
Dayîka min Sînem Bico Ala roja îniya bihorî saet 20 telefonî min kir û ligel min axivî, plan ew bû em sala bê dema havînê li Spanyayê hevdû bibînin. Lê duh saet 12 merivê min Kamîran bi rêya telefonê ji min re got: bila serê te xweş be….
Min bawer nekir, çawa diya min berî 48 saetan, ku ne nexweş bû, bi min re diaxivî û îro jî mir. Ji ber ku min bawer nekir min girî jî nekir, tenê du hêstiran çavên min şil kirin. Di cih de min çû emaila xwe vekir, hema min nameya Siwar xwend, xwarziyê min Siwar ji min re wiha nivîsandibû: Ji te hezdikim lê ji Onê jî pir û pir hezdikim lê ew niha di ezmana Xwedê de ye…
Piştre telefon pey hev dihatin, her telefonek weke rimekî derbasî dilê min dibû, her telefonek tekez dikir ku diya min ji vê dinê bar kiriye, digel ku hîn ez bi hêvî bûm ku ev nûçeyek derew be yan jî diya min ketbe komayê lê wê rojekê şiyar bibe û ezê wê hemêz bikim, ku di havîna bê de li ser xaka Spanya nebe, rojekê ezê vegerim û ezê wê li welat hemêz bikim.
Lê Cemîl, Nisrîn û Şîrîn dema hêvarê telefon kirin û hemû bi girî û dengekî xeniqî diaxivîn.
Cemîl digot: axxx bira axxx bira…
Nisrîn digot: megrî Zinar temo Onê xotirê xwe ji te xwest.
Xwûşka min ya mezin Şîrîn: megrî Zinar temo tim te digot Şîrîn wek dêko me ye.
Piştre merivekî min ji min re eşkere kir ku dayîka min bi celteyê jiyana xwe ji dest daye, yanî ez têgihîştim ku êdî gewdê diyîka min di axa çiyayê Kurmênc de hatiye veşartin, nema bikaribim rûkeniya wê a xweşik bibînin, nema dikarim wê hemêz bikim, nema…..
Piştre Roza jî bi min re axivî û got: Zinar Zinar êdî em Onê nabînin axx axxx…..
Sînem û Hemîd Newroza xwe li Çiyayê Kurmênc pîroz kirin
Bila serê te xweş be û yên li şûnê manî xweş bin
bi rastî xeberek ne xweş bû
ez fêr bûm, her mailek te hat, nûçeya xweş bi xwe re rakiriye
lê vê carê berevajî bû….
ew weku dayîka te bû, dayîka min bû jî
niha gelek tişt hatin bîra min, rojên ciwaniya me
dema te xwe li mala min digirt û di destê te de şîva Dayîka te, şîva Sînem Xanê….ji ber dizanî ez bi tenê me
bi rastî gelek a bi rehm bû, û dil tenik bû
fezlê wê li ser min pir bû, wê hevalên Zinar wek zinar dihesibandin û ez jî dinav de, ez pêdihesîm ew wek dayîka min e, her tim xema me xwaribû.
erê, dilekî firehm mihrevan û dilovan koça dawîn kir
Diyar e, em jî bi temenê xwe êdî mezin bûn
û haya me ji me tune…
de bila serê te sax be, baskên min şikestîn
ez nizanim ez ê çi bêjim
Serê te sax be hevalê Zinar..
bi rastî xeberek bi êş e..
ez nizanim çi bêjim lê min xaltîka Sînem 2-3 caran dî bû , bi rastî rûyê wê yê bi ken, tavilê dikete dilê me, her wiha axaftinên wê yên tenik dihişt her kes qedra wê bigre..
carek din serê we sax be
Ez teezya hemit û malbata wî dikim.
Bera serê we sax be.
Bi taybet hevalê min zinar.
Nivîsa kû jibo dayka xwe sînem nivîsîbû bandorekî gîrîng li hestên min kir.
Ez li hestên xwe û ridikên çaevê xwe nebûm xwedi.
Bera serê te û kesên mayî sax be hevalê hêja.
Serê te sax be hevalê delal Zinar..
bi rastî ez gelek xemgîn bûm bi vê xeberê
belkî min dayîka xwe sînem nedîtibû lê ez hestdikim ku gelek dil nazik û tenik bû wek hemû dayîkên kurdan…
bila tu sax û xwaş bê kek zinar
Serê te sax be, heval Zinar
Birastî di bûyerên weha de ez nizanim çi bêjim.
Bila serê te û malbata te saxbê hevalê Zinar, ev rê li pêşiya me teva ye.
Cihê wê buhişt bê.
silav û rêz