Feeds:
Posts
Comments

Posts Tagged ‘Bonn’

img_0286

Hunermend Muharram ligel cemawerê “Roja Çanda Kurdî” li Bonnê / Foto: Z.A

Roja şemiya borî 24 îlonê, di çarçoveya çalakiyên hefteya navçandî de “Interkulturelle Woche 2016”, ez beşdarî du çalakiyan bûm. Sibê ez li bajarê Münsterê bûm, min û hevalên xwe di Komele Odakê de li ser sehnê me govenda kurdî û yewnanî gerand, me dîlanên wek sertakî (reqsa Zorba), bagiyê, çepkî girt. Di dîlana dawî de jî em ji ser sehnê daketin û me xelkê jî tevlî dîlana Delîlo kir. Ji bo temşekirina dîlana me, li ser vê girêdanê bitikîne: www.facebook.com/sabir.akdemir/posts/1281741091845342

Xwediyê blogê di serkêşiya govenda bagiyê de / Foto: Odak

              Xwediyê blogê serkêşiya govenda bagiyê dike / Foto: Odak

Hêvarê jî demjimêr 17:00 li bajarê Bonnê Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya û Yasayî (YASA) Roja Çanda Kurdî” li navenda MigraPolis pîroz kir.  Di agahiya ragihandin çalakiyê de ser Facebookê de, di derbarê kesên beşdar  di çalakiyê de ti înformasiyon nehatîbûn belavkirin.

 Baş e, kesê ku çalakî birêvebirbû endamê YASA Aref Gabeau bû.

 Helbestvan jî Hidir Çelik, Ulrich Bergmann û Hussein M. Habasch bûn.

Hunermend jî Muharram Dogan û hevsera wî Fîdan bûn.

Di despêka çalakiyê de kurtefîlma derhêner Akram Kiro  “Havîna Sar”  hate nîaşandanfîlm di navbera Kurdistan û Almanya hatiye kişandin û behsa jiyana penabrekî kurd li Almanya û jiyana wî ya berê li welêt dike.

Piştî ku helbestvan helbestên xwe xwendin, min rêdan ji birêvebirê çalakiyê xwest ji bo xwendina helbestek kurt, min helbest di pirtûkek ya nivîsakara swîsrî Jacqueline Sammali de  xwendibû, helbest jî anonîm e. Piştî xwendina helbestê jinek alman hat ba min ji bo ez helbestê jê re wergerînim, helbest jî wisa ye:

Keça min bi girî vegeriya,
Keça min bi girî vegeriya,
Min got mamoste bi tiştekî nizane,
Min got mamoste bi tiştekî nizane,
Min dixwest ez li nexçeyê binêrim,
Min dixwest ez li nexwşeyê binêrim.
Lê ew gote min:
“Kurdistan tune ye”
Keça min bi girî vegeriya.

Di beşê mûzîkê de jî Muharram û hevjîna wê Fîdan hêvara Roja Çanda Kurdî bi gotina stranên gelêrî pir xweş kirin, cemawerê çalakiyê jî ligel wan stran xwendin.

Piştî wan jî dîsa min rêdan ji kek Arif xwest ji bo ez stranekê kurt bêjim lê ew “di min de şikand”*, min dixwest ez strana “Lê Narînê” bixwînim ku min berî 5  mehan li welatê Baskê xwendibû û ji aliyê xelkê pir hatibû hezkirin. Lê piştre, dema girêdana dîlana efrînî, min li ber dengê def û zirnê perçeyek biçûk ji Eyşa Îbê da û min xwe hênik kir.

Bi gîştî çalakî xweş bû, hinekî cih biçûk bû û mêvanên biyanî (yên alman û ji netewên din) jî hindik bûn, ji ber ku tiştê herî girîng ji organîzekirina van çalakiyan danasîna alman û biyaniyan bi çanda kurdan ve. Tiştê nexweş bû jî ku mirov di “Roja Çanda Kurdî” de axaftina erebî  di danûstandina  hinekan de guhdarî bike.  Mixabin  xwarina kurdî jî tune bû, li kêleka vewxwarinan tenê Snack Brezel hebû. Hinekî nan, zêt û zaater jî hebûyana wê pir xweş biba, nemaze ji bo kesê bi zikê birçî ji Münsterê hatibû çalakiyê.

* “Di min de şikand”: derbirînek efrînî ye ku tê wateya daxwaza min bi cih nekir.

Ji bo temaşekirina wêneyên din: Yasa Kultur

Advertisements

Read Full Post »

Baxçeya zarokên Kurd li Bonnê

Rûdaw / Z.A – Nisrîn Emîr ji gundê Şadiya yê ser bi Efrînê ye û li Helebê ji dayîk bûye, li zanîngeha vî bajarî jî wêjeya fransî xwendiye û piştî derçûnê karê mamostetiyê kiriye. Di dawiya 2009ê de Nisrînê berê xwe dabû Almanyayê û li bajarê Bonnê niştecih bibû.

Piştî şeh mehên xwendina zimanê almanî, wê xwe di kursa Mamosteyên Zimanê Kurdî de li zanîngeha Bonnê qeyd kir û piştî standina bawernameyê Nisrînê êdî karîbû li zanîngeha Bonnê wek mamosteya zimanî kurdî bixebitiya, weke ku Nisrîn dibêje: “Bi rastî şansê min baş bû ku min ev xebat bi dest xist, ji ber ku wergirên bawernameyên mamosteyên zimanê kurdî hindik bûn û hinek hebûn hîn xwendina zanîngehê xelas nekiribûn, lê mixabin hejmara şagirtan hindik bû, digel vê yekê hebûna dersên kurdî di zanîngeheke almanî de tiştekî pirr xweş e, tu li zanîngehên din li Almanyayê bigerî tu tiştekî wisa nabînî”.

Nisrîn di dewra duyemîn ya kursa Mamosteyên Zimanê Kurdî di 2012ê de,

Nisrîn Emîr li ser pira Kolnê

ligel hevjînê xwe Fewzî Dîlber, karê organîzekirina kursê dikir: “Xebata me wek xeleka girêdanê di navbera şagirt, mamoste û zanîngehê de bû û em berpirsiyarên kursê bûn li cem zanîngehê”

Ji bo belavkirina bawernameyan li ser mamosteyên nû, Nisrîn dibêje ku wan plan kiriye ku heya berî Newrozê wergirên bawernameyên mamosteyên zimanê kurdî yên dewra 2010ê û yên 2012ê bicivînin û bi şahiyekê bawernameyan belav bikin.

“Mebesta me ku zarok bi kurdî bilîzin, biaxivin û kêfxweş bin”

Dûr ji atmosfer û stresa zanîngehê, ev bûn sê meh ku Nisrînê dest bi xebateke ligel zarokên kurd jî kiriye. Nisrîn derbarê projeya “bexçeyê zarokan yê kurdî” de got: “Hinek malbatan li Bonnê xwestin ku zarokên wan bikaribin wek çawa diçin baxçeyên zarokan yên almanî, bikaribin herin baxçeyekî zarokan ku tê de bi kurdî bibihîsin û biaxivin. Ya min jî kêfa min gellekî ji zarokan re tê, ji ber wê jî min ev kar girt ser milê xwe. Mebesta xebata me, ku zarok bi kurdî bilîzin, biaxivin û kêfxweş bin”.

Baxçeya zarokên Kurd li Bonnê

Vekirina bexçeyê zarokên ji bo zarokên kurd li Bonnê di mijdara 2012ê de bû, di hefteya pêşî de çar zarok hebûn, niha jî hejmar bûye deh. Li gorî derfetên di destê Nisrînê de, diyar dibe ku ew bi xebateke dijwar radibe lê xebateke bi dilê wê ye. Li ser vê ezmûna nû Nisrîn dibêje: “Ji bo ku zarok aciz nebin divê tu afrîner bî, tu ji wan re biqêrî, bikenî û bigirî, ango tu şano çêbikî heya ku tu wan ber bi xwe ve bikişînî û wan mijûl bikî, em wan fêrî tîp û hejmaran dikin, gotina stranan û çêkirina karên destan û hwd. Lê her tiştî em li gorî zarokan eyar dikin, hin zarok hene temen biçûk in û divê em li gorî wan herin. Wek nimûne cara dawî min ew fêrî strana Aram Tîgran ya “zimanê kurdî” kiribû. Min tenê melodiya stranê bi wan dida guhdarîkirin û bi gotinên guncaw ji bo temenên wan min ev stran ji wan re dixwend. Dema malbat ji min re dibêjin ku zarokên wan li malê stranan dibêjin ez gellekî bi vê yekê kêfxweş dibim”.

Read Full Post »

Jiyan Bedirxan û li paş wî peykera Betthoven / Foto: Z.A

Rûdaw / Z.A: Jiyan Bedirxan karsaz û çalakvanekî ji Kurdên rojavayê Kurdistanê ye. Li zanîngeha Helebê beşa huqûqê xwend û di Huqûqa Navnetewî de ji zanîngeha Bonnê master standiye. Jiyan yek ji damezrênerên YASA ye û niha jî li Bonnê  fîrme-dibistanek ava kiriye. Me Jiyan li Bonnê dît û em pê re axivîn.

Jiyan di sala 1973ê de li Şamê ji dayîk bûye; bavê wî ji Efrînê ye û dayîka wî ji Qamişlo ye, lê Jiyan li bajarê Helebê mezin bûye. Di dema xwendina  huqûqê de Jiyan ne tenê dixwend, alîkariya bavê xwe jî dikir li dîkanek ji bo firotina derziyan: “Min rojê 12 saet kar dikir ji ber wê xwendina min du salan dereng ket, lê piştre me bi dawî kir û em hatin Almanyayê”.

Jiyan berê xwe dabû Bonnê ji bo xwendinê, di çar mehên pêşî de Jiyan li ba merivên xwe dima, ev tişt li gor wî alîkariyek mezin e bo xwendekaran lê neyîniya vê yekê jî heye: “Li ba merivên xwe zimanê axaftinê kurdî bû ji ber wê jî di fêrbûna ziman de ez pêşneketim.” Piştre Jiyan karekî dibîne û ji merivên xwe cihê dibe û li mala xwendekaran odeyek peyda dike, di salekê de jî xwendina ziman diqedîne û piştre jî mastera Huqûqa Navnetewî li ser Mafê Hindekahiyan bi dest dixe.

Rêya karsaziyê hilbijart

Jiyan dixwest doktora jî çêke lê rewşa aborî alî wî nedikir, ew dibêje: “Notên min baş bûn ji bo xwendina doktorayê û min destpê kiribû, ez li benda bûrsekî bûm lê bûrs nehat û min dest bi kar kir, du rê ez zewicîm û êdî  kar û xwendin bi hevre nedimeşiyan, ji ber wê jî min biryar stand ku ez tenê kar bikim”.

Jiyan di şîrketa navnetewî ya xizemtkirina  xwendekaran  ICEF de ya ji bo pênc salan kar kiriye. Ev bû du sal jî Jiyan ligel hevalekî alman fîrme-dibistanek bi navê Academic Channels ava kiriye, xwendekarên gelek welatan tînin dibsitanê xwe ji bo hînbûna almanî û herwiha xwendekarên alman dişînin welatên din ji bo xwendinê.

Jiyan Bedirxan û xwediyê vê blogê

Internet neviyên Cegerxwîn û Celadet Bedirxan gihande hev

Bi rêya înternetê gelek lêhatinên xweş çêdibin, para Jiyan ji van lêhatinan jî hebû, ew jî bi rêya ev toreya cihanî evîna xwe Julia nas kir. Ne Jiyan dizanî ku Julia neviya Mîr Celadet Bedirxan e, ne jî Juliya dizanî ku Jiyan neviyê Seydayê Cegerxwîn e. “Despêkê me bi hevre chat dikir, tenê min dizanî ku ew keçeke kurd e, lê piştre min emailek jê wergirt û min dît ku paşnavê wê Bedirxan e, em bi telefonê bi hevre diaxivîn û piştre me hev dît û dilê me ket hev”. Berê ku ev pêwendiya evînî navbera Julia û Jiyan çêbibe pêwendiyeke wêjeyî navbera bavpîrên wan jî hebû, “Bavpîrê Julia ji bavpîrê min re pêşgotina pirtûkekî wî nivîsandibû, Cigerxwîn jî du helbest li ser Celadet nivîsandibûn”.

 

Xebata yasayî  ji bo mafên Kurdan

Jiyan du gilî li dijî rejîma Sûriyê vekiribûn derbarê binpêkirina mafên Kurdan, yek ji UNESCO re ya din jî ji bo Komîteya Mafên Mirovan li Cenevreyê pêşkêşkirin, lê giliyên Jiyan ji Kurdan jî heye: “Ji bo pêşkêşkirina giliyan divê belge hebin, kesên serbixwe yên ku soz dabûn min tiştek ji min re neşandin, lê partiyên kurd alîkariya min kirin, belgeya pêşî partiya Pêşverû ji me re şandibû”.

Jiyan û rojnamevan Arêf Cabo di civîna Netêwên Yekbûyî ya li ser rewşa Kurdên Rojava li Genova hevdû ditin û piştre li Bonnê YASA (Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî ) ligel hevkariya çend xwendekaran damezrandin. Jiyan û hevalên xwe di YASA de raporan  li ser Kurdên Rojava amade dikin û gelek semînar çêdikin ta ku çanda mafê mirovan di nav Kurdan de belav bikin.

Jiyan li Bonnê çendîn xwepêşander li dijî Esed organîze kir / Rûdaw

“Xweserî” ji bo Kurdên Rojava

Jiyan ji bo Kurdên Rojava, piştî ku rejîma Baasê hilweşe, modela xweseriyê ya herî baş dibîne:“Em di Sûriyê de milet in û mafê çarenûsî bi her miltekî ve girêdayî ye, wek em dibînin Kurdên wir dixwazin di hundirê Suriyê de bimînin, pirsgirêka wan jî bi rêya rewşekî ji xweseriyê çareser dibe yan jî di destûrê de divê mafên wan yên bingehîn bêne binavkirin weke miletek serbixwe li Sûriyê bijîn. Tiştê herî baş ji bo me modela xweseriyê ye, xweseriya standart tune ye, şêweya vê xweseriyê li ser danûstandina me bi hikûmeta Sûriyê ya nû re dimîne”.

Jiyan dirame ku divê hikûmeta lokal ya Kurdan hebe ku ziman û aboriya wan biparêze û dibêje: “Petrolê ji erdê me distînin lê em tiştekî jê nabînin”.

Di dawiya hevpeyvînê de, Jiyan me dibe avahiya şîrketê ku li navenda bajêr e, dibistan û buroya ku lê dixebite nîşanê me dike. Ji ber karê şîrketê û xebata xwe di YASA de dema Jiyan ji tiştekî re namîne nemaze ku niha bûye bavê du zarokan Lîzacan û Rozamey ya dumehekî. Em hinekî li kolanên Bonnê dimeşin û li ber peykera nemir Betthoven em xatirê xwe ji Jiyan dixwazin.

Read Full Post »

Jiyan Bedirxan serkêşê xwepêşdanê bû / Foto: Rûdaw

Rûdaw/ Z.A – Di Roja şemiyê 6ê tebaxê de derdorê 50 kes ji welatiyên Suriyê di bin baraneke sivik de meşek li bajarê Bonnê lidar xistin , xwepêşander ji bo demokrasiyê û şermezarkirina kiriyarên hovane ya rejîma Baasê li Suriyê slogan avêtin.

Xwepêşandan ji aliyê YASA (Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî ) û RAMAN (Komela Xwendekarên Kurdên Sûriyê li  Almanya) hatibû organîzekirin, parêzer Jiyan Bedirxan ji YASA  ji Rûdawê re diyar kir ku ew bi rêya vê meşê dixwazin piştgiriya gelê Suriyê bikin û raya gîştî li Ewropa agahdar bikin ku ew li dijî  serokê Suriyê  Beşar El-Esad û rejîma Baasê.

Siyasetvan Akif Hesen derbarî beşdarbûna xwe di vê meşê de got : “ev 40 sal in rejîm  di desthilatê de ye, êdî  kêr gihaye hestî,  gel serî hilda lê ew rastî komkujiyan tê, li hember van komkujiyan em protesto dikin”.

Helbestvan Hisên Hebeş û rojnameger Arêf Cabo ji bo  heman  armancî di vê xwepêşandanê de beşda bûne, herdû jî  ji bo destekkirina gelê Sûriyê û ji bo rawsetandina herikandina xwînê, her wiha  ji bo hilweşandina rejîmê meşiyan.

Xwepêşander li ber peykera Beethoven derbas dibin / Rûdaw

Di xwepşanadanê ereb û kurd bi hevre sloganên li dijî rejîma Baasê û  ji bo azadiyê û demokrasiyê avêtin, her wisa çend stranên şoreşa Sûrî  xwendin, xwepêşanderên kurd û ereb bi hevre  bi kurdî qêriyan  “Daxwaza me Azadî, Daxwza me Demokrasî”.

Rojnamevanê beşê erebî di Duetsche Welle de Ehmed Hiso jî beşdarî  xwepşandanê bû û ji Rûdawê  re got: “em li vir tekez dikin ku gelê Suriyê yek e û xelkê di hundirê Suriyê de ne bi tenê ye, Suriyên li derve jî ligel wan in û ew jî hilweşandina rejîmê dixwazin nemaze piştî qirkirina gel ku aniha li Hama û bajarên din têne kirin.

Digel bilindbûna rêjeya welatiyên Suriyê li Bonnê lê hejmara xwepêşanderan hindik bû, çalakvan Hiyam Karja derbarê kêmbûna hejmara xwepşanderan destnîşan kir ku reklama ji bo çalakiyê lewaz bû, her wisa ji ber tirsa welatiyan ku rastî stema rejîmê  werin dema serdana Suriyê bikin.

Read Full Post »

Avesta / Zinar Ala

Wêjevan û dokotor Nûrî Şitlo (1942 / Cuqê / Kurdax) di  27ê şibatê bihorî de  li bajarê Efrînê jiyana xwe ji dest dabû.

Di roja şemiyê 13 adarê de şîna  Dr. Nûrî Şitlo li bajarê Bonnê hate lidarxistin.

Birayê Dr. Nûrî Şitlo  ku li Bonnê dijî siyasetnas Îbrahim Şitlo, hevsera wî werger Şeza Alo û herdu kurên wan bijîşk Bawercan  û bijîk  Beşîr bi barê bixêrhatina mêvanan radibûn, her wiha komele Mala Kurdan ya Bonnê hevkariya wan dikir.

Derdorê 100 kes amade bûn ji Kurdên Bonnê û derdora wê, ji wan siyasetvan, nivîskar, rojnamevan, karsaz, karker  û dengbêj hebûn, her wiha Mela Fayiq Dilo (Kevneserokê Herketa Îslmaî ya Kurdistanê) û Şêxê Êzdiyan  Şêx Xelef jî di nav mêvavn de cih digirtin.

Li gorî gelek kesên ku di şînî de amade bûne:

Dr. Nûrî  gelek kesên belengaz bê pere derman dikirin û  derman ji wan re dikirî. Efrîn tevde  ji ber wendabûna wî di şînî de ye..

Dr. Nûrî mirovekî welatparêz bû, doxtorî  li Stenbolê xwendiye û li Bulgariya pisporî di nexweşiyên çermî de çêkiriye.

Dr. Nûrî Şitlo di 17 saliya xwe de  pile yekemîn di pêşbirkek bi navê Cejna zanîn  ya kurteçîrokan  wergirtibû, ew ji aliyê serokê Ereb yê navdar Cemal Ebdulnasir, serokê Komara Erebî yê Hevgirtî (Suriyê û Misir)  li Elqahîre sala 1959an hatibû xelatkirin.

Di eynî pêşbirkê de  romana  ronakbîrê naskirî di wêjeya Erebî de Taha Hisên pile yekemîn wergirtibû.

Di şînî de Mela Fayîq Dilo û Şêxê Êzdî Xelef gotinên balkêş kiribûn û  xwendina Fatîhê ji bo Dr. Nûrî Şitlo û ji bo  hemû Pakrewanên Kurdistanê xwestin.

Têbînî:

– Wêneya Dr. Nûrî Şitlo di salona şînê de tune bû, em li benda wêneyeke wî man lê bi dest me neket.

– Çigarkêşan li derveyê salonê çigare dikşandin.

– Jin û mêr di heman salonê de bûn, hejmara jinan kêm bû û ew di maseyekê de rûniştî bûn.

– Digel ku dengê Quranê hin caran dihate bihîstin, lê şînî  ewqas kiraseke olî li xwe nekiribû.

– Hem Mela Fayîq hem jî Şêx Xelef di axaftinên xwe de yên dem kin, bi hestekî netewî, behsa Kurd û Kurdistanê dikirin.

–  Gelek xarinên û vexwarinên  curbecur hebûn, digel ku gelek mêvan hebûn lê tilek xwarin û gelek şîşeyên Coca Cola û Fanta nîvvala mabûn. Pêşniyar hate kirin ku xwarinê mayî  ji bo malbatek an jî du malbatên belengaz re bête  şandin lê dîsa xwarinê mayî pir bû û ji bo çekirinê bû.

Galerî (9 foto)


Read Full Post »

Zarokên Kurd li Bonnê (Foto: Z.A)

Di bin slogana “Jin Jiyan e Jiyanê Nekujin” 150 jinên Kurd li hev civiyan û bi coşeke mezin 8ê adarê ( Cejna Navnetwî ya Jinê) pîroz kirin.

Programa şahiyê di demjimêr 14.00 despêkir, Şervîn Kobanî bi rihekî kurdperwerî pêşkêşvaniya çalakiyê dikir. Di destpêkê de jinan derdorê saetekê li ber stranên gelêrî bazdana xwe dikirin.

Piştî xwendina sirûda netewî, du jinên Kurd, bi cilên Kurdî, rola pêşkêşvaniyê standin  û bi qerf û henekî behsa nenaskirina zarokên Kurd ji zimanê xwe re, piştre grûpa zarokan  pêşkêşkirin, zarok derketin ser sehnê û strana nemir Mihemed Şêxo “Ez keçim Keça Kurdan im” xwendin.

Piştre dengbêj Mizgîn stranên xweş ji folklora Kurdî xwendin û dîsa govenda jinan xweş geriya.

Dûvre endamên Koma bazdanê cihê xwe li ser sehnê girtin. Koma  ku ji keç û xortan  pêk dihat gelek reqsên  xweş û curbecur pêşkêşkirin û şahiyê bi reqs û cilên xwe geş kiribûn.

Di nava programa şahiyê de vîzyonek ji amadekariya Şervîn Kobanî hate weşandin, di vîzyon de  wêneyên jina siyasetmedar, hunermend, têkoşer û karker li ber  dengê Aynurê dihatin weşandin.

Paş wê hemû mêvanên şahiyê ji bo xwarinê hatin vexwendin, her jinek xwarinek bi xwe re anîbû, xwarinên kurdî yên curbecur hatibûn amadekirin, mirov dikarî ji her cureyekî tiştekî tam bikira.

Her wiha para pêşkirkekê hebû, Şervîn û Hiyam (ji komîteya organîzekirinê) pêşbêrk bi rêve dibirin, gelek pirsên balkêş ku girêdayî jinan dihatin kirin wek mînak: Diya Ehmedê Xanê kî bû?

Piştî wê Stranbêj Sureye ligel grûpeke ji keçekên xweşik û dengbêjekî Pop Şêro derketin ser sehneyên û stranên folklorî bi awakî nûjen û cuda  xwendin, govenda jinan bi coşeke mezin li dor Sureya û grûpa pê re digeriya.

Zinar Ala

Di dawî de rojnamevan Zinar Ala, ku vê çalakiyê dişopand, ji bo sehneyê hate vexwendin û çend stranên gelêrî  xwendin.

* Şahî ji aliyê Mala Kurdan li Bonnê hate fînansekirin.

* Komîteya amdekar: Hiyam, dengbêj Mizgîn û Şervîn Kobanî.

* Dozankirina dengan û amûrên mûzîkê: Selah Metîno

* Orgvan: Mistefa

* Tembûrvan: Îmad

Çend Tîbînî:

–  Dema despêkirina programê saet 13.00, belam program di saet 14.00 despêkir.

–   Govenda pêşîn  li ber stranên dengbêjên dawetan hate  gernadin, di vê rojê de diviyabû ku stranên hunermendên jin  hîn bihatina guhdarkirin û naskirin.

–    Salon hinekî biçûk bû, çend zilam di şahiyê de amadebûn, di nav wan de Mela Fayêq Dilo (Kevneserokê herketa Îslamî li Kurdistanê) hebû, ama li derveyê salonê diman û ji derveyî deriyê salonê  li programa şahiyê temaşe dikirin.

–  Em rastî jineke  Alman di vê şahiyê de nehatain

Avesta bi kameraya xwe beşdarî şahiyê bû û ji we re ev vîdyo û foto amade kirin.

AVESTA – Zinar Ala

Ji bo temaşekirin wêneyên din li wêneyê bitikîne.

Read Full Post »

%d bloggers like this: