“Rêya Ronahiyê” li Kurdistanê bû

Ji çepê Marc Capellà  Nerea San Sebastián  Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto:  Ruta de la Luz
Ji çepê Marc Capellà Nerea San Sebastián Madhu Khatnani û Marcelo García / Foto: Ruta de la Luz

Rûdaw / Z.A – Di Cotmeha borî de weqfa spanî “Ruta de la Luz” (Rêya Ronahiyê) ji bo pêkanîna misyoneke tenduristiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Misyon bi hevkariya weqfa şîrketa petrolê ya spanî Repsol hate birêvebirin û çar bijîşkên çavan tê de beşdar bûn. bijîşkan ji Spanyayê berê xwe dan Hewlêrê û ji wir serdana hinek gundên derdora gola Dukanê li nêzîkî Silêmaniyê kirin. Bijîşkan roniya çavê 1.078 kesan kontrol kirin, ku pirraniya wan zarokên ji 5 heya 17 salî bûn, ji wan jî pêdiviya 176 kesan bi sererastkirina roniyê hebû.

Du bijîşkên ji weqfa “Ruta de la Luz” derbarê misyona xwe li Kurdistanê ji Rûdawê re axivîn. Bijîşka bask Nerea San Sebastián xwest di pêşiyê de spasdariya xwe ji xelkê Kurdistanê re bîne ziman û wiha hestên xwe nîşan dan: “Bi rastî ez bêjim, ezmûneke gellekî xweş bû, xelkê wir gellekî şîrîn bûn, danûstandina wan bi me re pirr xweş bû û herdem arîkariya me dikirin. Çay û şokolat jî pêşkeşî me dikirin, herwiha em vedixwendin xwarinê li malên xwe.”

Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de
Optîkvan Madhu khatnani di dema miayanekirinê de

Derbarê sedema çûyîna wan ji bo çend gundên derdora gola Dukanê, Nerea dibêje: “Şîrketa Repsolê ku li wê deverê kar dike dît ku pêdiviya wê deverê bi kontrolkirina çavan hebû, nemaze ku bijîşkên çavan yên herî nêzîk li Hewlêrê ne, ango du demjimêran bi seyareyê ji wan dûr in. Repsol bi me re ket têkiliyê ji bo ku em di vê projeyê de hevkar bin. Me çavên zarokên şeş gundan kontrol kirin, herwisa çavên mamosteyan û yên hinek gundiyan jî.” Hejmareke mezin ji kesên ku hatibûn kontrolkirin, li ba wan astîgmatîsm bilind bû. Nerea xwediya ezmûneke dirêj e di vê xebatê de û derbarê sedema pirrbûna kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, nêrîna xwe wiha vegot: “Ez diramim ku sedema vê yekê ziwabûna hewayê ye û ku toz dihêle ku xelkê herêmê çavên xwe bixurînin. Beriya salekê ez li Bolîviyayê bûm, dîsa li wir astîgmatîsm bilind bû, li wir jî hewa zuha ye û gellek toz heye. Teoriyek heye ku dibêje  ew xurandina çavan qerniye hinekî deforme dike, dikarim bêjim ku li gorî herêmên ez tê de derbas bûme ev teorî lojîkî ye”

Li aliyê din jî tiştê ku bala bijîşk Madhu Khatnani kişandinû ew ku kurtbînî (miyopî) di nav zarokan de pirr kêm bû: “Li gorî kontrolên ku me çêkirin, derket holê ku hejmara kesên kurtbîn gellekî hindik bû, berevajî tiştê ku di nav xelkê welatên rojavayî de rû dide, ev jî ji ber ku li welatên pêşketî bikaranîna kompyûter, telefonên destan û iPad hejmara miyopan zêde dike. Ji ber ku ev alav li vir pirr belav nebûne, hejmara miopan kêm e”. Madhu jî ji serdana xwe ya Herêma Kurdistanê gellekî bextewar e: “Dema me ji xelkê re got em diçin Iraqê, wan xema me dixwarin, ji ber ku medya li vir nêrîneke ters li ser rewşa ewlekariyê li Iraqê belav dike. Tiştê me li Kurdistanê dît gellekî xweş bû, ezmûneke ewqas xweş bû ku nayê jibîrkirin. Ewlekarî li wir serdest e û xwezaya Kurdistanê gellekî xweş e, di danûstandina xelkê bi me re germahiyeke zêde hebû. Herdem em vedixwendin malên xwe ji bo vexwarina qehweyekê. Deriyên malên wan herdem vekiri bûn”.

Çavkanî: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/140120141

Şîrove û nêrînên we