‘Ji bo Kurdên Rojava tiştê herî baş modela xweseriyê ye’

Jiyan Bedirxan û li paş wî peykera Betthoven / Foto: Z.A

Rûdaw / Z.A: Jiyan Bedirxan karsaz û çalakvanekî ji Kurdên rojavayê Kurdistanê ye. Li zanîngeha Helebê beşa huqûqê xwend û di Huqûqa Navnetewî de ji zanîngeha Bonnê master standiye. Jiyan yek ji damezrênerên YASA ye û niha jî li Bonnê  fîrme-dibistanek ava kiriye. Me Jiyan li Bonnê dît û em pê re axivîn.

Jiyan di sala 1973ê de li Şamê ji dayîk bûye; bavê wî ji Efrînê ye û dayîka wî ji Qamişlo ye, lê Jiyan li bajarê Helebê mezin bûye. Di dema xwendina  huqûqê de Jiyan ne tenê dixwend, alîkariya bavê xwe jî dikir li dîkanek ji bo firotina derziyan: “Min rojê 12 saet kar dikir ji ber wê xwendina min du salan dereng ket, lê piştre me bi dawî kir û em hatin Almanyayê”.

Jiyan berê xwe dabû Bonnê ji bo xwendinê, di çar mehên pêşî de Jiyan li ba merivên xwe dima, ev tişt li gor wî alîkariyek mezin e bo xwendekaran lê neyîniya vê yekê jî heye: “Li ba merivên xwe zimanê axaftinê kurdî bû ji ber wê jî di fêrbûna ziman de ez pêşneketim.” Piştre Jiyan karekî dibîne û ji merivên xwe cihê dibe û li mala xwendekaran odeyek peyda dike, di salekê de jî xwendina ziman diqedîne û piştre jî mastera Huqûqa Navnetewî li ser Mafê Hindekahiyan bi dest dixe.

Rêya karsaziyê hilbijart

Jiyan dixwest doktora jî çêke lê rewşa aborî alî wî nedikir, ew dibêje: “Notên min baş bûn ji bo xwendina doktorayê û min destpê kiribû, ez li benda bûrsekî bûm lê bûrs nehat û min dest bi kar kir, du rê ez zewicîm û êdî  kar û xwendin bi hevre nedimeşiyan, ji ber wê jî min biryar stand ku ez tenê kar bikim”.

Jiyan di şîrketa navnetewî ya xizemtkirina  xwendekaran  ICEF de ya ji bo pênc salan kar kiriye. Ev bû du sal jî Jiyan ligel hevalekî alman fîrme-dibistanek bi navê Academic Channels ava kiriye, xwendekarên gelek welatan tînin dibsitanê xwe ji bo hînbûna almanî û herwiha xwendekarên alman dişînin welatên din ji bo xwendinê.

Jiyan Bedirxan û xwediyê vê blogê

Internet neviyên Cegerxwîn û Celadet Bedirxan gihande hev

Bi rêya înternetê gelek lêhatinên xweş çêdibin, para Jiyan ji van lêhatinan jî hebû, ew jî bi rêya ev toreya cihanî evîna xwe Julia nas kir. Ne Jiyan dizanî ku Julia neviya Mîr Celadet Bedirxan e, ne jî Juliya dizanî ku Jiyan neviyê Seydayê Cegerxwîn e. “Despêkê me bi hevre chat dikir, tenê min dizanî ku ew keçeke kurd e, lê piştre min emailek jê wergirt û min dît ku paşnavê wê Bedirxan e, em bi telefonê bi hevre diaxivîn û piştre me hev dît û dilê me ket hev”. Berê ku ev pêwendiya evînî navbera Julia û Jiyan çêbibe pêwendiyeke wêjeyî navbera bavpîrên wan jî hebû, “Bavpîrê Julia ji bavpîrê min re pêşgotina pirtûkekî wî nivîsandibû, Cigerxwîn jî du helbest li ser Celadet nivîsandibûn”.

 

Xebata yasayî  ji bo mafên Kurdan

Jiyan du gilî li dijî rejîma Sûriyê vekiribûn derbarê binpêkirina mafên Kurdan, yek ji UNESCO re ya din jî ji bo Komîteya Mafên Mirovan li Cenevreyê pêşkêşkirin, lê giliyên Jiyan ji Kurdan jî heye: “Ji bo pêşkêşkirina giliyan divê belge hebin, kesên serbixwe yên ku soz dabûn min tiştek ji min re neşandin, lê partiyên kurd alîkariya min kirin, belgeya pêşî partiya Pêşverû ji me re şandibû”.

Jiyan û rojnamevan Arêf Cabo di civîna Netêwên Yekbûyî ya li ser rewşa Kurdên Rojava li Genova hevdû ditin û piştre li Bonnê YASA (Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî ) ligel hevkariya çend xwendekaran damezrandin. Jiyan û hevalên xwe di YASA de raporan  li ser Kurdên Rojava amade dikin û gelek semînar çêdikin ta ku çanda mafê mirovan di nav Kurdan de belav bikin.

Jiyan li Bonnê çendîn xwepêşander li dijî Esed organîze kir / Rûdaw

“Xweserî” ji bo Kurdên Rojava

Jiyan ji bo Kurdên Rojava, piştî ku rejîma Baasê hilweşe, modela xweseriyê ya herî baş dibîne:“Em di Sûriyê de milet in û mafê çarenûsî bi her miltekî ve girêdayî ye, wek em dibînin Kurdên wir dixwazin di hundirê Suriyê de bimînin, pirsgirêka wan jî bi rêya rewşekî ji xweseriyê çareser dibe yan jî di destûrê de divê mafên wan yên bingehîn bêne binavkirin weke miletek serbixwe li Sûriyê bijîn. Tiştê herî baş ji bo me modela xweseriyê ye, xweseriya standart tune ye, şêweya vê xweseriyê li ser danûstandina me bi hikûmeta Sûriyê ya nû re dimîne”.

Jiyan dirame ku divê hikûmeta lokal ya Kurdan hebe ku ziman û aboriya wan biparêze û dibêje: “Petrolê ji erdê me distînin lê em tiştekî jê nabînin”.

Di dawiya hevpeyvînê de, Jiyan me dibe avahiya şîrketê ku li navenda bajêr e, dibistan û buroya ku lê dixebite nîşanê me dike. Ji ber karê şîrketê û xebata xwe di YASA de dema Jiyan ji tiştekî re namîne nemaze ku niha bûye bavê du zarokan Lîzacan û Rozamey ya dumehekî. Em hinekî li kolanên Bonnê dimeşin û li ber peykera nemir Betthoven em xatirê xwe ji Jiyan dixwazin.

Şîrove û nêrînên we