Barzanî heyranê FC Barcelona ye

Bayram Tutumlu û lawê xwe Issac diyariyên FC Barcelona didin Barzanî

Rûdaw / Z.A: Malpera navdar Soprt.es di meha bihorî de bi sernivîsa “El Barça û Kurdistanê pêwendiyên xwe xurt dikin” nûçeyek li ser serdana menajerê kurd di warê fotbulê de Bayram Tutumlu ya ji serokê herêma Kurdistanê re weşand.

Manşeta malperê ya jorîn bi van gotinan xûya dike: Rosell ha invitado al Camp Nou al presidente del Kurdistán iraquí: Rosell Serokê Kurdên Îraqê dawetê Camp Nou kir.

Nûçeya ku Rûdaw berî mehekê weşandibû ji nû ve di malpera spanî Sport.es de cihekî xwe girt; malper her wisa behsa netewa kurd û Kurdistanê bi awakî gîştî kir.

Nûçeya David Rubio ya ku di 10ê tebaxê de hat weşandin bal kişand li ser pejirandina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji vexwendina Serokê F.C Barcelona Sandro Rosell ji bo serdana klûbê û temaşekirina maçekî li Camp Nou. Rojnamegerê malperê wiha nivîsand: “Mesûd Barzanî yek ji heyranên FC Barcelona ye û bi awakî konkret heyranê Leonel Messi ye. Serokê kurd dawetname bi razîbûn û kêfxweşî qebûl kir, ji ber wê jî em dikarin wî di demek nêzîk de ligel Rosell li balkona Camp Nou bibînin” û wisa domand “dibe ku di pêşerojê de peymanekî di navbera El Barça û Kurdsitanê de rû bide, ev jî wê bê wateya ku aramî di vê herêmê de hatiye damezrandin”.

Tê zanîn ku Bayram Tutumlu û kurê xwe Issac li ser navê Sandro Rosell qemîsekî û gokekî ji rengên FC Barcelona diyarî serokê Herêma Kurdistanê kiribûn.

Şîrove û nêrînên we