ketine destê me ji birêz Arya Cimo (birêvebirê Malpera Cemîl Horo) hate zanîn ku ziyareteke Kurd li Fransa bi navê Melek Can Ne’metî heye. Ew Kurdê Ehl el-heqê ye, ji Kurdistana rohilat.

Ji  bo agahiyên berferh  bi zimanê Fransî li ser Melek Can Ne’metî   bitikîne.

Agahî li ser Melek Can Nemetî (Foto: Ariya Cimo)

Ehl El-heq kî ne*?

Yarsan (Yaresan) anjî bi farsî: Ehl-e heq, navê oleke Kurdan a kevin e li rojhilatê navîn.

Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.

Yarsan Hewramî, Soranî, Kelhurî, Lorî û Lekî diaxivin (zimanzan Hewramî û Kirmanckî weke komeke ziman dibînin) û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene.

Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka ola xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nur Alî Elahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke ola Ehl-e Heq tê dîtin.

Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin. Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.

Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî oleke serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên dinyayê rexne lê dê girtin.

Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewme.

* Wîkîpediya

https://zinarala.wordpress.com/

http://www.youtube.com/watch?v=JH8VVd5bRDQ

Read Full Post »

Avesta – 124 penaberên ku roja îniyê gihîştbûn berava grava Fransî Korsîka tekez dikin ku ew Kurd in. Belam balkêşbûna vê rêwîtiyê ku ev cara yekemîn hejmarekî wisa digihe berava Korsîkayê.

Dûmahîk

Read Full Post »

AVESTA – Roja şemiyê 21ê mijdarê di saet 16.00 de, pêşengeha wêneyên “Elewiyên Tirkiyê” li Parîsê tê lidarxistin.

.

“Elewiyên Tirkiyê”

Çoşa olî digel zordariyê

Wênekêş: Murat Yazar.

Dem: Ji 21 mijdarê  heya 4ê çileya  pêşîn.

Cih: Institut kurde de Paris, 106 rue Lafayette, 75010.

Avesta / Ram Şêrgo

Çavkanî: http://sohrawardi.blogspot.com/

GALERÎ

Read Full Post »

AVESTA – Îro li bajarê Strasburgê bi hezarn kes hatin cem hev û xwepêşandanek ji bo azadiya serokê PKKê Abdullah Ocalan lidarxistin.

Xwepêşandan ji aliyê Feyka (Federesiyona komeleyên Kurd li Fransa) hatibû organîzkirin.

Li gorî Feyka, di xwepêşandanê de ji 5000 heya 8000 kes hebûn, piraniya wan jî ji Almanya û Swîsre hatibûn.

Fidan Dogan, yek ji organîzekarên çalakiyê, got ku ew her sal di mehên cotmeh û sibatê de  xwepêşandanan li dar dixin ji bo şermezarkirina  komploya ku li dijî serokê PKKê hatibû birêvebirin.

Tê zanîn ku Abdullah Ocalan di 9ê cotmeha 1998an  de ji ber zora dewleta Tirk li ser Suriyê mecbûr mabû ku dev ji Şamê berde û berê xwe bide Yonanê, di roja 15yê sibata 1999an de ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê li Kenyayaê hatibû binçavkirin, piştre wî biribûn girava Îmarliyê û heya roja îro li wê giravê di nav çar dîwaran de dimîne.

Avesta / Zinar

Çavkanî: ANSA

Read Full Post »

Burkînî

AVESTA – Polemîka sembolên olî dîsa li Fransayê teqiya. Vê carê berpirsiyarên hewzoyeke gîştî li Parîsê keçeke musulman ji ketina hewzoyê qedexe kirin.

Sedema vê yekê jî cilê ku bi navê Burqînî tê naskirin.

Burqînî ( Burqa û bikînî) cilê avcaniyê ya ku ji bo keçekên musulman hatiye çêkirin.

Bihanaya berpirsiyarên hewzoyê jî ew e, ji ber şertên tenduristiyê  wan keçeke musulman ji ketina hewzoyê qedexe kirine.

Keçeke musulman Carole (35 salî), ji aliyê xwe ve çûbû navenda polîsan û li  berpirsiyarên hewzoyê gilî kiriye û wan bi cudahîyê tewanbar kiriye.

AVESTA – Zinar Ala

Read Full Post »

Heroîn

AVESTA – Polîsê Spanya û Fransa di mezinitirîn opersiyoneke hevbeş li dijî narkotrafîkê dest danîn ser 92 Kg herowîn li Madrîd û Başûrê Fransayê.

Di vê operasiyonê de  40 polîs ji Fransa û Spanya beşdarbûn, 4 kes jî hatibûn girtin, yek ji wan jî birevebirê banda narkotrafîk bû.

Ew jî kurdekî ji rojihlatê Kurdistanê ye, pasaportê wî swêdî ye,  li Barcelona dijî û du resturantên wî hene.

Banda narkotrafîk herowîn ji Tirkiyê, bi riya Fransayê, derbasî Spanya dikir.

Di vîdyo de serfermendarê polîsê antînarkotrafîk ji televîyona spanî re behsa navdariya kurdê binçavkirî dike.

Francisco Miguelanez dibêje: “Ew kesayetiyeke pir navdar e ji bo me, li ba me bi navê “Firnecî” tê naskirin, berê çend salan jî me wî tev herowînê binçavkiribu”.

Operasiyon berdewam e ji bo binçavkirina kesên ku bi delameta belavkirina herowînê di hundirî Spanya de radibin.

AVESTA jî li Madrîdê rastî kurdekî ji herêma Kobanî ku nedixwest  navê wî di medya de bê eşkerekirin hat.

Kurdê Kobanî ji AVESTA re tekez kiribu ku ev ne cara yekemîne ku kurdekî bi sedema bazirganiya herowînê tê binçavkirin, berê jî çend kurdên bakurê Kurdistanê ji ber vê karî hatin binçavkirin û di zindanê de dimînin.

Berê vê jî  ciwanekî ji başûrê rojavayê Kurdistanê hebu ku em di havîna 2005 de rastî wî hatibûn û ji nişkava jî şopên wî wendadibin, malbata wî dibêje ku ew çûye Almanya ji bo xwendinê. Lê gellek kurdên ku em rastî wan hatin behsa  girtina wî ji aliyê polîsê spanî ji ber belavkirina herwînê dikirin.

AVESTA – Zinar Ala

VÎDYO

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: