“Le temps” raportajek li ser dayîkên şemiyê û wendayîyên kurd weşand

istanbul

AVESTA – Îro Rojnameya “Le temps” ya ku li Swîsrayê tê weşandin reportajek bi sernivîsa “Jinên kurd: Em wendayîyên xwe dixwazin, mirî an jî bi sagî” weşand.

Reportaj behsa êş û kesera xizim û mirovên wendayîyan dike, her wiha qala şêweya xebata dayîkên şemiyê dike.

Xanim Tosun, dayîka pênc zarokan e, hevjînê wê di 19/10/1995 de ji sentera Stenbolê hatibû revandin, dibêje: ” Ez û zarokên xwe şahidin li ser revandina wî ji aliyê polîsan. wan bi zorê xistin hindirî maşînê. ji wê rojê ve jî me qet hevdu nedîtiye”.

Le temps di reportaja xwe de li ser binçavkirinên kesên tewanbar di JITEM de jî axifî, her wiha li ser helandina laşen yên ku hatibûn revandin û kujtin bi asîdê.

Amadekirin: Zinar Ala

* Ji bo xwendina reportaje Le Tembs. (Bi fransî)

* Her wiha reportaj ji aliyê Kurdistan Commentary hatiye wergerandin. (Bi înglîzî).

Şîrove û nêrînên we