Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Medya Kurdî’ Category

Nivîskar Zinarê Xamo di nivîsgeha xwe de li Stockholmê /  ji Facebooka Reşad Ozkan

Nivîskar Zinarê Xamo di nivîsgeha xwe de li Stockholmê 

Nivîskar Zinarê Xamo di hevpeyvînekê de di derbarê pirsekê li ser bloggerên kurd bloga min bi nav dike, mixabin ji ber xebata ragihandina bi zimanê spanî dema min ji bo nivîsandina bi kurdî pir namîne. Hêvî dikim di demeke nêzîk de dîsa wek berê bi kurdî binivisînim.

Min ji we re ev pirsa li jêr veqetand ji hevpeyvîna rojnamevan Reşad Ozkan bi kevintirîn û çalaktirîn blogvanên kurd  birêz Zinarê Xamo.

5- Dema ku tu dinivîsî qahve, çay, anjî tiştkî din be, tu çi vedixwî?

Belê, çay û qahwê vedixwim. Berê çend qedeh çay vedixwim. Dû ra, derengê şevê dest bi qahwê dikim. Hin caran ji xanimê rica dikim ji min ra qahweyekê çêke, lê di xwe ra nabîne ji ber televîzyonê rabe.

Mecbûrî ez radibim qahwa xwe jî çêdikim. Bi gelemperî em qahwa swêdî vedixwin. Lê yê min xusîsî qahwa kurdî jî heye, qahwa kurdî xanim nizane wek min xweş çêke, ew karê min e…

Hevpeyvîn di Rojnameya Bas de hate weşandin, hûn dikarin tevahiya hevpeyvînê di bloga Hindik-Rindik de bixwînin.

Her wisa hûn dikarin hevpeyvîna ku min bi Zinarê Xamo re çêkiribû li vir bixwînin:

Zinarê Xamo: “Kurdistan berê şekir bû, nuha bûye hingiv” (Hevpeyvîn)

Advertisements

Read Full Post »

Û xwepêşandanên keç li ku man?

Wêne ji televîzona Rûdaw hatiye kişandin (28/12/2012)

 

Read Full Post »

Salih Muslim li Madrîd / Rûdaw

Madrîd (Rûdaw) – Yekşema borî, 24 Sibatê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser vexwendineke ji Wezareta Karûbarên Derve ya spanî hat Madrîdê.

Muslim derbarê vê serdana xwe ji bo Spanyayê wiha ji Rûdawê re peyivî: “Xebata diplomasî li gellek welatên Ewropayê heye. Berî ku em werin Madrîdê, me ligel berpirsiyarê balyozxaneya Spanyayê li Beyrûtê hevdîtinek pêk anî, wî baldariya xwe ji bo naskirina pirsa kurdî li Sûriyê nîşan dabû û got ku hikûmeta spanî dixwaze ligel Kurdan jî hevkariyê bike.” Berî hatina xwe ji bo Spanyayê, Muslim li Beyrûtê ji medya spanî re axivî û hemû tawanbariyên hevkariya partiya xwe ligel rejîma Baasê red kirin.

Salih Muslim derbarê beşdarbûna partiya xwe di şoreşa Sûriyê de wiha axivî: “Şoreşa me ji serhildana Qamişloyê despêkiribû û heya niha em nerawestiyan û me gellek qurban jî dane, gellek girtiyên me di bin îşkenceyê de şehîd ketin, me şehîd jî dan. Rejîma Sûriyê celadê me bû, şoreşa Sûriyê jî fersendek bû ku em hîn xebata xwe geştir bikin. Yanî em hemû dizanin ku şoreşa gelê Sûriyê ji bo azadiyê û demokrasiyê rû dabû, ya me ji 2004ê de em ji bo van daxwazan têdikoşin.” Muslim wiha pê de çû: “Bila ti kes nebêje ku em li aliyê rejîmê ne, wek partiya me di nav hêzên me yên kurdî de, di têkoşîna xwe ya li hember vê rejîmê de, kesî wek me qurban nedane. Di serhildana Sûriyê de kesî ji me bêhtir şehîd dane? Kesî ji me bêhtir ji endamên rejîmê kuştine? Em ji despêkê de bi vê şoreşê re bûn lê taktîkên me cuda bûn, me xwest tenê em herêmên xwe biparêzin”.

Muslim li ser êrişa dawî ya hêzên rejîmê li ser taxa Eşrefiyê li Helebê, ku di bin kontrola YPGê de bû, wiha boçûnên xwe anî zimên: “Armanca wan ji êrişa li ser taxa Eşrefiyê, ku ew cihê bilind li taxê ji bin kontrol wan neçe, ji ber ku bi rêya mayîna xwe di vî cihê stratejîk de ew beşekî mezin ji Helebê kontrol dikin. Ew rokêtên ku rejîm davêje ji wir derdikevin, rejîm ji wê hevkariya di navbera me û hêzên Artêşa Azad (ew kesên ku Kurdan qebûl dikin) de ditirse. Ew ditirse ku bi rêya me ew wî cihê stratejîk winda bike û bikeve bin kontrola Artêşa Azad. Em ji taxa Eşrefiyê venekişiyane lê rejîm di beşekî ji taxê de nîşanvan bi cih kirine, lê ew nikare zêde derbasî taxê bibe”.

Hevserokê PYDê herwiha rexne li medyaya kurdî bi tevahî jî kir ku li gor nêrîna wî heya niha bi awayekî aktîv ji bo parastina berjewendiyên gelê kurd tevnegeriyane: “Divê alavên ragihandinê yên kurdî, çi li Bakur, çi li Başûr, çi li perçeyên din be jî, li hev bicivin û siyaseteke hevbeş ji bo kurdayetiyê deynin û li hev bikin çi helal e û çi heram e”.

Read Full Post »

Alejandro Haddad

Alejandro Haddad

Bloga “Ya Kurdistán” ku bi spanî tê wateya “A niha Kurdistan” ji aliyê dokumentalîst û helbestvanê arjantînî Alejandro Haddad tê birêvebirin, blog weşana xwe di dawiya 2011an de destpê kiribû. Piştî derbasbûna salekê li ser damezrandina blogê,  xwediyê “Ya Kurdistán” ji Buenos Airesê ji Rûdawê re li ser xebata blogê axivî.

Digel ku hejmara spanîaxêvan gihîştiye 500 mîlyon kes lê heya niha ti malpereke  ku ragihandina bi spanî li ser Kurdan dike nîne, bikarhênerên înternetê yên spanîaxêv tenê bi rêya blogên “Ya Kurdistán” û “Actualidad Kurda” (Rojeva Kurdî) dikarin nûçeyan bi spanî li ser Kurd û Kurdistanê bixwînin. Derbarê pirsa me li ser veqetandina nav û boçûna avakirina blogê Haddad wiha bersivand “Navê blogê nîşan dike ku ew behsa rojeva Kurdistanê dike, her wiha ev nav qêrîneke ji bo hebûna Kurdistaneke serdest weke ku tu bibêjî “Ji bo Kurdistaneke a niha” an jî “Kurdistan heye”. Tiştê ku ez têvedam ji bo avakirina blogê kêmbûna ragehandina bi zimanê spanî derbarê Kurdan  û welatê wan bû. Li Amerîka Latînî dîrok û çanda Kurdan nenaskirî ye, tenê bi rêya dezgehên ragehandinê yên mezin mirov dikare çend agahî bi dest xîne”.

Nûçeyên ANF û Rûdawê yên ku herî tên xwendin di bloga wî de

Alejandro Haddad ji nêz ve pirsa kurdî nas dike, ew du caran serdana bakurê Kurdistanê kiriye, dîwaneke wî ya bi navê “Gula Gulistanê” heye û her wisa dokumentarek li ser bendava Ilisu bi navê  “Av Su Mai” çêkiriye. Ji bilî ew nivîsên ku li ser Kurdan dinivisîne,  her wisa ew  nûçeyên ku di beşê înglîzî ya malperên Rûdaw û Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) tên weşandin werdigerîne spanî û di blogê de diweşîne. Gellek nûçe, nivîs  û reportajên ku ji aliyê  hevkarên Rûdawê yên ku bi soranî û kurmancî hatine amadekirin û di beşê înglîzî de hatine weşandin di bloga “Ya Kurdistán” de jî cih digrin. Haddad derbarê wergerandina van nûçeyan wiha axivî “Van nûçeyan ji înglîzî werdigerînim spanî, her nûçeyekê edîte dikim ji bo ku navaroka wê ji bo spanîaxêvan re zelal be. Nûçe û nivîsên herî tên xwendin ewên ku min ji Rûdaw û ANFê wergerandine, ev jî tê wateya ku bikarhênerên înternetê li nûçeyên orîjînal yên ku bi spanî tên weşandin digerin, ne li wan agahiyên ku ji aliyê ajansên nûçeyan yên wek BBC, AFP, EFE… tên belavkirin”

Li gorî statîskên ku Alejandro Haddad ji  Rûdawê re eşkere kirine di 2012an de “Ya Kurdistan” 266 nûçe li ser çar perçeyên Kurdistanê û diyaspora kurdî weşandine , blog nêzîkî 22.000 car jî hatiye serdankirin.  Ji gellek welatên cîhanê blog tê serdankirin, nemaze welatên Amerîka Latînî  û Spanyayê. Mijarên herî tên xwendin jî, yên derbarê têkoşîna jinan, kuştinên bi navê namûsê,  rojnamevanên girtî li Tirkiyê, beşdarbûna Kurdan di raperîna gel li Sûriyê û bibîranîna komkujiya Helebceyê.

yakurdistan.blogspot.de

 

Read Full Post »

Logoya Twitter

Piştî êrîşa dawî ya grûpên çekdar yên girêdayî Artêşa Azad ya Sûriyê li ser bajarê Serê Kaniyê bikarhênerê Twîterê (Twitter) ji gellek deverên cîhanê û bi zimanên cûrbecûr ev êrîş bi rêya twîtkirina û jinûvetwîtkirina (RT) nûçe, nêrîn, wêne û vîdyoyan  şermezar kirin û piştgiriya xwe dan şervanên YPGê (Yekîneyên Parastina Gel).

Hashtagên ku di derbarê vê erîşê de hatibûn weşandin ev bûn #BijîSerêkaniyê û #BerxwedanaRojava.

Ferhat Tunc jî  nivîsand “Berxwedana Rojava”

Twîta herî dubarekirî (RT) ya hunermend Ferhat Tunc bû, wî piştgiriya xwe ji YPGê re bi rêya twîtkirina hashtaga “Berxwedana Rojava” nîşan da.

Hevrêvebira malpera Kurdish Rights Nayle Bozo (@nailabozo) ji Danîmarkê ev twît weşand: “Serê Kaniyê sembolek ji bo Kurdan li Sûriyê, yên ku piştî gellek sal ji zoredestiyê serîhildan û ji bo nasnameya xwe şer dikin #BijîSerêkaniyê”. Nivîskar Evdile Koçer ‏jî ev twît weşand “Ji bo ku xewnên Celadet Bedirxan û Cegerxwîn şîn bibin destekê bide #BerxwedanaRojava!”.

“Faşîzma tirk me dikuje…, bijî Katalunya û bijî Kurdistan”

Hesabekî din bi navê @AnonyKurds bang li alîgirên BDP kir ji bo ku “Xwepêşandeneke girseyî” li Serê Kaniya serxetê organîze bikin ji bo piştgiriya kurdên Rojava. Kany jî bi katalnî bang li belvakirina nûçeya êrîşa çekdaran û wiha boçûna xwe anî ziman: “Faşîzma tirk me dikuje, em alîkariya we dixwazin. Bijî Katalunya û bijî Kurdistan”. Ji DYAê eyaleta Texasê jî  Xende Biradostî nerazîbûna xwe ji êrîşa ew çekdarên girêdayî Artêşa Azad bi van gotinan diyar kir “Tu çi navî li wan dikî bikî, lê tekez  ew ne şoreşger in #BijîSerêkaniyê”

“Erê bi twitterê welat nayê azadkirin lê tu dikarî deng bidî, tu dikarî bala yên din bikişînî”

Ji bo ew kesên ku ji xebata Kurdan ya li dijî rejîma Esed nerazî ne û dibînin ku Kurd gellek qurbanî nedane ji Australiyayê Tara Fatehî  wiha twîta xwe vedibêje “Ti kes wekî Kurdan êş û zor nekişandiye. Şerê li dijî me ji zû de despêkiriye berî ku Esed êrîşî gelê xwe bik #BijîSerêkaniyê”. Sîdar Yigit jî ji Stokholmê ev twît weşand “Kurdistanîno, şeref û rûmeta we li Serêkaniyê tê parastin. #YPG #BerxwedanaRojava #BijîSerêkaniyê”

Hesabê bi nave Rizgar (@7Roj) jî derbarê hemû twîtên #BerxwedanaRojava ecêbmayîna xwe anî zimên û got “Dema Kurd yek bin, ti kes anjî ti hêz nikare yekîtiyê me perçe bike”. Ji Stenbolê jî Aynur Kaş  got “Erê bi twitterê welat nayê azadkirin lê tu dikarî deng bidî, tu dikarî bala yên din bikişînî. #BerxwedanaRojava”

Read Full Post »

Bakurî: “Ji ber qedexekirina zimanê kurdî zarokên me bi rêya çîrok û stranan fêrî dîroka me dibin” /  Foto: VOA

Di bernama Lêkgihandina Kurdan ya ku rojnamevan Dexîlê Şemo di televîzyona Dengê Amerîka re (VOA)  pêkêş dike hevpeyvînek balkêş ligel şêwekar Mîro Bakurî hate çêkirin.  Bakurî jimareke tabloyên xwe di festîvaleke xortan de li Washingtonê nîşan kiribû.

Mîro Bakurî ji VOAre got ku  hemû wêneyên ku çêkirine yên projeyeke bi navê “Bîranînên bi Zimanê Dayîkê”, hunermend Bakurî dibêje ku li Kurdistanê gellek pirsgirêkên zimanê Kurdî hene wek qedexebûna ziman, bêperwerdehiya bi zimanê dayîk. Sebaret vê pêşangehê Bakurî got “Min dixwest ez van pirsgirêkan bi zimanê wênegeriyê pêşkêşî kesên ku hunerê hez dikin û bi taybetî ji bo kurdên me ku rû bi rû bi van pirsgirêkan re dimînin”.

Bakurî di derbarê şîrovekirina hin tabloyên xwe dibêje:  “Ji ber qedexekirina zimanê kurdî zarokên me bi rêya çîrok û stranan fêrî dîroka me dibin. Mebesta ji van wêneyan ku ez piskilojiya jiyana kurdan diyar bikim, meqsed ez hîs û hestên wan nîşan bikim”.

Hevpeyvîn di xuleka heftê de despê dike:

Read Full Post »

Facebooka Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî li ser malpera Nefelê

Nûçeyeke têklidar:

AKnews reklama facebooka Nêçîrvan Barzanî dike

Read Full Post »

Older Posts »

%d bloggers like this: