Mizgîn Tahir: Xwendin û kar jinê azad dike (Hevpeyvîn)

Hunermenda operayê Mizgîn Tahir, got ku her hunermendê kurd dikare operayê bike lê her operavan nikare dengbêjî bistirê…

Tahir, diyar kir ku TRT’ê li ber dilê wê opera şirîn kiriye û wiha axivî: “Dema zarok bûm, li Sûriyê satalayt tunebûn, tenê ya Tirkiyeyê hebû. Heftiyê carek di TRT’ê de opera derdiket. Min jê pir hez dikir. Piştre min biryar da ku ez bibim operavan.”

We kengê dest bi muzîkê kir?

Ez di malbateke hunerî de hatim dinyayê. Bavê min dengbêj bû, birayê min, xwîşka min sitranbêj bûn. Ji bavê min re digotin Necimê Omerî. Di civatan de tim kilam digotin. Govend jî digerand, diçû dawetan jî lê kilamên dengbêjiyê jî digot. Lê min dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbikim, muzîkeke akademîk. Dengbêjî di serê min de rûnedinişt, tim pirsgirêk çêdibû. Min tim dixwest muzîkek wisa çêbikim ku pir pêşketî be.

Belê…

Piştî min lîse xwend, min dixwest biçim konservatûarê lê civak ji ne alîkar bû ku biçim muzîkê bixwînim.

Ji ber ku tu jin bûyî nedibûn alîkar?

Belê hem ji ber jinatiyê, hem jî ji ber ku muzîk ne girîng bû ji bo wan. Digotin here bibe bijîşk, muhendiz, parêzer, bibe mamoste. Muzîk weke mitirbî dihate dîtin. Qedr û qîmet pê nedidan.

Tu serê ewil çûyî konservatûarê?

Nexêr. Min pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend. Min du sal vê beşê xwend, lê min sala dawî temam nekir. Lê wexta ku min dixwend, diçûm cem mamosteyeke rûsî. Wê li konservatûara muzîkê mamostetî dikir. Navê wê Gelîna bû. Wê li ber destê xwe ez ji bo konservatûarê amade kirim. Di 1999’an de ez çûm konservatûarê, sala ewil min amadekarî xwend. Di 2005’an de min qedand.

Li konservatûarê tu çi distirayî?

Em zêdetir sitranên klasîk distiran. Bi almanî, îtalî, fransî û ingilîzî em distirîn.

Te qet di zaroktiya xwe de sitran digotin?

Gava ez hêj nû digihiştim, min di komên newrozê de kar dikirin. Li ba me dema Newroz çêdibûn, em hemû bi hev re, qefle bi qefle diçûn seyranê û li wir me şano çêdikir, sitran digotin. Ew çax ez 14 salî bûm, diçûm pola 8’an. Min hinek awazên biçûk jî ew çax ji endamên komê re çêdikir. Kêfa wan pir dihat. Li min dinêrîn, digotin ev keçik çawa dikare awazan çêbike? Ji min re digotin ka bistirê, lê ez nedistirîm. Min digot divê ez tiştek mezintir bim, tiştekî akademîk de xwe nîşan bidim. Min ew bi rê ve dibirin. Piştre min koralek çêdikir. Keç û xort, her yek min bi wan melodiyek cuda dida gotin. Wê çaxê ez hay jê tunebûm ku ev tiştê ku dikim girîng e. Di konservatûarê de ev bîranîn hatin hişê min û ez têgihiştim ku min tişteke pir girîng çêkiriye. Min bêyî hemdê xwe harmonî çêdikirin.

Fikra operayê kengê kete serê te?

Operayê cara ewil min di qenalên televîzyonê de guhdarî kir. Li Kurdistana Sûriyeyê sataleyt tunebûn, tenê qenala tirk derdiket, me li qenalên tirkî temaşe dikir. Heftiyê carek di TRT’ê de opera derdiket û min tim ew temaşe dikir. Pir bala min dikişand. Roja ku opera derdiket nayê hişê min, lê dema ku derdiket xwîşka min gazî min dikir û digot “were were, ên ku weke te qîjawîj dikin derketin.”

Tişteke balkêş e. Hunermendên din bingeha hunera xwe ji guhdarkirina Dengê Êrîvanê digrin, lê bingeha hunermendiya te ji TRT’ê dest pê dike…

Min li TRT’ê guhdar dikir lê tim her du şevan carek li mala me şevbêrka dengbêjan dihat çêkirin. Ji ber ku bavê min jî dengbêj bû, dengbêj hemû li mala me dicivîn. Min pir li wan guhdar dikir. Lê min dixwest ev dengbêjiya wan di televîzyonan de derkeve. Min digot ev jî bi qasî yên televîzyonê xweş dibêjin lê ev çima ne di televîzyonê de ne. Bi zarokî difikirîm. Piştî ku mezin bûm, min dît ku em miletekî bindest in, televîzyona me tune ye, zimanê me qedexe ye.

Di zaroktiyê de te herî zêde ji kîjan sitranê hez dikir?

Meta min gelek sitran ji min re digotin. Sitrana “Delîlim delîlim Siltanê” ji min re digot. Ev  sitraneke gelêrî ye.

Çend gotin jê dikarî bêjî?

Belê.. Delîlim delîlim siltanê / delîlim delîlim siltanê / çêlekdoşê bêrîvanê / çêlekdoşê bêrîvanê / Pezê siltanê pezek karan e / dem û dewran e kofîxwaran / delîlim delîlim  siltanê / çêlekdoşê bêrîvanê…

Sihet xweş…

Spas.

Te tenê bi meta xwe re digot?

Belê..Dihat ji min re digot “ez ê bêjim tu yê li min vegerînî haa”. Gava ku wê digot, xelas dikir, min dest pê dikir. Lê wê digot “na”, digot “divê tu peyva dawiyê ji min bistînî û bêjî, çênabe ku tu peyva dawiyê netsînî, dengbêjî bi peyva dawiyê didome”. Min jî digot baş e.  Em bi saetan rûdiniştin, wê digot, min lê vedigerand.

Li konservatûarê tu qet bi kurdî distirayî yan qedexe bû?

Bi kurdî qedexe bû. Li Sûriyê kesî nedikarî bi kurdî bibêje. Lê min ji hevalên xwe re digot, carna min ji mamosteya xwe re digot. Gava ku dikim zanîngeh biqedînim, min sitrana xwe ya dawî xwest bi kurdî bêjim. Weke sitrana dawî min “Heyran Jaro” hazir kiribû. Mamosteya piyanoyê bi min re li piyanoyê dida, min jî sitrana “Heyran Jaro” digot. Mamosteya min pir ji vê sitranê hez dikir, digot pir xweş e. Azmûneke devkî bû, pûan didan, lê lijneyê sitrana kurdî qebûl nekir, min nekarî bêjim.

Piştî konservatûar qediya, tu bi kîjan sitrana xwe, yan jî çawa weke operavana kurd hatî naskirin?

Hêj di pola 3’an de, min û Resûl Sofî, li Şamê, li Navenda Çanda Spanyayê konserek da. Wê çaxê weke “keçikek heye opera dixwîne” hatim nasîn. Wezîra Kulturê, gelek giregirên Sûriyê û dewletên din di wê konserê de amade bûn. Wê çaxê wan nedizanî ez ê bi kurdî bistirêm. Min bi kurd î opera xwend, ew man sekinî. Heyirî man. Ji ber ku ejnebî rûniştine, rayedarên Sûriyeyê nikarin mudaxale bikin, nikarin bêjin “bisekine”. Hatin ji min re gotin, “perçeyeke biçûk bi erebî jî bêje, da em bikaribin ji rayedaran re îzahiyetek bikin”. Lê min got, min hazir nekiriye, ez nestiram. Îcar li konservatûarê şerê min kirin. Ferman dan ku mamoste zêde guh nedin min, bi min re eleqedar nebin, perwerdehiyeke baş nedin min, li ser min nesekinin. Lê fikra min hebû, ez zêdetir dixebitîm.

Ji xeynî te keçên kurd ên dihatın operayê hebûn?

Na tunebûn. Di pola me de tenê pênc jin hebûn, çar ji wan jî ereb bûn.

Malbata te ji bo konservatûarê ji te re nebûn asteng?

Bavê min du jin anîn. 6 xwîşk û 6 jî birayên min hene. Ez ji diya xwe, ya herî biçûk im. Malbat li dijî min derket, nedixwest ez bixwînim. Lê bavê min pir nerm bû, wî got “bila here bixwîne”, nehişt ku kes dengê xwe ji min re bike.

Hunermend zû bi zû nazewicin. Tu kengê zewicî?

Ez 3 sal berê zewicîm. Navê hevjînê min Teymûr e. Ew jî helbestvan e. Di heman demê de belgefîlman (dokumanter) dikişîne. Ji zewacê kêfxweş im.

Zarok hene?

Nexêr hê zarok çênebûne. Lê ev 2 meh in ducanî me, dikeve meha sêyan.

Keç dixwazî yan kur?

Bi xwedê li cem me weke hev e. Ferq nake.

Hûn jê re nav fikirîn an na?

Ma navê lawir dît lê em hêj li navê keçikê digerin. Em digerin nagerin, nabînin. Ger kur be, em ê navê Kawîs lêb ikin. Navê Kawis Axa lê bikin. Lê ger keç be, em hêj li ser difikirin. Men av zelal nekiriye. Em hewl didin navekî xweş peyda bikin. Dixwazim navekî biçûk be, hema sê an jî çar herf be, bes e.

Baş e tu û hevjîna xwe dikarin ji hev re zêde wext veqetînin?

Em hevdu zêde nabînin. Demek ew çû Kurdistana Başûr çar meh li wir ma, dixebitî, vegeriya, ez hatim Tirkiyeyê. Ez çûm wir, ew çû Şamê. Me nekarî hev bibînin. Bawer bike carek me tam 6 meh hev nedît.Bernameyên me qet li hev nehatin.

Ji kar û barên mitbexê hez dikî yan na?

Ez zêde nizanim xwarin çêbikim. Zêdetir mêrê min xwarin çêdike. Carna em bi hev re çêdikin, carna ez çêdikim, lê piranî ew çêdike. Pir xweş xwarin çêdike. Ez bi qasî wî ne bi merîfet im. Xwarina ku ew çêdike xweşiktir e.

Xwe weke jineke çawa bi nav dikî?

Ez xwe weke lîberal dibînim. Gelek azad im. Ez pir bi şans im ku min hevalê xwe dît, qet ez asteng nekirim, tim pêşiya min vekir. Dikarim di civatan de rûnêm, nêrîna xwe bêjim, herim, vegerim, tu pirsgirêka min bi mêrê min re tune ye.

Hûn rewşa jinên kurd çawa dibînin?

Bi ya min divê jin xwe azad bike, mêjiyê xwe azad bike, serbest be. Tu çiqas bixebitî, bixwînî ewqas bi pêş dikevî. Ji bo jinan çareseriya azadiyê xwendin û xebat e. Ger van herduyan bike, dê muheqeq rojek riya xwe bibîne.

Li derdora we jinên qet rastê şîdetê hatin hene yan na?

Cînarekî min hebû, pir li jina xwe dixist. Her ku dengê wan dihat, diçûm, min derî li xwe digirt, di hundir de digiriyam. Pir lêdixist, pir diêşand. Pirsgirêkeke mezin li cem wê çêdikir. Mirov li ber vê bêçare dibe. Tu bi çi sîfetî, bi çi heqî li vê kesê dixî? Ev tiştekî ne ehleqî ye.

Em hinek bên ser planên te yên pêşerojê. Mizgîniya albûmê kengê didî?

Min hemû xebat qedandin, heta mehek an jî du mehan dê albûma min derkeve. Di vê albûmê de 6 sitran hene. Awaz klasîkên nasyonal in, lê gotin klasîkên kurdan e. Min 2 helbestên Cegerxwîn, Lorîka Adîloş a Ahmed Arif weke opera gotiye.

Çima Lorîka Adîloş?

Min xwest adîloş weke lorikek bêjim. Ji berê de min helbestên Ahmed Arif xwendin. Min ji du helbestan hez kir. Ji 33 gule û ji Lorîka Adîloş hez kir. Adîloş tam li gorî lorandinê ye. Min ew a herî munasib dît. Helbestek jê ya Teymûr e, ya hevjînê min e. Sitranek jî ya Şêro Hindê ye. Hebek jî lîstika zarokan e, yekanek e. Tişteke gelêrî ye. Awaz a Mozart e. Di dinyayê de kêm kes dikarin vê sitranê bistirên. Yên ku ji heqê neyên der, nikarin vê sitranê bistirên. Min digot ger ez vê sitranê jî biqedînim, ez ê bigihijim dawiyê.

Dema mirov awazên dengbêjiyê û operayê bide ber hev, hûn dikarin çi bêjin?

Opera hunereke wisa ye, perwerdekirin jê re lazim e. Dengekî xweş hebe, dikaribî wî perwerde bikî, dibe. Lê gava ku perwerde nebe, nikare opera bike. Lê tiştê balkêş ev e; di dengbêjiyê bi xwe de sîstema dîyaframê, yanî sîstema girtin û berdana nefesê eynî weke ya operayê ye.

Yanî her dengbêj dikare operayê bike?

Bi ya min hemû dengbêjên kurd dikaribûn opera bikin. Çimkî ew dizanin çawa nefes distînin, çawa dikişînin û berdidin. Lê di dengê Şakiro de lerzandin pir e, dengê wî tam ê operayê ye. Lê hemû dengbêjên me hinek perwerde bibin, dikarin opera bikin. Dengbêjiya me ji operayê zehmetir e. Her dengbêj dikare opera bike lê her operavan nikare dengbêjî bike. Lê di nava dengbêjan de jî herî baş Şakiro dikare bike.

Mizgîn Tahir Kî ye?

Di sala 1976’an de li Serêkaniya Binxetê hate dinyayê. Di 1999’an de dest bi konservatûarê kir û di 2005’an de konservatûar qedand. Tahir 3 sal berê bi helbestvan Teymûr re zewicî û niha du canî ye. Ger kur jê re çêbe dê navê dengbêjê navdar ê kurd Kawîs Axa lê bike û navê kurê xwe deyne Kawîs. Heta niha li Bakurê Kurdistanê, li Silêmanî û Sûriyê gelek caran konser daye. Heta du mehan dê albûma wê ya operayê ya bi navê “Lorîka Adîloş” ji Kom Muzîkê derkeve.

Jêder: Warvîn / Dilar Sewledar

Şîrove û nêrînên we