Hebû tunebû, dibêjin rojekê mişkek ji qulika xwe derketibû û rastî
şêrekî gir hatibû.
Şer dixwest mişkê bixwara.
Mişk: Şêro, ji kerema xwe min nexwe, dibe ku rojek were pêdiviya te bi min hebe.
Şêr gotê: Çawa ezê motacê (hewcedarê) te bibim, tu jî ewqas biçûk î?
Dema şêr çav li mişkê gerand û dît ku çiqas ew biçuk e, dilê xwe pê
şewitî û serbest berda.
Rojekê mişk dengekî tirsdar bihîst.
Ew jî dengê şêr bû.
Dema gihîşt cihê deng jê dihat, dît ku şêr di nav toreyekî de asê bûye.
Mişk gote wî: Ezê te rizgar bikim!
Şêr: Tu!, tu gellek biçûk î ji bo karekî ewqas giran.
Mişk dikeve ser werîsa (kêndir) toreyê, hêdî hêdî bi diranên xwe werîsê qot dike û wiha şêr rizgar dibe.
Ji wê şevê de, herdu heta hetayê bûn heval.
Têbînî: Min ev çîrok berî çend salan ji zimanê spanî wergerndibû ji bo projeyeke derbarê wergerandina çîroke ji gelek zimanên cîhanî re, tê gotin ku ev çîrok ya Aysopos e.