Duh kat 20.30 ez çûbûm pêşkêşkirina pirtûka “El español en la maleta” ango “Spanî di Baholê de” li pirtûkgehek li bajarê Ciudad Real.
Pirtûk ji aliyê 26 mamoste hatiye nivîsandin, her mamosteyek derbarê ezmûna xwe li welatê ku zimanê spanî lê fêr dikir gotarek nivêsandiye, ev hemû gotar bûn pirtûkek.
Mamoste Rafael Robles ku li gelek welatan zimanê Cervantes hîn kiriye, ew li ser Îranê gotara xwe nivîsandiye, ew jî hêvara pêşkêşkirina pirtûkê bi rêve dibir.
Rafael berî du hefteyan di bloga xwe de nivîsek weşand dibû û têde diyar kiribû ku kesên pêşîn ku li bin nivîsa xwe şîroveyên xwe biweşînin û soz bidin ku wê li ser pirtûkê binivisînin wê pirtûkek diyarî wan bike.
Ez jî kesê yekemîn bûm ku şîrove kiribû, min jêre got ez bi kurdî li ser pirtûkê binivisînim, hêvîdar im di demek nêzîk de ez soza xwe bi cih bînim.
Rafael û mamoste José Antonio Fraga beşdarî şevê bûn her wiha, bi rêya Skype ji Yewnanê Leonor Quintana û ji Çînê mamoste Javier Castro û mamosteyk ji Brasîlê beşdar bû lê astengiyên teknîkî di skype de çêbû.
Cihê pêşkêkirina pirtûkê di navbera pirtûkgehê û Katedral bû, ekrana ku beşdarva ji welatên din beşdar dibûn li ser dîwar bû. Di navera her axaftinekê û axaftinekê dengbêj María Huertas bi dengê xwe yê zelal û xweş staran dixwend.
Di dawiya vê çalakiyê de, gelek kesan pirtûk kirîn û îmzeya herdu profesoran standin û xwediyên pirtûkgehê şeraba sor û spî ligel penîrê xweş yê herêma La Manchayê û xwarinên din li ser cemawerê şevê belav kirin.
Min ev çalakî dişopand lê herdem min digot kengî çalakiyên wisa li ser xaka welatê xwe lidar xînin.
Hêjayî gotinê ye ku nivîskarên pirtûkê mafên xwe ji ber firotina pirtûkê hîştin ji bo rêxistinek ne Hikûmî bi navê Onè Respe li welatê Haîtî.
Es bonito ver que se habla de nuestro libro en otras lenguas. ¡Gracias Zinar por esta crónica que nos permite sentir el ambiente mágico que anoche se creó, al lado de la catedral, entre libros y música!.
Es maco veure que es parla del nostre llibre en altres llengües. ¡Moltes gràcies , Zinar per aquesta crònica que ens permet sentir l’ambient màgic que es va crear ahir al vespre al costat de la catedral, entre llibres i música!
Muchas gracias!
Gelek spas (Moltes gràcies) Matilde, por su comentario, y gracias por escribirlo tanto en castellano como en catalan, ¡viva la diversidad linguística!
Y otro spas para Leonor, por su visita virtual a nuestra Ciudad Real.
Zinar Ala
http://actualidadkurda.wordpress.com/ (Actualidad Kurda)
Gelek spas!