“Matador” ne herdem “matador” e (Vîdyo)

Avesta – Di çarçoveya festîval San Isidro, kujerê ga Israel Lancho rastî gakî xurt hat û bi giranî birîndar bû.

Matador di ferhenga spanî tê wateya kujer, lê her wiha kesên ku bi şûran gamêşan dikijun weke Matador tên naskirin.

Berî du rojan,di çarçoveya festîval San Isidro de li Madridê, kujerê ga Israel Lancho di  kêlîka derbaskirina şûrê xwe di stuyê ga de, rastî derbakî gellekî xurt ji aliyê ga hat, ga qoçê xwe xiste binê hestiyên sîngê wî û li banî xist.

Ew rakirin nexweşxaneyê û niha di odeya parastina tund de dimîne.

Dîmenên birîndarbûna matador ê spanî di dawiya vîdyo de bi awakî pir zelal tên temaşekirin.

Amadekirin: Zinar Ala

Agahdar bin

VÎDYO

Şîrove û nêrînên we