Feeds:
Posts
Comments
Gulşen Polat dayîka leşkerê kuştî ji aliyê hevalên xwe

Gulşen Polat dayîka leşkerê kuştî ji aliyê hevalên xwe / DW

Rûdaw / Z.A - Hefeta borî televîzyona fermî ya Almanyayê Deusche Welle (DW) reportajekî weşand bi navê “Leşkerên ku bêdengiyê dişkînin” ku têde behsa êş û azara ciwanan li Tirkiyê di dema xizmeta leşkerî de û çawa ku di salên berê de axaftina derbarê xwekuştin û binpêkirinan di hundirê artêşê de tabû bû lê niha gellek malbat û qurbanên van binpêkirinan ji bêdengiya xwe derketine û cezakirina kesên berpirsiyar dixwazin. “Me kurê xwe ji bo xizmeta welat şand lê welêt wî kuşt…, ew di şerê li dijî PKKê nehat kuştin, hevrêyên sîlehê wî kuştibûn, bi botên xwe bi ser kurê min de ketin, laşê wî bi şûna botên wan tijî bûbû, tiştekî horror bû” bi çavên tijî hêstir dayîka Murad Polat hêrsa xwe tîne ziman dema behsa kuştina lawê xwe di leşkeriyê de dike. Murad di leşkeriyê de bi diziyê hate tawanbarkirin, ji bilî zindankirina wî fermandarekî emr dabû bû eskeran ji bo lêxistina wî, lêdan jî dawî li jiyana Murad anîbû.

Raportaj amaja bi wê yekê dike ku hejmara leşkerên ku artêş mirinên wan weke “xwekuştin” radighîne ji hejmara leşkerên ku di şerê li dijî PKKê de mirine mezintir e. Mert Çavuş ku berê leşkerî kiribû ji DW derbarê êşkencekirina di hundirê artêşê de wiha axivî “Dema te karekî bi awakî baş nedikir yan bi serî nedikir vêca cezakirina cesedî tiştekî asayî bû. Leşker ji xewê dihatin mehrûmkirin û eger xewkiribana dema nobetgirtinê wê dîsa bihatana cezakirin, ev tişt min bi çavên xwe dît”. Çavuş dirame ku herdem ji ber şerê li dijî PKKê bihane ji sertbûna artêşa re dihat danîn lê ew hêvî dike ku dawiya şerê li Tirkiyê dawî li tundiya artêşê jî bîne“niha prosesekî vekirî ya aştiyê ligel Kurdan heye û ev tişt dikare bibe fersendek ta ku artêşeke me normal û mirovane di pêşerojê de hebe”.

Zarokekî leşker di nav hêzên YPG li taza Şêx Meqsûd li Helebê / ANHA

Zarokekî leşker di nav hêzên YPG li taza Şêx Meqsûd li Helebê / ANHA

Rûdaw / Z.A - Têgeha “Zarokên Leşker”  bi  gîştî behsa wan zarokên  ku 18 salî temam nekirine û endamtiya grûpeke çekdar dikin,  yan di hundirê grûpê de yan jî ji derveyî wê bi karên cûrbecûr radibin.

Bikaranîna zarokan ji bo zixemat şer jî binpêkirinke ji Mafê Navnetewî re ye, digel vê yekê li bêhtirî 17 welatan zarok di şer de têne  bikaranîn. Sendoqa Netewên Yekbûyî ji bo Zarokan (UNICEF) texmîn dike ku hejmara wan bighêje heya 300 hezarî. Mixabin li Kurdistanê jî  heya roja îro zarokên leşker di nav rêxstinên çekdar de cih digrin. Derbarê bikaranîna zarokên kurd di şerê çekdarî de agahiyên kêm hatine weşandin.  Rêxstina kurdî  ya herî naskirî bi bikaranîna zarokan di şer de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ye. Li gorî raporeke (2001) ya rêxstinan Zarokên Leşker ya Navnetewî  (Child Soldiers International) dixuye ku PKKê ji sala 1994 dest bi leşkerkirina zarokan bi awakî sîstematîk û bi hejmarekî ber bi zêdebûnê ve kiriye heya ku tugayeke bi navê “Zarokên Şehîd Egît” avakiribû. Li gorî heman raporê “Di 1998an de hatiye ragihandin ku PKKê  di nav refên xwe de  3000 zarok hewandibû, ji %10 ji wan keç bûn, yê herî biçûk jî heft salî bû”. Zarokên Kurd ne tenê ji çar perçeyên Kurdistanê dibûn qurbanên şerê PKKê û artêşa Tirk lê her wiha ji diyaspora kurdî jî. Komîsiyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekbûyî (UNHCR) di 2001ê de di weşaneke xwe de derbarê leşkerkirina zarokan ragihadibû ku PKKê zarokan ji Swêd, Almanya yan jî Fransayê jî biribûn meydan şer.

Rizgar Aşkan / HPG

Rizgar Aşkan / HPG

Ji bilî reportajên ew rojnamevanên biyanî ku  hevpeyvînan ligel gerîlayên temen biçûk çêdikin û diyar dikin ku ew diyarde leşkerkirina zarokan didome, her wisa di malpera Şehîdên HPGê (Hêza Parastina Gel) mirov heya niha pêrgî bi dehan rûyên pakrewanan tê ku di zarotiya xwe de tevlî  refên HPGê bûne û jiyana xwe di temenekî pirr biçûk de ji dest dane. Yek ji van qurbanan Rizgar Aşkan e yê ku mirina wî berî sê salan li Colemegerê hate ragihandin. Li gorî malpera HPGê Rizgar (Navê Kod: Cudî Faraşîn) di 1991ê ji dayîk bûye, di 2006an de tevlî HPGê bûye û di îlona 2009an de jî jiyana xwe ji dest daye. Her çar wênyên Rizgar ku di malperê de hatine weşandin baş diyar dikin ku çiqas temenê wî biçûk bû dema fêrî bikaranîna sîlehê bû.

Ti zarokek nîne ku bi dilê xwe diçe eniya şer, zarokên kurd ji ber zulma dewletê, hejarî, pirsgirêkên civakî  û propogandya siyasî  diçin eniya mirinê. Di salên nodî de ji ber bandora propogandayê û manîpûlekirinê gellek zarok derbarê pirsa kalsîk: Tu siba mezin bibî tuyê bibî çi?  digotin gerîla. Hin caran jî dixwestin zarokan ji hemêza dayîkên wan bistînin lê her dayîkek bi hêsanî kezeba xwe nedibexşand ji bo şoreşê. Rojnamevanekî spanî ku niha xebatekî dokumenterî amade dike par ligel jineke mêrdînî hevpeyvînek çêkiribû, piştî ku kurekî wê jinê di şer de miribû, endamên PKKê hatin ba wê û jê re gotibûn “bila yê biçûk sîlehê birayê xwe hilde” dayîka ku kurekî wê di zindanê de jî hebû  wiha bersivandibû “Hûn min bikujin, hûn ev xanî bi ser min de hilweşînin, ez û vî zarokê xwe mane”.

Zarokên leşker li Rojavayê Kurdistanê jî

Êdî zarok li ser xaka rojavayê Kurdistanê jî fêrî şer dibin, berî du salan li gund û bajarên rojavayê Kurdistanê zarok beşdarî xwepêşandanan dibûn û sloganên bargiran wek “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok”  û “Înîtqam” mîna papaxayan dubare dikirin, niha jî mirov dikare dîmên kesên nûciwan û zarokan di nav tugayên YPGê (Yekîneyên Parastina Gel) bibîne, çend wêne û dîmenên ku bi rêya Ajanasa Nûçeyan a Hawarê  û Ronahî tv hatine weşandin vê yekê diyar dikin ku kesên temen biçûk di nav şervanên YPGê de cih digrin. Di dawiya sala 2012an de Gerîb Hiso, endamê desteya rêverbir ya Tev Demê ji ajansa ANFê re gotibû ku ji bo tevlîbûna ciwanan ji hêzên Asayîşê re mercê derbasbûna 18 salî danîne, lê heya niha ev merc ji bo endamtiya YPGê nehatiye danîn?

Keçên temen biçûk di nav refên YPGê de / Facebook

Keçên temen biçûk di nav refên YPGê de / Facebook

Kesên ku zarokan dixin nav qada şer ji ber kuştina wan berpirsiyar in û divê  ji ber van gunehan bêne darizandin. Hêjayî bibîrxistinê ne ew peyvên nirxdar yên oldarê navdar û xelatgirê Nobela Aşîtiyê Desmond Tutu derbarê bikaranîna zarokan di şer de “Tiştekî bêexlaqî ye ku kesên mezin bixwazin ku zarok li şûna wan di çengan de cih bigrin… Bihane nîne, ti argument nayê pejrandin ji bo çekdarkirina zarokan”.

Tutumlo ala Kurdistanê hildide li ser podiyomê

Spanya (Rûdaw) - Pîlotê Kurd-Katalan Isaac Tutumlu di rojên 11 û 12ê gulanê de beşdarî pêşbaziyên navnetewî yên erebeyan li bajarê Algarve bû û bo yekemîn car hilkişî ser podyûmê ji ber wegirtina pileya sêyemîn di pêşbaziya Spanya Iber GT de.

Di roja 11ê Gulanê de Isaac Tutumlu bi erebeya Porsche 997 GT3 R ya Autorlando Sport tevlî pêşbaziya Spanya Iber GT bû û pileya sêyemîn stand û di 12ê Gulanê di pêşbaziya International GT Open de jî pileya sêyemîn qezenc kir. Ajansa Ragihandinê ya Sporê Ctrpress diyar kir ku Isaac yekemîn pîlot e ku di dîrokê de ji Kurdistanê hildikşe ser podyûma pêşbaziyeke navnetewî: “Isaac Tutumlu û tîma Barzanî Racing ketin dîrokê ji ber hildana rengên Kurdistanê bo cara yekemîn li ser podyûma pêşbaziyeke navnetewî. Pîlotê spanî yê esil Kurd li Autodroma Algarve cihê lidarketina pêşbaziyên Spanya Iber GT û ya International GT Open encameke dîrokî bidest xist”.

Isaac ji ber nûnertiya Kurdan li qada navnetewî serbilind e

Isaac Tutumlu ji Rûdawê re derbarê vê serkeftinê axivî û wiha hestên xwe anî ziman: “Piştî bidesxistina vê encamê ez bi hêzekî mezin hest dikim ji bo ku têkoşîna xwe ya bidestanîna serkeftinê bidomînim. Bi rastî ez bi bûyera hilkişîna ser podyûmê li ser navê gelê kurd di vê pêşbaziya navnetewî de serbilind im, ez ji vê yekê tekez im ku gellek buyerên wisa çêbibin”.

Issac bal kişand ser xebata mezin ya sponor û hevkarên xwe ji bo ku bikaribin nûnertiya Kurdistanê di cîhana sporê de bikin û wiha pêde çû: “Armanca me ew bû ku em rojekê bikaribin hilkişin ser podyûmê û me ev yek bi cih anî, niha divê em gavekî din bavêjin ew jî qezenckirina pêşbaziyekê ye; em hêvîdar in ku em zû bigîhin vê armanca xwe”.

Issac ji Rûdawê re daxuyand ku ew û tîma Barzanî Racing di meha Mijdarê de diçin Hewlêrê û bi erebeya ku pêşbaziyê pê dike show li kolanên Hewlêrê çêbikin: “Wiha ez dikarim ji nêz ve erebeya ku ez pê pêşbaziyê dikim nîşanî Kurdistaniyan bidim”.

Isaac li derdorê bajarê Nûrburgring a Almanyayê di 1 û 2 Hezîranê de beşdarî pêşbaziyeke din dibe.

Aram Kerîm li navneda çandî Persepolîs li Madridê / Rûdaw

Aram Kerîm sala 1978an li gundê Serawê ya bi ser bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Xwendina navîn li Silêmaniyê qedandiye û di 2002an de dest biyekemîn xebata xwe wek karmend di wezareta rewşnebîriyê de li Silêmaniyê kiriye. Di 2004an de dest bi xebata ragihandinê kiribû û hevkariya çendîn kovar û rojnameyên herêmê wek Kurdistanê Niwê, Taw, Metro û ajansa wêneyan ya bi navê Metrography kiriye. Her wisa di amadekirina kîlp, xebatên dramayê û dokmenteran de li Kurd Sat xebitiye û wek kamîremevan hevkariya Roj tv jî kiriye. Aram beşdarî gellek workshopên derbarê wênekêkişyê li Herêma Kurdistanê bûye û berhemên wî di 15 pêşangehên kolektîv li bajarên herêmê hatine nîşandan, her wisa xebatên wî beşdarî pêşangehên kolektîv li Chicago û Gorcistanê bûne. Pêşangeheke wî jî berî du salan li Mûzeya Netewî ya Silêmaniyê jî lidar ket. Niha jî wek edîtorê fotografî di Rojnameya Awênde de dixebite. Li ber xebata wênekêşiyê Aram distre û li tarê dixe, bo salekê di koroya operayeke Verdî ya rêvebiriya Huner û Mûzîkê de cih girtibû û bo du salan li ser destê mamoste Aso Elî Hebîbî fêrî tarê bû.

Navenda çandî Pesepolîs li Madrîdê xebatên Aram hemêz kirin

“Dixwazim sirûşt û ajalên Kurdistanê bên parastin”

Di 13ê nîsanê de li navenda çandî ya Persepolîs li Madrîdê pêşangeheke wî ya bi nave “Kurdistan ji nêz ve” hate lidarxistin, pêşangeh bi amadebûna nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Madrîdê Daban Şadala vebû. Di vê çalakiyê de jî Aram li ser tarê xist û melodiyên xweş ji mûzîka kurdî pêşkêşî mêvanan kir.

IMG_3513

Diviyabû ku 26 wêne bihatana nîşandan lê ji ber pirsgirêkên teknîkî ya balfirê tenê 15 berhem yên mijarên curbecûr gihîştin Madrîdê. Aram gellekî bi xwezaya Kurdistanê ve girêdayî ye û bi rêya wêneyan gellek çîrokan vedibêje nemaze jiyana rojane ya gundiyan û parastina xwezaya Kurdistanê “Mixabin li gellek gundên Germiyanê xizanî gellek e û xizmetguzarî li wê deverê nîne, jinan ji bo ku ava şîrîn bînin mala xwe bo do sê saetan dimeşin. Li heman deverê gaz û petrol hatiye der û bi rêya boriyan diçe Hewlêrê, hikûmet be yan jî fîrmeya derhênana gazê be, ew berhemên deverê distînin lê xizmetguzarî pêşkêş nakin. Ziyana nêçîrvaniyê li hawirdorê jî gellek heye û sirûşt nayê xizmetkirin. Bi rêya wêneyên xwe dixwazim ku sirûşta Kurdistanê bidim nasandin ji bo ku sirûşt û ajal bêne parastin”.

(photo by Aram Karim) (11)

Êş û trajediya kurdên Rojava di xebatên Aram de cih digrin

Aram bi rêya wêneyên xwe trajediya kurdên Rojava ji ber encamên şerê li Sûriyê jî nîşan dide. Di zivistana borî de dema ku berf li erdê girtibû û di bin baranê de Aram bi kamîraya xwe tevlî karwanê qaçaxçiyan bû, yên ku dihatin Herêma Kurdistanê û sotemenî li ser piştên xwe bar dikirin û bi wî barî giran ji bo çar demjimêran ber bi sînor ve dimeşiyan. “Hewa gellek sar bû, qaçaxcî ji benzînxaneye Şilekê ya nêzîkî gundê Sihêle sotemenî li ser pişta xwe bar dikirin, ji xerabiya rêyan hinekan solên xwe di heriyê de wenda kirin, çenteya li ser pişta min jî giran bû, min jî wek wan zehmetiyek mezin kişand”.

(photo by Aram Karim) (23)

Derbarê astengiyên xebata rojnamegeriyê li Kurdistanê Aram wiha boçûnên xwe tine ziman “Pêwîste rewşa rojnamenûsî baştir bibe, rojnamnûsî xebatekî gellekî zor e û divê sînorek hem ji bo hikûmet hem jî ji bo rojnamenûs bê danîn, divê ku rojnamnûsî tenê nekeve xizmeta hizbî û îdyolojî û ku rojnamenûs di nîşandana fikirê xwe de azad bin”

Aram bi vê serdana xwe ji Spanya re gellek dilşad bû, dema em ligel wî li sentera Madrîdê digeriyan, xweşikbûna monument û avahiyên dîrokî bala wî pir dikşandin, ew herdem kamîra rahiştibû û wêne digirtin. Dema em dimeşiyan dengê melodiya sînofinyeke Vivaldî hat ber guhê wî û, weke zarokekî ku diyarîyek wergirtibe, ji eşqan re firiya û ber bi herdû mûzîkvanên ku li kemanê dixsitin çû û wêneyên wan kişandin. Ew di hunerên mûzîk û wênekêşiyê de xwe dibîne û herdem dixwaze di van waran de xwe bi pêş xîne.

(photo by Aram Karim) (22)

Wêne: Reinhard Lamsfuss

Rûdaw / Z.A – Şagê Spanyayê ya Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) bi mebesta danasîna 10 çîrokên rasteqîn yên binpêkirina mafên mirovan li cîhanê 10 perçeyên cilên havînê bi dîzaynên xweş çêkirin û wêneyên wan danîn ser dîkana Online ya malpera xwe ji bo firotinê.

Ji bo nîşandan van perçeyên cilan bi awakî zindî defîleyeke ji aliyê danserên reqsa nûjen li Madrîdê hate pêşkêşkirin. Amnesty International (AI) bi rêya firotina van cilan dixwaze ku nameya şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan li welatên wek Îran, Çîn, Kûba, Sudanê û hwd bibe ser cadeyan. Derbarê cila bi navê “Tenoreya Kurdistan” malpera AI ya Spanyayê wiha ragihandiye “Li Tirkiyê 10 sal zindan. Li vî welatî parêzerên mafên mirovan ji ber ku derbarê Kurdistanê nêrînên xwe anîne ziman yan jî ji ber bikaranîna sembolên kurdî hatine darizandin”. Tenoreya serkapê ji sê perçeyên qimaş hatiye ristin, dema ling nêzî hev bin tenê qimaşên yên rengên sor û kesk dixuyên û dema ling hinekî ji hev dûr dibin qimaşekî spî û sêgoşe dixuye û di ortê de roj hatiye danîn.

Wêne: Reinhard Lamsfuss

Tê zanîn ku Amnesty International rêxstineke ne hikumî ye. Bêhtirî 3 mîlyon endam û çalakvanên wê li cîhanê hene û di 150 dewletan de ji bo parastina mafên mirovan dixebite. Ew weke rêxistineke serbixwe tê naskirin û tenê ji wergirtina hîbeyan, aboneyên endamên xwe û firtona cilan, çenteyan û hwd xwe fînase dike.

Şiyar Xelîl

Di 25ê nîsanê de şeş rêxisitinê mafên mirovan li Sûriyê di belavokeke hevbeş de ragihandin ku rojnamevan û çalakvanê sîvîl  Şiyar Xelîl ligel 10 hevalên xwe li qehwexaneya Sarûce li Şamê ji aliyê hêzên ewlekariyê hatin girtin û ji bo cihekî nenas hatin şandin.

Serokê Komela Raman li Bonnê Alan Çawîş, ku bi xwe jî hevalê Şiyar e, bi rêya telefonê ji me re tekez kir ku “Şiyar û hevalên xwe di 24ê meha borî de li Şamê ji aliyê hêzên ewlekariya leşkerî hatin desgîrkirin û ji bo girtîgeha Şagê Filistînê hatiye veguhestin”. Alan nûçeyên  derbarê Şiyar  bi awakî rojane dişopîne û ji bo azadiya wî tevdigere. Alan bang li hemû çalakvanên Kurd bike ta ku “Şiyar bi tenê nehêlin” û  rêxstinên parastina mafên mirovan û yên rojnamevan bi rewşa Şiyar agahdar bikin.

Rojnamevan Şiyar Xelîl bi qemîsê hêşîn ligel hevalên xwe / Facebook

Şiyar Xelîl ji Efrînê ye û li Şamê rojnamegerî xwendiye, wî hevkariya malpera News Center û  televîzyona brîtanî Sky News (Beşa erebî)  dikir, yek ji reportajên wî yên dawîn di Sky News de derbarê demsala çinandina zeytûnê li Efrînê bû. Şiyar di sala borî de berdevkê kampanyayeke mirovî bû ya ku gellek hunemrendên navdar yên Sûriyê têde beşdar bûn ji bo topkirina alîkariyan ji xelkê bajarê Homsê re.

Tulik û Kerbeş

Barana ku îsal di meha adarê de li herêma Don Kîxotê bariye di 100 salên berê de nebarîbû. Gellek çem vejiyan, lehî  gellek zevî di bin avê de hîştin. Spas ji  vê baranê jî ev bû mehek ku em şîva tolikê her çend rojan dixwin.

Di hefteya borî de em ji xwe re çûbûn golek nêzîkî bajarê Ciudad Realê. Lêmişta (lehî) ku çêbûye gihîştibû orta bendenên darên nêzîkî golê. Di rêya vegerê de em li cihekî rawestiyan ku gellek kerbeş û tulik lê hebûn û me dest bi xwarina van giyayan kir, spaniyên ku bi erebeyên xwe li kêleka me derbas dibûn bi rûyekî matmayî li me dinihêrîn.

Meta min dibêje ku li Çiyayê Kurmênc ji bilî tulik û kerbeş gellek giyayên din têne xwarin û dikevin şîvan wek çoqir, nançûk, derzîdong toqli, gêlincik, qiloqê (guhê) xezalê, derbikê pisiyan (ku kulîkên wê orovî ne û di bin darê zeytûnê derdikevein).

Ji çepê: Xal, bav, met û apê min kerbeş û tulik dixwin

Apê min Remzî kerbeş ji stiriyan baqij dike

Ji ber ku min gellek kerbeş û tolikê teze xwarin zikê min werimî

Meta min Emîne tulik vediqetîne û baqij dike

Di malbeta Ala de mêr jî karê malê dikin, xalê min Aslan tulikê hûr dike

Şîva tolikê berî ku em pê venin, li paş jî enkûra malê ku em têde şînkatî diçînin

Follow

Get every new post delivered to your Inbox.

Join 241 other followers

%d bloggers like this: