Bi rêya Youtube xizmeta huner û kelepûra Kurdaxê dike

Arî Husgolkî li pêş baxçeya mala xwe li Kalmarê

Zinar Ala

Swêd (Rûdaw) – Roja ku Arî di sala 2007ê de yekemîn vîdyo di kanala xwe ya bi navê Jindires de li ser Youtubê belav kir, nizanîbû ku piştî pênc salan wê bibe kanala herî zêde temaşekirî di nav xelkê Kurdaxê de. Niha hejmara tikandina vîdyoyan 4 milyon û 300 hezar car derbas kiriye. Arî tenê dixwest folklor û kelepûra herêma Efrînê bide nasîn.

Arî Husgolkî yê xwediyê malpera jindires.com sala 1970î li gundê Miskê yê ser bi Efrînê hatiye dinê û ev bûn heşt sal ku li bajarê Swêdê Kalmarê dijî. Ji ber beşdarbûna wî di serhildana 12ê Adarê de, rejîma Baasê xwest wî binçav bike, ji ber wê jî Arî neçar mabû ku dest ji Efrîna xwe ya delal berde, Efrîna ku bost bi bost nas dike. Em pê re li ser kîjan gundî ji gundên Kurdaxê (366 gund) biaxivin, ew baş dizanî ew gund li kû dikeve, Arî li gellek gundan xew kiriye û xelkê van gundan jî nas dike.

“Em bibûn qurbanên neyar û birayên xwe”

Piştî koçberbûnê, Arî xwest li ser înternetê pirekê di navbera Kurdaxê û xelkên wê li diyasporayê çêbike. Digel ku wî di despêkê de nizanîbû çawa kompûterê veke jî, lê li ser sekinî, xwe westand û di dawiyê de gihîşt mirazê xwe û malpera Jindires ava kir. Jindires (Cindêrês) jî navê navçeya ku Arî jê tê ye: “Min malpera jindirêsê di sala 2006ê de damezrand û min hewl da ku bibe pencereyek ji Kurdaxê re li ser înternetê û ji hêlike din ve kiryarên xirab yên rejîma Baasê şermezar bikim. Min dixwest ez xizmeta  kelepûr û hunera Çiyayê Kurmênc (Kurdaxê) bikim, ji ber ku qedera Kurdên Rojava bû ku em ketibûn navbera planên rejîma Baasê  li aliyê din jî em tim bibûn qurbanên perçeyên din û xizmetkirina birayên xwe li seranserî Kurdistanê, lê ti carî kesî parastina me nekir, wan ji bo berjewendiyên xwe em bi kar dianîn, em bibûn qurbanên neyar û birayên xwe”.

“Parastina folklor û zimanê xwe ji helandin û windabûnê”

Di kanala Jindires de mirov rastî gellek çalakiyên siyasî, hunerî û şahiyên netewî tê, her wisa mirov dikare gellek vîdyoyên derbarê dîmenên sirûşta Efrînê li ber dengê tembûra  Adîk, anjî li ber dengê def û zirneya Nêsirliyan bibîne. Arî bi rêya heval û nasên xwe gellek konserên taybet yên hunermenên kevnar bi dest xistine û avêtine ser malperê, mirov dikare bibêje ku ev kanal bûye mûzîkxaneya Kurdaxê. Derbarê  belavkirina van berheman de, Arî wiha dirame:

“Ev berhem bi pirranî bi awayekî nepenî  ji welêt ji min re dihatin, bi rêya dost û mirovên xwe, yan jî me ji weşanên komele û  berhemên hin kesan werdigirtin. Armanca herî sereke ew bû ku em  folklor û zimanê xwe ji helandin û windabûnê biparêzin. Di xebata malperê de jî nivîskar, hunermend û çalakvanan hevkariya me kirin. Mixabin rêxistinên me ev valatî tijî nekiribûn û rejîmê siyaseta asîmîlasyonê li ser ciwanan dimeşand. Min hewl da ku ez bi berfirehî li hember van planan derkevim û dengê Efrînê bigihînim Kurdên me li çar beşên welêt û li seranserî cîhanê.”

Di vê sala dawî de jî Arî malperek bi navê “Efrina Nû” vekiriye, ew tê de bi zimanê erebî û kurdî nûçe, hevpeyvîn, nivîs, wêneyan derbarê herêma Efrînê û rojeva wê de diweşîne. Arî wek gellek Kurdên Rojava gellek demjimêran li ser înternetê derbas dike, bi hêviya ku êdî  azadîxwaz li Sûriyê biserkevin û rejîma Esed têk biçe: “Xwesteka min ku gelê kurd li Rojava bigihije armanc û daxwazên xwe, ku ew xebata tevgera kurdî ya ku ji sala 1958ê ve destpêkiriye bi saya keda xort û keçên kurd berhema xwe bide, ku dawî li rejîma Baasê bê û şoreşa gelê sûrî û Kurdan biserkeve.”

Statîstîkên Kanala Jindires  

Heya niha 1251 vîdyo hatine weşandin û 4.308.310 caran hatine temaşekirin.

331 bikarhênerên Youtube abonetiya kanalê kirine.

Rojane 3000 car vîdyoyên malperê tên temaşekirin.

Di sala 2011ê de vîdyo 1.102.845 caran hatine temaşekirin

Kanal li 101 welatan hatiye temaşekirin, di serê lîsteyê de jî welatên wek Almanya, Tirkiye, Yewnan, Swêd, Danîmark, Swîsre, Iraq û Sûriyê tên.

One thought on “Bi rêya Youtube xizmeta huner û kelepûra Kurdaxê dike

Şîrove û nêrînên we