Daxwaza teslîmkirina berpirsiyarekî PKKê ji bo Tirkiyê hate redkirin

Avahiya Dadgeha Netewî li MadîdAvesta – Polîsê grava Menorca li ser dawxaza deshilata tirk berpirsiyarekî PKKê binçavkiribu, lê Dadgeha Netewî li Madrîdê daxwaza teslîmkirina wî ji bo Tirkiyê red kir.

Roja sêşema bihorî polîsê spanî li grava Menorca dest danî ser berpirsiyarekî PKK ku nasnameya wî nehate eşkerekirin.

Berpirsiyarê PKK ligel malbata xwe hatibu grava Menorca ji bo vakasiyona xwe li wir derbas bike.

Berpirsiyarê PKK a ku li ser daxwazeke navnetewî ji aliyê desthilata tirk hatibu binçavkirin, zêdeyî heyşt salan mafê penaberiyae siyasî li Almanya wergirtiye.

Polîsê grava Menorca Dadgeha Netewî bi bûyera binçavkirinê agahdar kir, Dadgeha Netewî jî emr da ji bo şandina wî bo Madridê.

Dadgeha Netewî, ji aliyê xwe ve, biryar da ji bo şandina wî bo Almanya, belam daxwaza dewleta tirk a ku bi riya Interpolê hatiye çêkirin pejirand ta ku bê şandin bo Almanya û li wir têkeve zindanê.

Tê zanîn ku gellek turîstên ewropî bi taybetî jî yên alman serdana gravên Mallorca û Menorca, ên ku li derya spî bi cih dibin, dikin ta ku dema tatîla xwe li wir derbas bikin.

Amadekirin: Zinar Ala

Şîrove û nêrînên we