Mihemedê mabetî 17 sal in li Mongolyayê dijî

Mihemed û kurên xwe Azad û Elî havîna borî

 Rûdaw / Z.A – Berî  24 salan ciwanekî ji Efrînê bi navê Mihemed Hacî dabû xwe Rûsyayê û ji bo bidesxistina pêşerojeke baştir wî dixwest ji wir biçe rojavaya Parzemîna Kevnar lê qeder berê wî da welatekî Asyayê ku Kurd lê nîne û asta sarbûnê di hin devran de dadikeve heya 45 binê sifrê. Ji paytexta vî welatî Ulaanbaatarê Mihemed ji Rûdawê re derbarê jiyana xwe li koçberiyê axivî.

Mihemed Hacî li gundê Mabetan, ku xelkê wê bawermendên elewî ne, hatiye dinê. Piştî qedandina xizmeta leşkerî çû Rusyayê, wî çend caran hewl dabû bi awakî nerewa biçe rojavaya Ewropayê lê ew dihat girtin. Li Moskoyê heft salan jiyabû û li wir evîna jiyana xwe naskir: “Min di van salan de karê bazirganiyê dikir, wê çaxê tevgera bazirganî navbera Sûriyê û Rûsyayê geş bû. Ez li avahiya xwendekaran rûdiniştim û li wir min xwendekarek mongolî naskir, me ji hev hezkir û zarokeke me jî çêbû”. Piştî ku hevsera wî Batma xwendina xwe bi serî kir, Mihemed ligel wê û kurê xwe Alan berê xwe da welatê Monoglan. Li wir Alanê yeksalî ji ber nexweşiya navçûnê dimre, lê piştre wan du zarokan tînin û navên Azad û Elî lê dikin.

Mihemed ligel hevsera xwe Batma û kurê wan Elî
Mihemed ligel hevsera xwe Batma û kurê wan Azad

Bingeha aboriya vî welatî çandin û pezvanî ye, xebata Mihemd a yekemîn  di sektora pezvaniyê de bû “Min nêzîkî deh salan roviyên pezan ji gundan dianî û paqij dikirin, min  xwê lê dikir û difrot bazirganan, dûvre ez bi fîrmeyekê re xebitîm û me roviyên pezan dişandin Almanyayê”. Ji ber dijwariya mercên vî xebatî ku ziyan li gurçikên wî kirin, Mihemd ev kar berda û kamiyonek kirî û karê barkirina berheman pê dikir, lê ev kar jî ne hêsan bû: “Bo sê salan min bi kamiyona xwe her hefteyekê nêzîkî 5000 km di rêya çûn û hatinê de qot dikir, ji vê rêyê tenê 100km ziftkirî bû, rêya din di ser ava çeman, ax û û keviran re derbas dibûm, niha jî ez li fîrmeyekê ji bo rastkirina rêyan kar dikim”.

Bi bihaya 25 hezar dorlaran teyrek firotiye erebên Kendavê

Di havînê de jî Mihemed nêçîrvaniya teyran dike, ev bûn 10 sal in şahînan digre û difroşe şêx û mîrên ereb yên ku sal bi sal tên Mongolyayê ji bo van teyran, Mihemed şêweya girtina van teyran wisa vedibêje: “Em kevokê wek feq ji teryan re vedidin û toreyeke ji penikên naylonî dixin ser pişta kevokekê û wê berdidin, dema teyr  wî dibîne xwe berdide ser û nigên wî bi penikan tên girêdan, tevgera kevokê  jî firîna teyrê asteng dike û piştre teyr li ser erdê dimîne. Em jî 200 metrî ji kevokê dişopînin, dema teyr dikeve feqê em hema dibezin û wî digrin. Min teyrekî bi 25.000 dorlaran firotibû ereban, hevalekî min jî teyreke spî girt û bi bihaya 500.000 dolarî firot qeteriyan, balafirek taybet ji Qeterê  hat ji bo barkirina wî teyrî”.

 Ji bilî xweşikbûna sirûşta vî welatî Mihemed bal dikşîne ser rewşa aborî ku di van çar salên dawîn de geş bûye: “Veberênana aborî mezin bûye, erdê vî welatî bi zêr û madenên din tijî ye. Bi dehan şîrketên biyanî li vir bi cih bûne ji bo derxistina van madenan”.

Mihemedê mabetî û kurê xwe Elî
Mihemedê mabetî û kurê xwe Elî

“Ez bi xwe nizanim çawa 17 salan li vî welatî mame

Em ji Mihemed pirs dikin eger ji bilî wî Kurd li Mongolyayê hene: “Ez tekez im ku ji bilî min kurdek li vir nîne. Tenê bi rêya înternetê bi Kurdan re didim û distînim”. Di van 17 salan de Mihemed du caran serdana gundê xwe kiribû, bira û diya wî jî carekê serdana wî kirin, ew niha dirame  bar bike Ewropayê, nemaze Norwêc an Finalnda ji ber ku ew “Fêrî sarbûnê bûye”. Digel ku hevsera wî li zanîngehê profesora Kîmyayê ye, ew jî ji karê xwe ya niha razî ye lê: “Êdî ji vî welatî dilteng bûme, ew li paşiya dinê dikeve û ji bo pêşeroja zarokan Ewropa baştir e. Malbata min herdem ji min re dibêje ji wir derkeve, diya min berî du salan serdana min kiribû û ji min re gotibû: Tu girên zêran jî ji min re bînî, ez naxwazim tu li vî welatî bimînî. Hemû meriv û hevalên min yên li Ewropa ecêb dimînin ku ez hatime vir. Ez jî bi xwe nizanim çawa 17 salan li vir mame.”

Li Ulaanbaatarê demjiêr 12.30ê şevê ye, dereceya sarbûnê minus 15 ne, ji despêka axaftina me jî bavê Azad cigareyan li du hev dikşîne. Tu ranazî?: “Na, ez dixwazim bi dê û xweşika xwe re biaxivin, ev bûn çend roj li Helebê asê bûne û nikarin herin Mabetan, Xwedê ji van îsalamiyên tundrew û Qatar û Siûdiyê razî nebe bes!”.

Şîrove û nêrînên we