
Sala 2016an bajarê San Sebastian (Donostia, bi zimanê baskî) dibe “Paytexta Ewropî ya Çandê”, ji ber wê jî dê gelek çalakiyên çandî û hunerî li vî bajarî bên lidarxistin, komeleke baskî dixwaze ku du dengbêjin kurd jî tevlî van çalakiyan bibin.
Li herêma xweser ya Baskê Bertsolari, ku tê wateya “Helbestvanê Dengbêj”, xwedî kevneşopiyeke gelek kevnar e, Bertsolaris bi xwe helbestan dinivîsînin û li hemberî bi hezaran kes dixwînin. Her wisa gelek dibistan hene ji bo fêrkirina vê kevnneşopiyê, di televîzyonê de programekî taybet ji bo dengbêjan heye, bi hezaran kes jî konserên van dengbêjan dişopînin.
Komela Bertsolaris êdî xwe amade dike ta ku cihê xwe di nav van çalakiyan de bigre, komela baskî dixwaze ku dengbêjin kurd yên stranên kevnar jî beşdarî van çalakiyan bibin.
Çalakî dê sala bê di navbera 15 û 24 nîsanê bên lidarxistin, komele dê bi hemû lêçûnên rêwîtiyê, çûnûhatin, xwarin û mandinê rabe. Tê payîn ku ji 4 heya 8 konser bên çêkirin.
Komele dixwaze ku du dengbêjên klasîka kurdî vexwîne, daxwaza komelê ew e ku ew dengbêj ciwan bin û yek ji wan jî jin be, deriya beşdarbûnê ji hemû dengbêjan re vekiriye lê bi taybetî ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê re.
Hêjayî gotinê ye ku dengbêjiya klasîk ya kurdî di van salên dawî de li cîhanê bêtir hatiye naskirin, gelek rojnamevanên biyanî ku serdana Amedê kiribûn raportan derbarê “Mala Dengbêjan” çêkirin.
Her wisa fîlma kurdî “Were Dengê Min” ya derhêner Huseyin Karabey, yê ku xelata “Astora Zêrîn” li Arjantînê wergirtibû, hunera dengbêjiyê nişan dide.
Di nîsana borî de jî nûçeya mirina dengbêj û şervana YPJê Viyan Peyman li gelek welatên cîhanê deng vedabû û bal kişandibû ser hunera dengbêjiyê, nemaze jî li welatên spanîaxêv piştî ku malpera Actualidad Kurda derbarê stran û têkoşîna pakrewan Viyan Peyman gotarek weşandibû, nivîs bû çavkaniyek ji gelek malper û rojnameyan re, her wisa ji aliyê bi deh hezaran kes di medya civakî de hatibû parvekirin.
Dengbêjin ku dixwazên beşdarî çalakiyên Welatê Bask bibin dikarin kurtejiyana xwe ji vê navnîşanê re re bişînin: actualidadkurda@gmail.com
Hûn dikarin pêşbireka Bertsolaris di vê vîdyoyê de bibînin:
Nivîseke têkildar:
One thought on “Komeleke baskî li du dengbêjên klasîka kurdî digere”