Çima KURDÎ?

Gava ez zarok bûm min bi kurdî bi onê Sultan û Henû re dida û distand.

Diya min heya roja 22/10/2010 bi kurdî bi min re diaxvî.

Bi kurdî xewnan dibînim, stranan dibêjim,…

Ji bo ku ev ziman zindî bimîne ezê erka geşkirina vê zimanî bixim ser milê xwe.

Heya ku dem û hêz hebe, ezê vê blogê bi tîpên kurdî bineqşînim û bixemlînim.

Têbînî 2023: Di desepêka avakirina blogê di 2008an de heya 2022, kêm zêde, wisa diramiyam lê di buhara 2023 metamorfozek (transformasiyonek) di jiyana min de çêbû. Êdî ez ne Zinarê berê me (Hevepyvîn).

Eger meraqa we heye ku hûn bizanibin ez niha çi me an jî ez kî me, ancax hûn nivîsên blogê bişopînin.

Münster, 07.10.2023

Zinar

35 thoughts on “Çima KURDÎ?

  1. Gelek sipas Siwaro jibo nirîna te ser blogê, hêvîdar im ku tu zimanê kurdî baş fêr bibî û her wisa birayê te Bawer û xwişka te Ciwane.

  2. Li ser fîlosofan:

    Gelek supas, bo wan peyvan li ser fîlosofan, yek ji wan berê min jî wergerandibû û di nav nivîsa min a dirêj de heye…

  3. Ev gavek pir xweşe kek Zinar pir sipas ji te re û ez hevî dikim ku hemû havalên me bi me re xebat kin, û bi zimanê xwe binivîsînin.

    Silav û rêz

  4. Bi rastî kek Ronî eger em vê zimanê ne parêzin, kî wê biparêze.
    Em baş nas dikin şerê ku li dijî zimanê kurdî tê meşandin.

    Spas carek din jibo sîroveya te.

  5. Torîna delal û gelek ezîz ber dilêmin:

    Gelek kêfxwesbûm bi nameya te, kurdiya te gelek xweşe, xem ê tîpên kurdî mexe, em ê jitero namayê bi tîpên kurdî bixemlînin, gelek heval hene bê tîpên kurdî nameyên xwe dişînin em ji wanre serrast dikin.

    Li benda serdana te me.

  6. Hevala Torîn:

    Gava min pirsa te xwend: (tu zanê çima?)
    di cida min ev stran xwend:

    “Çima yarê çima, te ez xistim derya xema
    Dînim gav tu dûrî nîvê emrê nib borî…
    Bimrim jiter ne xema, ez bimrim ji ter ne xema”

    Silav û hezkirin bo kena te.

  7. Merheba hevalê ezîz Zinar, ev xebatê ku tu diki hem ji bo zimanê me hem ji bo nasbûna me li nav cihanê de gelek xweş û pewist e. Ez dixwazim ji te nas bikim, ez jî pê werger ê mijul dibim, ger tu dikari ji min re,li maile min re binîvisi, ez gelek kefxwêş bim,
    ligel silavan
    baran

  8. Ez jî gelek şad û bextewar bûm bi naskirina te kek Baran, xebata wergerandinê zor pêwîste jibo gelê kurd, jiber wê ez ji bo te sekeftinê dixwazim û hêvîdarim ku te li vir herdem bibînim.
    Tu bi xêr hatî bloga “ Ji Spanya ta Kurdistan”.

    Silav û maç ji Ciudad Real heya Stenbolê

  9. zinar ez gerek bi te ra li ser messenger biaxfim ti§tin nu hene gerek tu tema§ebikê 😉 tê pir kefxwe§bê. li benda te me.

    silav û rêz

  10. Birez Zinar,
    Ez Ji De`rika Chiya ye Mazim e.
    Ez Li ser hunera nuje de xebata che dikim.
    bi rasti malpera te geleki kefa min jere hat u ez bawerim qu te bi serkevi.
    Ez hatimim Mataro´ ji bo xebate huneri..
    qu ez dixwazim alikari tu bi min bike..
    qu tu we´ germ li we daxaziya min binere, ji min re mail bisine u em li ser mail bipeyivin.
    ji anhade ez sipasiye ji dil didim.

  11. Wey ser seran wey ser herdu çavan
    Tu bi xêr hatî bloga me
    Her bijî Hirçoka te hevala Şîlan

    Weke bloggerekî kurd ezê herdem rojbûyîna Jînda pîroz bikim ya ku hîşt ku “Hirçoka min” were damezrandin û pelikên Internetê bi tîpên zimanê dayîk û dapîrên me bixemlînin.

    Gellek hezkirin û barek silav ji bo te, wilo jî ji bo Miche û Hirçoka Swêd û Kurdistan.

  12. Ji ber ku tu jî ” BINDESTê EVÎNê YE” ez ji tere va helbestê bi rêdikim, hêvîdarim ku bi dilê te bê?

    Bê Ziman

    Newêrim ji te bixwazim

    Nikarim ji te bixwazim

    Tiştê ku ji zode

    Ez ji te dixwazim

    Erê ez bi deh zimana me

    Lê li pêş te, ez bê ziman im

    Li pêş te, ez bê ziman im.

    Te ez bê dawî kirim

    Te ez bê dawî kirim

    Lê bi min pir şêrîn e

    Ez benî:

    Ku ez çavên xwe

    Li ser çavên te bigrim

    Carek din ez venekim.

    Te ez bê gotin hêştim

    Te ez bê gotin hêştim

    Nema li pêş min

    Xeynî ez serê xwe

    Ji tere deynim

    Nema li pêş min

    Xeynî ez silavê

    Ji tere lêxim.

    Te ez kuştim

    Te ez kuştim

    Te ez kuştim.

    Li ber roja te

    Ez mîna katjimêrên – Dalî

    Çiqas car hatim helandin

    Li ber tava te

    Ez mîna berfê

    Çiqas car hatim bişaftin.

    Te ez kuştim

    Te ez kuştim

    Te ez kuştim.

    Çiqas gotinên min hene

    Giş vedigerin ser te

    Çiqas helbestên min hene

    Giş tên nivîsandin bi pênûsa te

    Kuva ez herim, kuva ez werim

    Tim êsîrim li zîndana te

    Çiqas ez fêrbibim

    Çiqas ez zanibim

    Lê tim nezan im

    Bi ferhenga sîngê te.

    Te ez kuştim

    Te ez kuştim

    Te ez kuştim.

  13. Her bijî heja Zinar Ala .. destê te xweş bin ser vê malpera ciwan û bikêrhatî..
    karekî pîroze
    tu her hebî

    silav û gûlav

  14. biraye delal dema te xwesh be. ez yekcaran li bloga te dinerim û gellek kefxwesh dibim ku tu bi kurdi dinivisini. silav

  15. Kek Zinar,

    Ez te ji bo xebata te ya di rêya kurdperweriyê de pîroz dikim. Tu her serkeftî û dilşad be.

  16. slavén germ jıbo hevalé héja u berketi. hevalé héja ev qederıke ku mın bılok ziyaret nekirye u mın nivisén bloké ne xwendiye. lewma ku şirové mın jı bloké kém bıbun. Lé her çıqas ez ji bıloké durbum ji blok dı dılé mın de diji.
    serkeftın jibo hevalé zınar ala.
    slav u hezkırın

Leave a reply to Zinar Ala Cancel reply