Îran “Facebook” qedexe kir!

Facebook

Avesta – Ajansa ILNA ya nêzîkê reformîstan ragihand ku deshilata Îranê malpera Facebook qedexe kir.

Ajansa ILNA radigihîne ku hin bikarhênerên înternetê dibêjin ku biryara qedexekirinê hate standin ji ber bikaranîna Facebook ji aliyê alîgirên namzetê reformîstan Mîr Husên Mûsewî ji serokatiya Îranê re ji bo belavkirina helwestên wî.

Serokêwezîrê îranê yê berê Mîr Husên Mûsewî ji aliyê serokê Îranê yê berê Muhemmed Xatemî û ji hêla partiyê reformîst ên sereke tê destekkirin.

Li gorî pelika Mîr Husên Mûsewî li ser Facebook, 5200 “heval” an jî alîgirên wî hene.

Mîr Husên Mûsewî weke reqîbê herî xurt li hemberî serokê Îranê yê aktuel Mehmûd Ehmedînejad di hilbijartinên roja 12ê meha huzêranê de tê dîtin.

Amadekirin: Zinar Ala

Şîrove û nêrînên we